ŞENGAL- Li Şengalî ji aliyê ciwanên Ereb ve turnuvayek futbolê ji bo bîranîna Şehîd Elî Mistefa hate lidarxistin.
Turnuvaya ku tîmên ciwanên Ereb beşdar bûn, eleqeyek mezin kişand. Turnuvaya ku bi qasî 10 tîm beşdar bûn, bi maça fînalê ya îro bi dawî bû.
Piştî maçê, xelat dan tîma serketî.
Ciwanan, diyar kir ku ew dixwazin bi çalakiyên turnuvayê yên ku wan organîze kirine, pêşveçûna werzîşî û civakî ya ciwanan re bibin bingeh û wan bi rêya turnuvayan gelek şoreşgerên ku şehîd bûne nas kirine û bi bîr anîne.