HESEKE – Madeyên hişbir bandorekî hilweşîner li ser civakê dikin, û weke çekekî li dijî îradeya gelan tê bikaranîn, bi taybetî bi hedefkirina ciwanan. Ciwanên Heseke nêrîna xwe li ser bandora madeyên hişbir li ser civakê anîn ser ziman.
Êrîş Efrîn wiha got: “Em gazî ciwanan dikin ji bo ji hişbirê dur kevin, ji ber ku ciwan bi bikaranîna hişbir rastiya xwe winda dikin.”
Dilvîn Heseke jî got: “Xortên me hişbirê vedixwin û malbata xwe ji bîr dikin, hin jî diziyê dikin ji bo ku hişbirê bikirin. Ez bi hêvî me ku xortên me hişyar bibin ji bo pêşerojek rast were avakirin.”
Ibrahîm Heseke anî ser ziman ku “hişbir wekî kortekê ye, dema ku tu dikevê, tu nikarî jê derkeve. Hişbir ciwanan durî rastiya xwe dixe, divê ku em durî wê bikevin”.
Evdil Xaliq wiha got “Şîreta min ji bo ciwanên me ew e ku ji madeyên hişber dûr bisekinin, ji ber ku hûn xwe, malbatên xwe û kesên li dora xwe wêran dikin.



