Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

“Serdema civaka demokratîk, serdema jinan e”

Edîtor: Nucan Serdoz
07/03/2025 - 9:55
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
KCK: Ji bo têkbirina komployê dakevin qadan!
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir û got, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk herî zêde çareseriya pirsgirêka azadiya jinan dixwaze.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Em 8’ê Adarê roja têkoşîn, hevgirtin û yekîtiya jinan, li hemû jinan û gelan pîroz dikin. Em hemû jinên ku ji bo azadiyê li ber xwe dane; afirînerên nirxên demokratîk û sosyalîst, ji Rozayan heta Clarayan, ji Sarayan ya Asya û Sevîm Belliyan hemû jinên şoreşger bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.

Jin îro bi tenê ji bo mafên xwe ne li ser piyan in, diheman demê de ji bo demokrasî û azadiyê pêşengtiya têkoşîna civakî dikin. Ev yek weke li Kurdistanê, li seranserê cîhanê li ber çavan e. Divê were zanînku têkoşîna jinan veguheriye têkoşîneke gerdûnî. Krîza pergalê çi qasî gerdûnî be jî têkoşîna li hemberî pergalê jî ew qasî belav bûye û gerdûnî ye. Ji ber ku jin li her derê, bi pêngavên civakî ji têkoşîna azadî û demokrasiyê re pêşengtiyê dikin.

Di roja me ya îroyîn de pirsgirêka azadiya jinan bi awayekî diyar berê xwe dide navenda têkoşînên civakî ev yek hem ji ber sembolbûyîna wê û hem jî ji ber yekbûna wê ye. Têkoşîna azadiya jinan, weke ku hemû bindestan hembêz dike, ji ber yekbûna xwe jî eniya têkoşînê ya herî berfireh a li hemberî pergalê ye. Ji ber vê yekê têkoşîna jinan berfireh e. Têkoşînên ekolojîk, demokrasî û edaletê jî di nava xwe de dihewîne. Ne  têkoşîna Burjûwazî ya sedsala 19’emîn ne jî tevgerên kedê yên di sedsala 20’emîn de bi qasî têkoşîna jinan ya di sedsala 21’emîn de berfireh bûn. Têkoşîna jinan a gerdûnî ji ber vê taybetmendiya xwe ji hemû têkoşînên sedsalên borî zêdetir xwe gihandiye asteke gerdûnî.

Weke tevgereke ku xwe dispêre azadiya jinan, girêdayî paradîgmaya Rêbertiya me ya demokratîk-ekolojîk û azadiya jinan esas digire, li seranserê cîhanê mezinkirina têkoşîna hevpar a li hemberî pergalê gelekî girîng e. Li hemberî rastiya yekperest û mîlîtarîst a dewletê ku di navbera serweriya mêran û faşîzmê de weke têkiliyekê ye, xwe daye îspatkirin. Di nava Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de têkoşîna jinan a xweparastinê, li hemberî faşîzmê têkoşîna demokrasî û sosyalîzmê û li hemberî pergala serweriya mêran têkoşîna jinan ya jiyana azad ji hemû gavan bêhtir hatiye mezinkirin û berfirehkirin.  Ya ku dê pêşengtiya vê têkoşînê bike, jinên şoreşger ên sedsala 21’emîn in.

Di salên dawîn de zêdebûna êrîşên li ser jinan, qetilkirina wan û êrîşên li ser têkoşîna jinan a azadiyê yên perçekirin û biçûkkirinê nîşan didin ku pergal, jinan weke hêza sereke ya şoreşger ya sedsala 21’emîn dibîne. Bi awayekî zelal hatiye îspatkirin ku nakokiya sereke ya sedsala 21’emîn, nakokiya jinan e û dînamîka sereke ya têkoşînê û hêza şoreşgerî jî jin bi xwe ne.

