ŞEHBA – Gelê Kurdistanê weke gelekî ku di nava êrîşên piralî ên dagirkerî de jiyan dike tekoşîna azadiyê weke şertekî ji bo jiyanekî bi rûmet li pêşiya xwe dibîne. Li ser wê esasî tekoşîna bi pêşengtiya Rêber Apo û Partiya Karkerên Kurdistanê, weke fedayiyên civakê xwe pêş ket. Hisên Henan, bavekî welatparêz ê Efrînî ku bi şahî tevlîbûna 2 zarokên xwe di nava tevgera azadiyê de pêşwazî kir (2021 û 2024), li ser erkên malbatên welatparêz li hemberî şoreşê bi Ajansa Nûçe Ciwan re axivî.
PARTIYEKE KU HER TIŞT DIDE JI BO BIGIHÎNE AZADIYÊ
“Ezê qala tevlîbûna zarokên me, rengê ku tevlîbûne, yan jî şêwazê ku tevlîbûne, weke malbat. Wekê malbat, em her tim di malbatekî welatparêz de mezin bûn, bi çanda xwe mezin bûn. Ew çand jî ji dayîkê me girt, yanê çandê welatparêziyê dayîkê nîşanî me da û bi rêyê wê re me tevgera azadiyê nas kir, di salên dûr û dirêj, ji zû de, dema ku tevgera azadiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye. Di wê demê de ez di biçûkatiyê xwe de bûm, di wê demê de naskirinê me jê re çêbû. Partîyekî hem di milê sekin de, di milê exlaq de, her tiştên xwe dide ji bo ku gelê xwe jiyan bike, gelê xwe bigihîne azadiyê û ew jî di nav astê cîhanê de ji bo ku weke kurd em bibêjin em jî hene. Ew jî helbet di sayê fikir û felsefeya Rêber Apo de ma, yê ku em gihandin vê astê, Rêber Apo bû. Demê ku me fikir û felsefeya Rêber Apo naskir, em di zarokatiyê xwe de bûn, em di nav wê de mezin bûn. Ji bilî wê jî zatin, naskirina me ji partiyên din re tunebûn. Bi vê rengî dewam kir heta şoreşa Rojava despêkir.
WELATPARÊZÎ DI WAN DE HAT ÇANDIN
Di şoreşê Rojava de, wekî hemwelatiyekî, tiştî jê dihat xwestin, di herêmên ku me lê jiyan dikir de, me kar û xebatê xwe dida meşandin. Lê dema ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrîş li ser Efrînê kirin û hovîtiya ku pê hatiye êrîşkirin ew tiştekî ne normal bû. Bi dehan hevalên me, ku me nasdikir, yên ku me bi hevre jiyan kiribûn, di encamê de şehîd ketin, xwe fedayî vê gelî kirin. Ew jî bandorekî mezin li ser me da ava kirin. Piştî ku em derbasî Şehba bûn, di wê demê de zarokên me biçûk bûn. Helbet zarok jî li ser esasekî welatparêz, di malbetekî welatparêz de mezin bûn. Mezinbûna zarokan li ser esasekî naskirinê wan ji tevgera azadiya re û welatparêzî di seriyê wan de, di mêjiyê wan de hat çandin.
BI ŞAHÎ SOZA TEVLÎBÛNA DI NAVA TEVGERA AZADIYÊ DE DA
Piştî ku kurê me mezin bû, bakaloriya bir, got êdî bes e, ez dixwazim tevlî bibim. Me jî wekî malbat tu carî pêşiya wê negirtin, ji ber ku ew daxwazê me bûye. Ji ber rêyê ku me şopandî, rêyê ku em tê de meşand, belkî me nikarîbûba em tevlîbûbana, lê me bi zarokên xwe ev yek dewam kir. Helbet tecrîdê ku li ser Serokatî çêdibê, ev êrîşên hovane li ser herêmên parastina Medya çêdibê, ev plansaziyên navnetewî û êrîşên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê çêdibe, helbet bandorekê wê jî hebû. Li ser wê esasê biryar da ku tevlî bibe. Me jî got temam e, madem tu dixwazî tevlî bibe, me bang hevalan kir, me got însanek heye, dixwazê tevlî nav şoreşê bibe. Di jiyana wî de însanekî pir xwedî sekin bu heskiriyê welatê xwe bû. Di vê derbarê de, tu carî tu pisgirêkê wî yan jî teredûtî jiyan kirin, yan jî ji welatparêziya xwe durkeve, ev yek tu carî çênebû. Li ser wê esasî bi şahî di navendê çand û hûnerê de, bi axaftin, bi tevayî malbat û dostên malbat jî amade bûn, bi wê şahiyê sozdayîna xwe da ku tevlî nav refên tevgera azadiyê bibe.
