QAMIŞLO – Turnoveya Karateyê ya Şehîd Bilal, ku ji aliyê Encumena Werzîşê ya Ciwanan ya Kantona Cizîrê ve li Qamişlo hate lidarxistin, bi dawî bû.
Zêdetirî 60 lîstikvanên xort û jin ve beşdarî turnove bûn. Lîstîkvan li gorî giranbûna xwe tevlî bûn.
Encûmena Werzîşê ji bo pêşxistina aktîvîteyên werzişî di nava ciwanan de xebat dike.



