Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

“YJA-STAR ji bo pêkanîna manîfestoya aştî û civaka demokratîk bi erk û berpirsyarî rabe”

Edîtor: Nucan Serdoz
07/03/2025 - 11:05
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
Çalakiyên YJA Starê: Dagirkerek hate cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê 8’ê Adarê pîroz kir û ragihand ku ji bo pêkanîna projeya Rêber APO ya ji bo azadiya jinan û avakirina civaka demokratîk wê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.

Di destpêka peyamê de hate gotin, “Di bihar û serdema jinan de em 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê tevahiya jinên têkoşer ku bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ve ji çiyayan heta hemû qadan têkoşîna azadiyê bilind dikin, her wiha hemû dayîkên aştiyê ku îro bi banga aştiyê re cihê xwe di refên herî pêş de digrin, pîroz dikin. Ligel vê, bêrîkirin û hezkirinên xwe yên herî kûr, ji hevrêyê herî rast ê jinan, mîmarê jiyana azad Rêber Apo re dişînin. Bi mebesta vê rojê di şexsê fermandar Nesrîn Bêrî û Axîn Cûdî de tevahiya şehîdên şoreşê yên ku di oxira têkoşîna jiyana azadiye de gihîştine şahadetê, bi hurmet bibîr tînin, soza pêkanîna xeyalê wan didin.”

Peyama ku bi sernavê “Têkoşîna jinan a hevgirtî wê serketina pêngava dîrokî ya Rêber Apo ya Manîfestoya Civaka Demokratîk û Aştiyê misoger bike” hate weşandin, bi vî rengî dewam kir:

“Têkoşîna Jina Kurd ji bo serxistina Paradîgmaya Jiyana Azad, ji şoreşgera mezin Sarayan (Sakîne Cansiz) heta fedaiyên serdemê Asyayan û fermandarên wêrek Axîn û Nesrînan her ku çû mezintir bû û heta serketinê jî bi israr ewê bidome. Rêber Apo di vê rêya pîroz de her dem ji me re bû ronahî û hêza têkoşînê. Ligel vê, di 8’ê Adara 2025’an de bi peyamên xwe yên watedar û bi nergîzên bedew ên şandî re cardin nîşan da ku ew hevrêyê herî rast ê  jinan e û her tim li gel me ye.

RÊBER APO RÊYA ÇARESERIYEKE BI RÛMET Û AZAD JI BO JINAN Û GELAN NÎŞAN DA

Rêber Apo di pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn de bi pêngavekî dîrokî ji bo gelan bi taybetî jî ji bo jinan rêya çareseriyeke bi rûmet û azad wek ronahiya rojê nîşan da û ji bo pêkanîna wê jî kedekî bêhempa raber dike. Lewma em wek Tevgera Azadiya Jin û gerîlayên YJA-Starê bi hêza ku ji ronahiya Rêber Apo digrin ve 8’ê Adara îsal li serê çiyayên xwe yên bilind pêşwazî dikin û kelecana silav girtina ji Rêber Apo dijîn. Ji ber vê em ji her demê xurtir û bibiryarin ku bi Têkoşîna Azadiya Jin ve em ê sedsala 21’emîn bikin sedsala jinan, Şoreşa Jin pêkan bikin, hemû qadan bi reng û deng, bi hest û azweriya jina azad ve bixemilînin.

Rêber Apo roja ku dest bi Têkoşîna Azadiya gelê Kurd kir û şûnve berpirsiyartiyên herî girîng û baweriyên mezin da Tevgera Azadiya Jin. Lewma jin, li serê çiyayên Kurdistanê di bingeha Birdoziya Rizgariya Jin de bû partî, bû artêş û ji bo tevahiya jinên cîhanê ku di lêgera azadiyê de têdikoşin re bû îlham. Lewra jin ne tenê 8’ê Adarê, berovajî her roj li qadan ji bo azadiyê têdikoşin. Her wiha bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hêza xwe ya mezin a ku rehên xwe digihîjin serdema xwedawendan, nîşanê pergala mêr-dewlet didin. Ev zelal e ku jinên berxwedêr ên ku li hember zîhniyeta serdest ê mêr serî radikin, nirxên civakî diparêzin tirs û xofa herî mezin a hêzên modernîteya kapîtalîst e. Lewma zelal e ku di têkoşîna azadiyê de jin ji her demê bêhtir xwedî hêz in û nêzî serxistina pêngavên şoreşî ne.

TENÊ BI BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ PROJEYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK DIKARE BI SER BIKEVE

Aqlê mêr-dewlet ku hemû qadên jiyanê de hebûna jin nas nake, tine dihesibîne, bi modernîteya kapîtalîzmê êrîşê hemû nirxên wê dike ew ê di sedsala 21’emîn de bi têkoşîna hevgirtî ya jinan ve têkçûna xwe ya dîrokî jiyan bike. Her wiha jinên çiyayî yên ku di şopa fermandar Zîlan û Berîtanan de şer dikin pêşengtiya vê têkoşînê dikin. Têkoşîna azadiya jinê ya ku ji gelek pêvajoyên giran derbas bûye, tecrûbe û danehevên girîng ji bo şoreşa jin ava kiriye, esas mîmara vê jî Rêber Apo ye û hêza utopyayên azadiyê di me jinan de pêş dixe.