XWÎŞKÊ WÎ JÎ BIRIYARA XWE DA
Piştî ew çar sal derbasbûn, xwîşkê wî yê dîtir jî, ew jî wek wî xwendevan bû, bakaloriya dewam kir, şehadeya xwe girt û got ez dixwazim tevlî bibim. Ew jî eynî bi şêwazê ku birayê wê tevlî buyê, bi şahî, dîsa di navendê çand û hûnerê de kombûn çêbû. Tevahî malbat û mirovên malbat, bi axaftin, bi nîqaş û herî dawiyê şahî lidarket, di encamê de soza xwe da ku tevlî nava tevgera azadiyê bibe.
BI TEVLÎBÛNA WAN ME MORAL GIRT
Em dema ku tevlî dikin, bila gel baş bizanibe, ne ku em ji zarokên xwe acîz in, yan jî di aliyê aborî de rewşê me xirab e, yan jî ne li hev kirin di hindirê mal de heye, ev yek ne wisa ye. Di hindirê mal de malbatekî li ser esasê fikir û felsefeya Rêbertî mezin bûye, fikirekî ji bo mirov azad jiyan bike. Hevaltiyê di navberê zihniyetê mêr û jin de, ew hinekî cem me de hinekî gavekî wê li pêş e, wekheviyekî di mal de, wek jiyanekî komînal tê jiyan kirin. Helbet, demê tu zarokên xwe li ser esasekî welatparêz mezin dikî û tû rastiyê xwe, dijminê xwe bi wan re bide naskirin, bê guman wê tevlî bibe. Ji bo wê ji bo tevlîbûnê wan em wek malbat em ne poşmam in û tu carî jî em poşmam nabin. Di tevlîbunê wan de diha bêtir me hêrs û moral girt, emê di xetê ku Rêbertî gavê yekemîn destpêkirî, heyanî ku nefes di me de hebe û bi tevlîbûnê zarokên me emê di we xetê de berdewam bikin.
JI BILÎ AZADIYÊ TU ÇARESERÎ NAMÎNE
Çunkî ji bilî azadiyê êdî tu çareserî namîne. Eger em bi xwe qebûl nekin, em nebêjin em hene, wê demê dijmin nabêje tu heye, dijmin her tim dixwazê te tune bike, te bihelîne, derfet nade te ku tu serî xwe rake, tu bibêje îşte ez jî kurd im, ez heme, ez jî dixwazim wek mirovekî azad jiyan bikim. Dijmin helbet wê her tim astengiya li pêşiya te derxe û te di qirkirin asîmîlasyon de derbas bike. Wê êrîş bike, ji ber ku dijmin e. Li beremberî vî dijminî ewqas hovane, êdî gerek e weke bangawazî jî, ji tevahî malbatên yên heyî yên ku xwe dibînin, di xetê tevgera azadiyê de dimeşin, yên ku daxwaziyê wan bi jiyana azad heye, şopdarên şehîdan bin, şopdarên fikir û felsefeya Rêber Apo bin, bila tu carî li pêşiya zarokên xwe nebin û her tim zarokên xwe li ser esasekî welatparêzî û rastiyê dijmin bi zarokên xwe bide naskirin û bi hişmendiyekî, hêrsekî ku li ser dijminê xwe de here û rê li pêşiya zarokên xwe vekin ji bo ku tevlî nava refên şoreşê bibin.



