ŞENGAL – Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî yên Şengal, “Dewreya Şehîd Çiya Rızgar” li Akademiya Şengal Kerîm dest pê kir. Di bernameya perwerdeyê ya nêzîkî du hefteyan de, 12 ciwanan beşdar bûn. Dewr îro bi bernameyekî vekirinê dest pê kir.
Di dema rûniştina vekirinê de, vîdyoyek ji bo bîranîna şehîd Çiya Rızgar hate nîşandan. Di axaftinên paşê de behsa têkoşîna şehîdan hate kirin û soz hate dayîn ku ew ê mîrateya wan biparêzin.
Rêveberiya akademiyê tekez kir ku ev dewre dê ji bo rêxistinkirin û hişyarkirina ciwanan pêvajoyek girîng be.


