NAVENDA NUÇEYAN- Peyama Rêber APO ji bo ciwanan wiha ye: “Nîsanê ji bo min ronesans e, ji nû ve zayînê ye. Meşa ciwanan meşa ber bi azadiyê ve ye. Meşa ber bi azadiyê ve watedar e. Ez her diçim ku xwe birêxistin dikim. Dema ku ez diçûm dibistanê komeke min hebû ku bi min re tevgeriya. Bi vî rengî civakbûyîn pêk tê. Ji zarokatiya xwe ve civakbûyîn tê wateya sosyalîzm. Bi vê têgihiştinê re tê gotin ku birêxistinkirina karê herî girîng e, ji ber vê yekê hûn ê li her derê xwe bi rêxistin bikin.
Sosyalîzm tê wateya civak, komunalbûyîn. Sosyalîzm tê wateya civakbûnê. Divê li Kurdistanê siyaset bi vê têgihiştinê bê meşandin. Ji vê re dibêjin siyaseta komînal, sosyalîst. Ev yek bi rêxistinbûnê dikare pêk were. Rexistinkirin karê herî girîng e. Ger hûn nekin, ez ê we gelek rexne bikim. Ji ber vê yekê hûn ê li her derêrêxistin bikin, hûn ê li her derê xwe rêxistin bikin. Ez piştgiriya xebata we dikim û silavên xwe dişînim.”