Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ, di tekildarê şervanên jin ku ji aliyê çeteyan ve dîl hatine girtin daxuyaniyek da

Edîtor: Nucan Serdoz
02/12/2024 - 20:24
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
YPJ, di tekildarê şervanên jin ku ji aliyê çeteyan ve dîl hatine girtin daxuyaniyek da
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Fermandiya Giştî ya YPJ’ê derbarê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagiker ku li Heleb-Şehbayê pêk anîne û hovîtiya wan a dijî dîlên (êsîr) birîndar ên jin de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê diyar kir ku ji pêkanînên çeteyên hov ên li dijî êsirên jin ên birîndar dewleta Tirk a dagirker berpirsyar e û da zanîn ku wê li eniyên berxwedana hesaba wê bê pirsîn. Fermandariyê bang li saziyên navnetewî kir ku ji parastina mafê êsirtiyê bikevin nava liv û tevgerê.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

Bi rojane êrîşeke berfireh û pir alî li dijî herêma me û tevahî xaka sûrî tê meşandin. Di serî de li Helebê, gelê Sûrî bi xeterî û komkujiyên mezin re rû bi rû hate hiştin. Ev êrîş di heman demê de herêma me ya bakur-rojhilatê Sûrî girte nava xwe û bi rojane li hemberî van êrîşên mezin berxwedaneke bê hempa tê raberkirin. Bi taybetî li herêma Şehba û Helebê di serî de jin, gelê me li hemberî van êrîşan bi rojane berxwedaniyeke mezin raber dike.

Gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku bi salane xwedî ezmûna şer û berxwedanê ye, li hemberî van êrîşan careke din xwe bi rêxistin kirin û bi navê Hêzên Parastina Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi dehan caran êrîşên çeteyên dagirkeriya Tirk têk birin.

Bêguman şer pir alî û bi awayekî dijwar didome û mixabin ku hêjmarek xort û jinên ciwan ên Hêzên Parastina Şêx Meqsûd ku birîndar bûbûn êsîr ketin destê çeteyan. Ev çeteyên barbar ku bi ti awayî exlaq û qanûnên şer nas nakin, bi awayekî pir hovane rûmeta jinên êsîr dişkînin û li ser dezgehên xwe yên çapemeniyê weke amûreke propagandayê bikar tînin. Bi gotinên xwe yên weke emê careke din we di bazaran de bifroşin hêrsa xwe ya li hemberî jinan raber dikin. Ev kiryarên dijmirovî ne û divê bi ti awayî neyê qebûl kirin. Em weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ van kiryarên hovane yên çeteyên dagirkeriya Tirk li hemberî êsîrên jin şermezar dikin û em dibêjin wê tola wan were hilanîn. Her wiha em bang li saziyên mafê jinan û mirovan dikin ku xwedî li van jinên ciwan ên Êsîr ku parastina tax û bajarê xwe dikirin derkevin û bi israr em dibêjin divê mafê wan ên êsîrbûyînê were parastin.

Kiryarên ku îro çeteyên dagirkeriya Tirk li dijî van jinên ciwan ên êsîr pêk tînin, di sala 2014’an de DAÎŞ li Şengal, Mûsil û Reqa pêk anîn û bi hezaran jin di bazaran de firotin. Bêguman ev jî nîşaneya hişmendiya desthidariya zilam a ku îro di şexsê DAÎŞ û çeteyên Erdoganî de gihaye asta lûtkeyê. Ji ber herî baş ew dizanin ku jinên Kurd li hemberî van kiryarên hovane destanên qehremaniyê nivîsandine û heya dawiyê li berxwedane. Ji bo wê bi van kiryarên xwe yên dij mirovî asta dijminatiya xwe ya li hemberî jinan nîşan didin.

Di serî de Xaça Sor û Saziya Efû ya Navnetewî em bang li rêxistinên mafên jinan, li tevahî rêxistinên civakî, kesên navdar, demokratîk û azadîxwaz dikin ku xwedî li van êsîrên jin derkevin û di serî de Rojhilata Navîn di asta navnetewî de rastiya teror û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê teşhîr bikin û hesabê pêwîst jê bixwazin. Em di vê mijarê de bi taybet dewleta Tirk ji van êsîran berpirsyar dibînin.

Weke YPJ em careke din buyera êsîr girtina şervanên jin ên Hêzên Parastina Şêx Meqsûd şermezar dikin û em dibêjin ku emê di eniyên berxwedanê hesab  ji dewleta Tirk a dagirker û ji çeteyên wê bixwazin. Di vê wateyê de di van rojên dîrokî ku êrîşeke berfireh li hemberî herêma me û giştî Sûrî pêk tê, emê di eniyên cengê yên pêş de parastina jinan û tevahî gelê xwe bikin. Her wiha em bang li tevahî jinên ciwan dikin ku li her qada ku lê ye cihê xwe di eniyên parastinê de bigrin û beşdarî nava refên YPJ bibin. Ancax bi vî rengî emê karibin xwe û xaka xwe biparêzin.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TCŞ: Ji bo Rawestandina Faşîzmê û Ji bo Azadiya Fizikî ya Rêber APO dakevin kolanan!

Nivîsa Pêş

Polîsan êrîşî girseya ku êrîşên li ser Rojava protesto dikirin kirin: 50 kes hatin binçavkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Polîsan êrîşî girseya ku êrîşên li ser Rojava protesto dikirin kirin: 50 kes hatin binçavkirin

Polîsan êrîşî girseya ku êrîşên li ser Rojava protesto dikirin kirin: 50 kes hatin binçavkirin

Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê: Li dijî êrîşan em seferberiyê radigihînin!

Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê: Li dijî êrîşan em seferberiyê radigihînin!

Manşet

  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.