NAVENDA NÛÇEYAN- Dezgeha Lûtke ya ji bo karên koçber û penaberan di daxuyaniyek de ragihand ku li daristana Dankix ya Fransayê 2 koçberên Kurd ên xelkê navçeya Kelar a îdareya Germiyanê ne, hatin kuştin.
Dezgeha Lûtke ya ji bo karên koçber û penaberan di daxuyaniyek de ragihand, duh êvarî li daristana Dankix ya Fransayê pirsgirêk di nava komek koçber de derket û piştre veguherî pevçûna bi çekan.
Hat gotin di encama pevçûnê de 2 ciwanên Kurd ên bi navên Karzan Ebdullah û Mihemed Necim yên xelkê navçeya Kelar a îdareya Germiyanê ne, jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Karzan Ebdullah berê lîstikvanê tîma Şêrwane bû.
Hat gotin piştre polîs çûne cihê bûyerê, kesek temen 17 salî yê ku çeka keleşînkof pê bû hat binçavkirin û di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.