Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

PAJK; Ev Newroz wê bibe Newroza Rêbertî

Edîtor: Nucan Serdoz
21/03/2025 - 12:48
di nav Giştî, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PAJK; Ev Newroz wê bibe Newroza Rêbertî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) bi wesîleyê Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Koordînasyona PAJK’ê got, “Ji bo azadiya Rêber APO em biherikin qadên Newrozê, em vê Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber APO!”

PAJK’ê got, “Em Newroza 2025’an ku ji her demê bêhtir nêzî azadiya Rêbertî ye, li Rêber Apo, li jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin û her tim agirê Newrozê geş dikin, li gelê Kurd ê ku gelê Newrozê ye û li gelên herêmê pîroz dikin.”

Di daxuyaniya PAJK’ê de ev tişt hatin gotin, “Em Mazlûman, Ronahiyan, Bêrîvanan, Zekiyeyan, Rahşanan û bi hezaran abîdeyên azadiyê yên agirê Newrozê vêxistin û xwe kirin Newroz, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bibîr tînin:

Weke xelîfeyên Kawayê Hesinkar ku dawî li zilma Asûriyan anî û Rojhilata Navîn ji tarîtiyê rizgar kir û bi pêxistina agir re mizgîniya ronahiyê da, gelê me ku bi hezaran sal in bi hêza vê çandê li ber xwe didin, vê Newrozê jî weke cejna azadiya gelên Rojhilata Navîn pîroz dike. Silav li hemû jinan û gelê me ku di Newroza 2025’an de dirûşma ‘Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk’ derxistin lûtkeyê.

Gelê Kurd gelê Newrozê ye. Jinên Kurd jî afirînerên çanda Newrozê ne ku navê bihar, vejîn, nûbûn, civakîbûn û berxwedanê ye. Eger îro ev kevneşopî û berxwedan didome, eger li vê erdnîgariyê dawî li mîtolojî, çand û bîra me nehatiye, ev yek bi saya berxwedana jinên Kurd e. Ev berxwedan mîrateya Kawayê ku navendên zilmê hilweşand, hildigire. Gelek qehremanên mîna Asya û Rojgeran vê kevneşopiyê şopandin. Kurd bûne kirdeya jiyana demokratîk û azad a gelên li vê erdnîgariyê.

Newroz roja ku komeke ciwan a ji Kurdistanê li dijî qirkirin û mêtingeriyê al vekirine. Newroz roja ku Mazlûm Dogan li zindanên Amedê ku zilm û zordarî gihiştibû asta herî jor bi dirûşmeya ‘Berxwedan rê li ber serketinê vedike’ serketina rûmetê îlan kir.

Newroz navê raperîna gelê Kurd a li dijî komkujiyên salên 90’î ye. Newroza 2005’an salvegera dîrokî ya îlana konfederalîzma demokratîk û temînata jiyana demokratîk a azad e. Gelê Kurd her Newroz kiriye destpêk û mîladeke nû.

Ev Newroz wê bibe mîladeke nû. Gel û jinên me wê têkoşîna dema aştî û civaka demokratîk, ku bi banga Rêbertiya me re destpê kir, ji her demê xurtir bimeşînin. Gelê me wê ji bo azadiya Rêbertî li qadan bibe yek dil û bi rengekî herî bilind biqîre. Ev Newroz wê bibe Newroza Rêbertî.

Jinan bi eşqa azadiyê bersiv dan banga Rêbertiyê û bi wê hesretê çalakiyên ku di 8’ê Adarê de dabûn destpêkirin gihandine Newrozê û bi dirûşmeya ‘Azadiya Rêbertî azadiya jinê ye’ daxwazên xwe yên azadiyê bi rengekî herî xurt qîriyan. Têkoşîna jina azad wê azadiya Rêbertî bike navenda xwe û bidome. Jin wê li ser bingeha paradîgmaya Rêbertî ji bo jiyaneke demokratîk-azad têbikoşin û serî li ber zilmê netewînin. Eger hewl tê dayîn li ser banga aştî û civaka demokratîk komplo were ferzkirin, jin wê mîna her demê bi Newroz, serhildan û ruhê berxwedanê re bibin pêşengê têkoşînê.

Em careke din bi hêviya ku Newroz bibe Newroza azadiya Rêber APO, Newroza hemû jin, ciwan, gelê xwe û hevrêyên xwe pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kovara Jilemo bi şîara ‘Bi Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk’ derket

Nivîsa Pêş

Agirê Newrozê li Kobanê hat pêxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Agirê Newrozê li Kobanê hat pêxistin

Agirê Newrozê li Kobanê hat pêxistin

Newroza Amedê ya dîrokî dest pê kir

Newroza Amedê ya dîrokî dest pê kir

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.