Enter your email Address

Pazar, Haziran 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Çalakvanên nobedê yên li Tişrînê: Em rê nadin ku çete derbasî bendava Tişrînê bibin

Edîtor: Nucan Serdoz
09/01/2025 - 11:09
di nav Çalakî, Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe, Rojava, Şerê Gelê Şoreşgerî, Taybet, Video
Reading Time: 4 mins read
A A
Çalakvanên nobedê yên li Tişrînê: Em rê nadin ku çete derbasî bendava Tişrînê bibin
ParvekeTweet

TÎŞRÎN- Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh di saetên serê sibê de ji bo parastina Bendava Tişrînê û li dijî êrîşan nîşan bidin ji gelek bajaran derketin rê.

Dema konvoya wesayîtan a ji aliyê gel ve hatibû avakirin, nêzî bendavê bû, pêgerên hewayî yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker konvoy bombe kirin. Di encama êrîşê de 5 kes şehîd bûn û 15 kes jî birîndar bûn.

Tevî êrîşan jî gel ji wesayîtan peya bûn û heta bendava Tişrînê meşiyan. Gelê ku li Tişrînê dest bi nobetê kirin peyama berxwedanê dan û diyar kirin ku ew ê bendava Tişrînê biparêzin.

Hevseroka Konvoya Firatê ya PYD’ê Bêrîvan Îsmaîl jî diyar kir ku ji duh ve ji bo parastina Bendava Tişrînê piştî gelek zehmetiyan hatin vir û got, “Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êrîşî gelê me kir. Di encamê de 5 hevalên me şehîd bûn û 11 hevalên me jî birîndar bûn, tenê armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku vî welatê me tine bike.”

Îsmaîl, da zanîn ku ji bo parastina bendava Tişrînê hatine cem hev û wiha got: “Gelê me bi kedeke mezin li derdora bendava Tişrînê kom bûye. Weke ku tê zanîn herî dawî li dijî bendava Tişrînê û pira Qereçoazax êrîşên dijwar tên kirin. Di encama van êrîşan de kehrebe û ava gel qut bû, bi taybetî li Kobanê. Em îro wek jin, wek partiyên siyasî û wek gelê Kantona Firatê li vir in, em dixwazin helwesta me ji raya giştî ve were bihistin. Ger ev pir were xirakirin gelek jiyan bikevin bin xeteriyê de divê em vê pirê biparêzin.”

Îsmaîl da zanîn ku gel li dijî êrîşan helwest nîşan da û got, “Li vir şerê gel ê Şoreşgerî pêk hat. Êrîşên giran li ser gel hatin kirin, lê gelê me bê bersiv neman. Bi maneviyata xwe li vir in. Dayikan stranên şoreşgerî dibêjin, gel li dora agir kom dibin û tên cem hev.”

Di dawiyê de Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku ew li kêleka şervanên QSD, YPG û YPJ’ê ne û got, “Çawa ku ew Bendava Tişrînê diparêzin, em jî li kêleka wan bendava Tişrînê biparêzin. Bijî berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Serkeftin wê her tim ya me be, binkeftin wê her tim ya dijmin be.”

Ciwanê ji Kobanê Mihamed Mihamed jî diyar kir ku piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO yên di bin serweriya wê de ji vê yekê sûd werdigirin û êrîşên dijwar li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin û got “Ev komên çete ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên destekkirin. Hem ji aliyê leşkerî û hem jî ji aliyê teknîkî ve desteka dewleta Tirk a dagirker distînin. Êrîşên giran li ser Qereqozax û Tişrînê pêk anîn û li dijî wê em weke gel û ciwanên Kobanê hatin bendava Tişrînê.”

Mihamed, diyar kir ku armanca wan a sereke parastina bendava Tişrînê û dabînkirina ewlehiya wê ye û wiha got: “Em weke gel û ciwan diyar dikin ku em ê ji bo parastina bendava Tişrînê û nobedê li vir bin. Bi ti awayî rê nadin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di bendava Tişrînê re derbas bibin. Li ser vê bingehê em careke din diyar dikin ku em ê li vir bin û bi ti awayî rê nedin ku çete ji vir derbas bibin, bijî berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Ciwanên Baselê Çalakiya Xwendina Rêber APO

Nivîsa Pêş

Tevgera Ciwanên Şoreşger: Divê em hemû bi rihê Azad’an biherikin li bendava Tişrînê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Tevgera Ciwanên Şoreşger: Divê em hemû bi rihê Azad’an biherikin li bendava Tişrînê

Tevgera Ciwanên Şoreşger: Divê em hemû bi rihê Azad'an biherikin li bendava Tişrînê

Li Colemêrgê gelek ciwan hatin binçavkirin

Li Colemêrgê gelek ciwan hatin binçavkirin

Manşet

  • Peyama Rêber Apo ji bo cejnê: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim
  • Ciwanên Endonezyayî: Armanca me ew e ku paradîgmaya ku ji hêla Ocalan ve hatî pêşxistin li her derê belav bikin
  • Tîjda Zagros û Rêber Licê li Kolnê hatin bibîranîn
  • Şehîdên şoreşê hatin bibîranîn
  • Li Rojava serdana goristana şehîdan ji bo Cejna Qurbanê
  • Bi boneya Cejna Qurbanê serdana Şehîdgeha
  • Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ hat destpêkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Endonezyayî: Armanca me ew e ku paradîgmaya ku ji hêla Ocalan ve hatî pêşxistin li her derê belav bikin

    Ciwanên Endonezyayî: Armanca me ew e ku paradîgmaya ku ji hêla Ocalan ve hatî pêşxistin li her derê belav bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tîjda Zagros û Rêber Licê li Kolnê hatin bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Peyama Rêber Apo ji bo cejnê: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Akademiya Şehîd Hogir a xwendekaran bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo helbesta ‘Dîrok’ a Alî Haydar Kaytan klîba anîmasyonê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişlo teqînek çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çavekî weke tîrêjê rojê bû her sibeh şewqa xwe dida çiyayê blind yê Zagrosê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET – Radyoya Ciwanan a Dengê Cudî ji bo weşana nû amadekariyên dawî dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bradost planên veşartî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê tevgera balafirên keşfê yên dagirkeriya dewleta Tirk heye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.