Pergala modernîteya kapîtalîst, mirovahî, xweza û hemû nirxên polîtîk-exlaqî tine dike û hewl dide ku pergala jinan û hemû nirxên civakî  tine bike. Ji ber wê yekê jî êrîşên ku têkoşîna azadiya jinan û wekheviyê hedef digirin, polîtîkayên ku hewl didin jinan bi sînorên zayendperest ên paşverû sînordar bigirin; zîhniyetên ku bi zêdekirina qetilkirina jinan hewl didin vîna jinan teslîm bigirin, di heman demê de hewl didin ku pêşengtiya jina ya têkoşîna civakî ya sedsala 21’emîn jî tune bike.

Mezintirîn nirxê ku di encama têkoşîna me ya azadiyê de derketî holê, pêşengtiya azadiya jinan û civakîbûna me ya li dora vê şikilgirtî ye. Em bi tecrûbe û hêza xwe ya civakî, 8’ê Adarê bi “Manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo pêşkêşî gelê me û jinên Kurd kiriye, pêşwazî dikin. Tevgera azadiya jinan a Apoyî, di hemû pêvajoyên têkoşînê de rol xwe ya pêşengtiyê lîstiye û ji veguherînên civakî re pêşengtî kiriye. Di têkoşîna me de bû temînata xeta rêbertî û azadiyê. Pêşengtî û têkoşîna jinan dê di serkeftina serdema nû ya weke paradîgmaya jiyana azad şikilgirtî de jî roleke sereke bilîze.

Çanda şer û tundiyê herî zêde li hemberî jinan hatiye pêşxistin û di her warî de êrîşî jinan kiriye. Ji ber vê yekê dê herî zêde ji aliyê jinan ve têkoşîna aşitiyê ya li hemberî şerî û têkoşîna azadiya jinan were meşandin. Êrîşên li ser jinan ên zinhnîyet û pergala serweriya mêran a hezar salan, li gel pergala modernîteya kapîtalîst di rastiya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de gihiştiye astên herî bilind. Ji ber wê “Aşitî û Civaka Demokratîk” gelekî girîng e. Banga dîrokî ya Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” ji bo jinan gelekî girîng e. Banga dîrokî ya Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” herî zêde çareseriya pirsgirêka azadiya jinan armanc dike. Bêyî jinan aşitiya civakî û demokratîkbûyîn pêk nayên. Jin temînata demokrasî û azadiyê ne. Serdema civaka demokratîk serdema jinan e.

Rêber Apo; ji bo têkoşîna gelê Kurd, gelan û herî zêde jî ji bo têkoşîna jinan weke xala herî girîng a hevpar e. Ji ber wê yekê jinan, bi gotina “Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye” li qadan dengê xwe bilind kirin û têkoşîna xwe mezin kirin. Muxatabbûna Rêber Apo ya di pêvajoya nû de herî zêde jî encama vê têkoşînê ye. Pêvajoya nû ya ku dê bi banga Aşitî û Civaka Demokratîk dest pê bike, azadiya Rêbertî jî nêzik kiriye.

Em di wê baweriyê de ne ku dê hemû jin û gelê me yê ku dê di 8’ê Adarê de berê xwe bidin qadan, dê bi hişmendiya ku azadiya Rêbertî azadiya wan bi xwe ye, bi ruh û têkoşîneke mezin pêşwazî bikin û li gel Newroza îsal bigihînin astên herî bilind. Serkeftina vê pêvajoya nû ya bi banga Rêbertiya me dest pê kiriye, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û dabînkirina derfet û şert û mercên birêvebirina pêvajoyê pêkan e. Em bi baweriya azadiya Rêbertî hemû jinan û gelê xwe silav dikin. Careke din 8’ê Adarê roja yekîtî, hevgirtin û têkoşînê li her hesî pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Fuat Kav: Ciwanên Kurd wê di têkoşîna gerdûnî de rola sereke bilîzin

Nivîsa Pêş

Em hevrê Cîger Kobanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Em hevrê Cîger Kobanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin

Em hevrê Cîger Kobanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin

Jinên ciwan ên Tebqa û Efrînê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin

Jinên ciwan ên Tebqa û Efrînê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.