Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çand, Hûner û Spor

Welat gel e, çand e, zimanek e, dîrokek e û carna jî bi hev re jiyankirina hemûyane

Edîtor: Nucan Serdoz
06/01/2025 - 18:19
di nav Çand, Hûner û Spor, Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe, Taybet, Video
Reading Time: 7 mins read
A A
Welat gel e, çand e, zimanek e, dîrokek e û carna jî bi hev re jiyankirina hemûyane
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Welat ne tenê perçeyek erd e. Welat heman demê gel e, çand e, zimanek e, dîrokek e û carna jî bi hev re jiyankirina hemûyane. Ev welatê ku em lê dijîn ne tenê parçeyek ax e, bîranîna gelê me ye, axa ku çanda me geş dikeye.

 

Êzidxan: welatê êzidiyan e. Ev çi welatê ku li ser tu xerîte tune ye? Welatê êzidiyan li Mezopotamyayê ye. Di destpêkê de herêmek berfireh bû û nifûsek mezin lê dijiyan. Baweriya Êzdiyan baweriyekê kevnar e, yek ji kevintirîn baweriyên Rojhilata Navîn e. Lê piştî gelek talan, koçberî, komkujî û fermanan, axa Êzidiyan gav bi gav teng bû.

Di vê xaka ku yekem car civakên dayiksalar têde jîn bû, bi xwezayê re di nava hevsengiyekê de jiyan kirin û cihê jinê di civakê de diyarker bû. Ew xaka ku bi hezaran salan şahidî şewazekê aştiyanê bi hev re jiyan kirine kiriye. Di heman demê de li Mezopotamyayê bajarên yekem, dewletên yekem û çînên yekem hatine avakirin, ku bingeha şaristaniya kapîtalîstin. Wê şaristaniya ku îro dinya wêran dike.

Ev şaristaniya li ser esasê destxistina zanîna jinê, serdestiya mirovan a li ser xwezayê, koletî û îstîsmarê pêşket. Ev şaristaniya bû bingeha dijwarbûna şer, talan û 74 fermanên ku hatine serê gelê Êzidî.

Tişta ku em ji Rêbertî fêr dibin ew e ku dîrok wekî çem tê dîtin û her tim çemekî gemarî ya ku dîroka şaristaniyê temsîl dike, li kêleka çemekî din ê demokratik diherîke. Ew çemê demokratîk hemberî êrîşên şaristaniya kapîtalîst li ber xwe daye. Êzidxan welatê ku li ser xerîte nayê xêzkirin e, lê dîroka xwe di nav pêlên çemê demokratîk de nivîsandiye. Êzidxan, bi nirxên xwe, ji bo şaristaniya kapîtalîst xetereyeke mezine ku bi her awayî dixwaze wê tine bike. Fermanê 2014’an bû lûtkeya hovitîyê.

Lê belê, ev fermana piştî têkçûna DAİŞ ya di sala 2015an de bi dawî nebû. Ango ew bi fermanekê din, ya hîn dijwartir re rû bi rû man. Fermana 75’an, fermana spî ye, ya ku navê xwe veşartiye. Ya ku Êzidxanê ji gelê wê vala dike, ya ku bi hezaran Êzdiyan dixe ser rêyên koçberiyê, li Ewropayê, li Amerîkayê, heta li Awûstralyayê jî ew fermana veşartiye. Ew koçberiyên ku bi sedan sal berê dest pê kirin, niha di asta herî bilind de ye. Niha derdora 650.000 êzîdî hene ku koçberî derveyî Rojhilata Navîn bûne. Ev polîtîkaya şerê taybet a ku êzidiyan ji xaka wan derxistin, polîtîkaya fermanê ya demdirêj e. Armanca wê ew e ku Êzidiyan ji axa wan, ji dîroka wan, ji çanda wan qut bike. Tenê di sala 2023’an de 8 hezar û 500 kes di rêyên koçberiyê de mirin. Çima îro gelek êzîdî û bi taybetî jî ciwan, biryar didin ku axa xwe dûr bikevin û bikevin rêya koçberiyê?

Dema em li Ewropayê difikirin, dibe ku em bifikirin ku mirovên li wir dewlemend in, jiyan hêsan e, jin ne bindeste û mirov azad in.