Rêber Apo got ‘Heta ku têkoşîna azadiya jinê neyê serxistin, têkoşîna sosyalîzmê, têkoşîna demokrasî û azadiyê nagihîjê serkeftinê.’ Lewma di vê serdema dîrokî de ku felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li tevahiya cîhanê deng vedayî de em ji her demî bêhtir nêzî azadiyê ne. Em baş dizanin ku encax bi bilind kirina têkoşînê û bi serkeftinekî mayînde em dikarin projeya Rêber Apo ya ji bo azadiya jinan û ava kirina Civaka Demokratîk bigihînin zaferê.

YJA STAR WÊ JI BO PÊKANÎNA MANÎFESTOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRTAÎK BI ERK Û BERPIRSYARÎ RABE

Em wek gerîlayên jin hebûna xwe, hêza xwe û serketina têkoşîna xwe di Rêber Apo de dibînin. Ne tenê em, herkesî ku serî de li Kurdistanê û hemû cihanê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dikin hêviyên azadiyê di paradîgmaya Rêber Apo ya ku di bingeha azadiya jin de Civaka Demokratîk dike armanc de dibînin. Ji ber vê jî bi mezin kirina Têkoşîna Azadiya Jin ve çareseriya demokratîk jî pêkan dibe. Ev jî nîşan dide ku hevrêyê herî xurt ê jinan her wiha çavkaniya hêza me Rêber Apo ye. Rêber Apo dibêje ‘Jin bi qasî ku çarenûsa şer jî aştiyê jî diyar bikin divê xurt bin.’ Ji bo vê yekê em wek Yekîneyên Star ji bo serketina ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ erk û berpirsiyartiyên xwe pêk bînin. Heta ku bi Rêber Apo re hevdîtinên azad pêkan bikin emê bi hêza felsefeya ‘Jin jiyan Azadî’ ve têkoşîna xwe bilindtir bikin. Divê ne tenê 8’ê Adarê hemû rojan de hêza jinan a yekbûyî were xurt kirin.

Em wek milîtanên Rêber Apo, bi xurtkirina rêxistinbûna xwe, bi kûr kirina têkoşîna birdozî ve jiyana azad bi dest bixin. Lewra di van demên dîrokî de em dizanin ku berpirsiyartî û erkên herî girîng jî li ser milê me jina ye. Serî de di bingeha parastina cewherî de ji bo serxistina Şoreşa Jin û ava kirina civaka demokratîk emê têkoşîneke piralî bimeşînin, bi zanebûnekî dîrokî ve erkên pêş xwe bicîh bînin. Em bawerin teqez bigihîn azadiyê. Ji ber ku ji rêzeçiyayên Zagrosan heta hemû cîhanê deng û rengê jinan, wêrekiya jinan pergala mêr dewlet dihejîne, cewhera xwedawend dayîk nûjen dike. Ev ji nûve vejîna jina azad e. Mîmara destkeftiya jinan jî Rêber Apo ye. Her roja diçe Felsefeya Jiyana Azad yê Rêber Apo zêdetir gerdûnî dibe û binketina dîrokî ya zihniyeta serdest ya zilam her wiha hêzên komploger, radixe berçevan. Êdî ti tiştekî ku jin winda bike nîne berovajî azadiya ku divê were serxistin heye. Lewma serkeftina jin ewê bibe serkeftina Civaka Demokratîk û aştiyeke mayînde.

Em wek YJA-STAR heta dawî di serketina jiyana azad de bi israr bin û heta ku bi Rêber Apo re hevdîtinên azad pêk bînin, heta ku jiyana birûmet û demokratîk ya gelê xwe pêkan bikin bi biryardariyekî mezin têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê bi fermanên Rêber Apo re jiyana azad ava bikin, di serdemekî nû ya têkoşînê de wek Sarayan, Delalan, Leylayan pêşengtiyê bikin. Di vê bingehê de em carekî din roja Jinên Kedkar ya Cîhanê li hemû  hevrêyên xwe yên jin û tevahiya jinan pîroz dikin.

-Bijî Rêber Apo
-Bijî Têkoşîna Azadiya Jin
-Jin Jiyan Azadî”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên ciwan ên Tebqa û Efrînê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin

Nivîsa Pêş

Komalên Jinên Ciwan: Werin em bi wate û ruhê dîrokî yê 8’ê Adarê paradîgmaya Rêbertiya xwe bigihînin serkeftinê!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Komalên Jinên Ciwan: Werin em bi wate û ruhê dîrokî yê 8’ê Adarê paradîgmaya Rêbertiya xwe bigihînin serkeftinê!

Komalên Jinên Ciwan: Werin em bi wate û ruhê dîrokî yê 8’ê Adarê paradîgmaya Rêbertiya xwe bigihînin serkeftinê!

Jinên ciwan ên li zanîngeha Silêmaniyê dixwînin bi belavkirina kulîlkên nergizê 8’ê Adarê pîroz kirin

Jinên ciwan ên li zanîngeha Silêmaniyê dixwînin bi belavkirina kulîlkên nergizê 8'ê Adarê pîroz kirin

Manşet

  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.