Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

PAJK: Xwezaya xwe ya civakî jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şîn bikin.

Edîtor: Nucan Serdoz
31/03/2025 - 10:50
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PAJK: Xwezaya xwe ya civakî jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şîn bikin.
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Koordînasyona PAJK’ê têkildarî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo daxuyaniyek weşand.

PAJK’ê got, “Em rojbûna 76’an a Rêber Apo pîroz dikin ku ji jinan û gelan re bû mizgînî. 4’ê Nîsanê li jinan û her kesî pîroz dikin ku vê mizgîniyê silav dikin. Em 4’ê Nîsanê bi taybetî jî li zarokan pîroz dikin ku coş û pakbûna jiyanê ne, bi ken û dilê xwe yê paqij hezkirinê mezin dikin. 4’ê Nîsanê ku bi cejna zarokan, bi çandina daran û festîvalê tê pîrozkirin, di heman demê de peymaneke me ya bi zarokan re ye. Soza me ye ku em ê jiyana wan biparêzin, hesabê ji kujerên Narînan bipirsin, paşerojeke hîn bedew, azad û xwezayeke hîn geş ji wan re bihêlin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di şexsê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag de ku sala 2009’an di êrîşa desthilatdariya AKP’ê ya li ser pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê de şehîd bûn, em hemû şehîdên demokrasiyê bi bîr tînin.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “4’ê Nîsanê ji bo jinan, gelan û mirovahiya cîhanê mîladek e. Rêber Apo têkoşîn û karakterê nasnameya sosyalîst weke têkoşîna azadiyê ya jinê diyar kir. Bi Şoreşa Jinê re ku ji bo wê digot ‘Karê min ê herî nadîde’ weke hêza sereke ya têkoşîna civakî nêzî jinê bû. Têkoşîna azadiya jinê kir esasê kûrbûn û fikrê xwe, bi vî rengî pêngaveke nû ya dîrokî afirand. Ragihandina Îdeolojiya Rizgariya Jinê ji aliyê Rêber Apo ve, formula Jin, Jiyan, Azadî û pêngava jineolojiyê kir ku dîroka mêtingeriyê ya baviksalariyê ronî bibe û aqlê mêr ji binî ve hejand. Têkoşîna azadiyê ya jinê ji aliyê teorîk-pratîkî ve bi pêş ve bir. Şaristaniya pênc hezar salî ya bi mohra mêr bi şoreşa jinê serûbin kir, paradîgmaya vê yekê ava kir û mizgîniya serdema jinê da. Lewma rojbûyîna Rêber Apo rojbûyîna me ya azadiya jinê ye.

Rêber Apo hîn di zarokatiya xwe de çewtî, nakokî û pirsgirêkên civakî dît û pîvanên xwe yên redkirinê yên destpêkê diyar kir. Guh da hestên pak û paqij ên cîhana xwe ya zarokatiyê û bû dengê wijdanê qet bêdeng nabe. Da ser şopa gumanên xwe yên bê dawî, exlaqê civakî weke demokrasî, azadî û wekheviyê parast. Bi ragihandina PKK’ê re ku kifşkirina Kurdîtiyê ya ku navê xwe jî ji aliyê dewleta Tirk a netewe ve hate qedexekirin û civak bê ziman hate hiştin, her wiha biryara têkoşîna di oxira wê de bû, hebûna azadiyê ya gelê Kurd pêk anî. Weke vejîna gelê Kurd, bûyîna duyemîn pêk anî. Lewma 4’ê Nîsanê rojbûyîna gelê Kurd e.

Bi xeta sosyalîzma demokratîk ku temsîl dike, cîhaneke azad li dijî mêtingeriya kapîtalîzmê timî parast. Ji bo hemû hêzên dijberê sîstemê û hêzên modernîteya demokratîk ên ku dibêjin ‘cîhaneke nû pêkan e’ bû çavkaniya sûdwergirtinê. Avabûna şaredariya demokratîk bi paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk ekolojîk afirand û bi vî rengî bûyîna civakî ya sêyemîn pêk anî. Kûrbûna vê astê ya gel û dîrokê di kesayetiya şexsekî de bû nasnameya şênber a Rêber Apo. Berdêla rabûna Rêber Apo ya li hemberî hêzên komploger û mêr ê zalim, dîlgirtina li Îmraliyê bû. Ev dîlgirtin dîlgirtina me hemûyan e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me hemûyan e, azadiya her kesî ye.

Çawa ku her sal em dikin, îsal jî em ê bi çandina şitlên nû xaka xwe, xwezaya xwe şîn bikin û û xwezaya xwe ya civakî jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo geş bikin. Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê ya li ser bingeha azadiya Rêber Apo bang û sekna me ya pêşwazîkirina 4’ê Nîsanê ye. Em meşa jin û ciwanan a Amarayê silav dikin ku pêşengiyê ji pêvajoyê re dikin û bang dikin ku bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê tevlî vê meşê bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bi wesîleya cejnê li Hesekê serdana gorên şehîdan hat kirin

Nivîsa Pêş

Hevdîtin bi Rêber Apo û girtiyên Îmralî pêkhat

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Hevdîtin bi Rêber Apo û girtiyên Îmralî pêkhat

Hevdîtin bi Rêber Apo û girtiyên Îmralî pêkhat

Rêber APO: Ez Newroz û Cejna Remezanê ya gelê me pîroz dikim

Rêber APO: Ez Newroz û Cejna Remezanê ya gelê me pîroz dikim

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.