Rast e, dibe ku li Ewropayê zêdetir pere hebe. Lê tenê ji bo hin kesan. Di rastiyê de, newekheviyên li Ewropa gelekin. Tenê divê hûn li kolanên bajarekî mezin ê Ewropî bimeşin da ku rewşa wê bê fêm kirin: li ber dikanên luks zarok rûdinin û parsekiyê dikin. Kesên vê rewşê dibînin nikarin alîkariya wan zarokan bikin, ji ber li kolanan gelek malbat hene. Di nav civakê de bi giştî vê rewşê ji neditîve hatin heye.

Ev polîtîkaya dewletê ya koçberiyê polîtîkaya şerê taybet e. Ji aliyekê ve gel ji xak û koka wan qut dikin da ku wan qels bikin û berxwedana wan bişkînin. Li aliyê din ji bo dewlemendkirina dewletên emperyalîst, ew axên hatine vala kirin ji bo berjewendiyên xwe bikartînin. Wek petrolê ji erdê derxistin, gelên koçber jî çavkaniyên ku werin îstîsmarkirin têne hesibandin. Ew kesên kû wek hêza kar tê şandin wek karkerêke erzan tê xebitandin.

Ji bo ku mirovek razî bibe ku ji welatê xwe û gelê xwe dûrbikeve, divê were îqna kirin ku Ewropa cîhê herî xweş e. Li kêleka tiştên tê xûya kirin û derewan, rastiya Ewrûpayê pir cuda ye. Ji bilî newekheviyên aborî, peyva azadiyê jî ji wateya xwe hatiye dur xistin. Dema mirov rojê 10 saetan ji bo patronekî bixebite mirov dikare bibêje ku azad e? Ma em dikarin bibêjin dema ku zarok bi zorê biçin dibistanên ku tê de ziman û baweriya ne aydê wan bê fêr kirin de azadin? Ma dema ku malbat her ku diçe zêdetir parçe dibin, belav dibin de em dikarin bibêjin mirov azad in? Dema ku laşên jinan wekî amûrekî kirîne û firotinê bê bikaranin, em dikarin vê yêke re bêjin azadî?

Ewrûpa cîhek e ku tenê pere têde wek nirx tê hesibandin. Pere şûna têkiliya di navbera mirovan de girt, exlaqê civakê xera kir û nirxên wekî alîkarî û parvekirinê ji holê rakir. Çûna Ewropayê tê wê wateyê ku zarok ji axa xwe ya pîroz dûr mezin bibin, ji koka xwe dûrbikevin, dibe ku ziman were jibîrkirin û hêdî hêdî bawerî û nirx tine bibin.

Di dîrokê de, ciwan wek hêzeke civakî her tim xwestiye ji bo civaka xwe pêşerojeke baştir ava bike. Bi bombebarankirina derewan, êdî ciwan ji hêza xwe ya guhertinê dûrdikevin. Dijminê me ev hêza ciwantiyê baş fêm kiriye û ji ber vê jî li hemberî ciwana şerekî taybet ê dijwar dide meşandin ku ciwana ji koka wan, ji gelê wan, ji axa wan dûr bixe. Ew dihêle ku em bawer bikin ka dewlemendî bi dolaran tê pîvandin, lê civakekê dewlemend civakek e ku dîroka xwe nas dike û dide naskirine. Civaka ku xwe birêxistin dike, çanda xwe zindî dihêle û xwe diparêze bêyî ku xwe bispêre hêzên derve yên ku dixwazin wan ji holê rakin dikare hebûna xwe mayinde bike.

Divê ciwan nekevin xefikê! Divê em çavên xwe beramber rastiya dijmin her vêkirî bihelin. Wê demê, em dikarin bi hev re civaka xwe li hemberî vê fermana spî ku gav bi gav civaka Êzidî tine dike, biparêzin. Divê em xwe birêxistin bikin, dîrok û baweriyên xwe hîn bibin, stranên kevneşopî bibêjin, ger hewce bike ji bo parastina wana em çekan hilgirin.

Ji malbata xwe, ji hevalên xwe, ji civaka xwe hez bikin, hezkirin axa ku em lê jiyan dikin, parastine û ji bo wê têkoşin kirine.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Wezareta Perwerdeya Tirk li gel Ulku Ocaklari protokol îmza kir

Nivîsa Pêş

Xwendekarên Welatparêz: Divê xwendekar ji her tiştî re amade bin ji bo zimanê xwe biparêzin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Xwendekarên Welatparêz: Divê xwendekar ji her tiştî re amade bin ji bo zimanê xwe biparêzin

Xwendekarên Welatparêz: Divê xwendekar ji her tiştî re amade bin ji bo zimanê xwe biparêzin

Divê tecrîd bê şikandin

Divê tecrîd bê şikandin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.