Enter your email Address

Salı, Haziran 24, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Ciwanan Banga Têkoşîna Yekgirtî ya Li Dijî Şîdeta Polîsan kirin

Edîtor: Nucan Serdoz
14/02/2025 - 21:54
di nav Çalakî, Ciwan, Enternasyonal, Ewropa, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Rêber APO, Taybet
Reading Time: 9 mins read
A A
Ciwanan Banga Têkoşîna Yekgirtî ya Li Dijî Şîdeta Polîsan kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa azadiyê ya ku ji aliyê Kurdistaniyên li Elmanyayê ve tê organîzekirin, di roja xwe ya 4’an de bi êrîşa polîsan hate astengkirin. Ciwanên beşdarî meşê bûn diyar kirin ku rastî zextên keyfî û destwerdanên tund ên polîsan tên û banga têkoşîna yekbûyî kirin.

 

Şîdeta polîsan a li dijî çalakvanên ku ji bajarên cuda beşdarî meşê bûne, ji bo xwepêşandêran bikaranîna mafên xwe yên demokratîk zehmet dike. Tîmon ê ku ji Berlînê tevlî meşê bû, destnîşan kir ku tişta diqewime parçeyek ji zexta siyasî ya Elmanyayê ya li ser civaka Kurd e. Ev êrîş ne ji ber ku me tu qanûn binpê kiriye, belkî encama polîtîkaya sîstematîk a dewletê ye ku li dijî komeke ku ew “xeterdar” dibîne, tê meşandin. Ev destwerdanên li hemberî civaka Kurd nayên qebûlkirin. Çawa medya û rojname vê tundûtûjiyê nîşan didin pir girîng e ji ber ku ew neçar in ku sedemên vê zordariyê rave bikin,”

 

 

“Min nekaribû nefesê bigirim lê wan gazî ambulansê nekir”

Solîn a ji Maînzê tevlî meşê bû, anî ziman ku ew ji Offenburgê heta Lahrê meşiyan lê li wir rastî mudaxeleya tund a polîsan hatin. “Hin hevalên me di komeleyê de girtin, hinek li bendê man û em jî di nav de rastî tundiya polîsan hatin. Min du derbe li stûyê xwe girtin û min nedikarî nefesê bistînim. Min rewş ji polîs re ragihand, lê tu gav nehat avêtin. Tevî ku min bi qasî du saetan alîkarî xwest jî, ne gazî ambulansê kirin û ne jî ji min re piştgirî hat dayîn.”

Solîn anî ziman ku destwerdana polîsan veguherî zextên kêfî û got, “Piştre hevalên me yek bi yek hatin binçavkirin, herî dawî ez hatim binçavkirin. Lêbelê, li şûna ku min bibin nexweşxaneyê, tenê agahdariya nasnameya min xwestin. Tevî ku min çend caran diyar kir ku ez xwe baş nabînim jî, ew tenê dixwazin ku nav û agahdariya têkiliya min bistînin,”

‘Divê em têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin’

Zelal a ji Parîsê beşdar bû, diyar kir ku di meşê de gelek caran rastî provokasyonên polîsan hatine û faşîzm li Elmanyayê bi sazî bûye. “Tevî hemû zextan jî me karî meşa xwe bigihînin roja çaremîn. Lê di vir de ya girîng ew e ku midaxeleyên polîsên Elman weke tedbîrên asayî yên ewlekariyê nayên hesibandin. Ev helwesta li hemberî me xala ku faşîzma li Ewropayê gihîştiye nîşan dide.  Em Kurd li Ewropayê gelê herî birêxistinkirî ne, lê muameleya ku li me tê kirin ne li gorî yasayên ti dewleteke hiqûqê ye.

Zelal destnîşan kir ku ne tenê gelê Kurd, divê hemû pêkhateyên civakê yên demokratîk li dijî vê zilmê têbikoşin û wiha got: “Eger îro em li hemberî vê tundiyê bêdeng bin, sibe wê faşîzm weke xeteriyeke gelekî mezin derkeve holê. Pêwîst e demokratên şoreşger, antî-faşîst û sosyalîst ên li Elmanyayê li dijî van zextan têkoşîneke hevpar bimeşînin.”

 

“Dixwazin me bitirsînin, lê em paşve gav navêjin”

Baran Agirî ku ji Berlînê tevlî meşê bû, diyar kir ku meşvanên li Lahrê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û bi zorê kontrola nasnameyan kirin. “Çenteyên me lêgerîn kirin û tiştên me yên şexsî bê hincet hatin desteserkirin. Tevî ku em bi awayekî aştiyane meşiyan, lê hevalekî me rastî tundiyê hat û milê wî şikest. Tevî vê yekê jî bang li ekîbên tenduristiyê nehat kirin û hevalê me neçar ma bi derfetên xwe biçe nexweşxaneyê.  Di dema bikaranîna mafên xwe yên demokratîk de rastî zextên ewqasî tên, nîşan dide ku kî bi rastî li aliyê azadiyê ye.”

Agirî anî ziman ku ew ê li hemberî van zextan paşve gav neavêjin û got, “Ev êrîş ji bo me bitirsînin û têkoşîna me bitepisînin tên kirin. Lê belê em weke kesên azadî û wekhewîxwaz paşde naçin. Divê demokrat, sosyalîst û hêzên antî-faşîst ên li Elmanyayê li dijî van zextan bi gelê Kurd re bibin yek. Eger îro em li hemberî vê zilmê bêdeng bin, wê sibe ji bo her kesî bibe xeteriyeke mezin.”

Meşvanan banga têkoşîna yekbûyî ya li dijî şîdeta polîsan kirin û hêzên demokratîk û hemû alîgirên wan vexwend civîna mezin a sibe li Strasboûrgê.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meşa dirêj a ciwanên Firatê roja xwe ya yekem de bi dawî bû

Nivîsa Pêş

Ciwanên Ereb di bin dirûşma “tu kes nikare roja me tarî bike” de Rêber APO dixwînin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Ereb di bin dirûşma “tu kes nikare roja me tarî bike” de Rêber APO dixwînin

Ciwanên Ereb di bin dirûşma "tu kes nikare roja me tarî bike" de Rêber APO dixwînin

Ciwanên Apoyî li Mêrsînê bi çalakiya dijî komployê kolanan dorpêç kirin

Ciwanên Apoyî li Mêrsînê bi çalakiya dijî komployê kolanan dorpêç kirin

Manşet

  • Ji Ciwanên Helebê çalakiyek werzîşî
  • (başlıksız)
  • Ciwanan li Tişrînê “Em ji mirinê mezintir in”
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê
  • (başlıksız)
  • Banga û Wêneyê dîrokî yê Rêber APO
  • (başlıksız)

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    HPG-NRÇ’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên PYD’ê: Hesab ji sûcdaran bixwazin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Serlêdanên ji bo ezmûnên dibistana amadehî dest pêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Portre: Ji Bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi pêşengehekê çand û mîrateya Jjinên DêraZorê hat nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 5’êmin Festîvala Şehîd Zîlan ya jinên ciwan tê li darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parîsê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Mawa

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Perwerdeya Ragihandina Ciwanan a Êzîdxane a Şehîd Rênas Avesta bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 13emîn Festîvala Şehîd Hesen Kızıler li Zurîhê bi coşeke mezin dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.