Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

“Zanatiya Jinan bi Jineolojiyê Nûjen Dibe”

2. Konferansa Jineolojî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriye li bajarê Hesekê hat li dar xistin.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
27/09/2024 - 7:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Jineolojî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava, Rojhilata Navin, Taybet, Video
Reading Time: 5 mins read
A A
“Zanatiya Jinan bi Jineolojiyê Nûjen Dibe”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- 2’yêmîn Konferansa Jineolojî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriye li bajarê Hesekê hat li dar xistin.

Konferans bi dirûşmeya “Zanatiya Jinan bi Jineolojî ve nûjen dibe” de hat lidarxitin û bi tevlîbûna 150 delegeyan, di navbera 25-26’ê Îlonê de pêkhat.

Di konferansê de gelek stand hatin dayîn. Berhemên destan û dermanên xwezayî yên ku ji aliyê Jinwar. Şifa Jin û Weqfa Jina Azad a Sûrîyê ve hatibûn çêkirin di standê de cîhê xwe girtin. Her wiha Akademiya Jineolojî jî gelek pirtûk pêşkeş kirin.

Helbesta Îştar bi Kurdî, Erebî û Ermenî hat xwendin û roja yekemîn ya konferansê ji bo tevahî şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê ve despê kir.

Hevseroka MSD Leyla Qehreman axaftina vêkirine kir. Di axaftina xwe de di pevajoyekê wiha de giringiya kombûna jinan diyar kir. Her wiha gelek hevalên Şehîd ku di xebatê jineolojî de kedek mezin danê bibîranî. Behsa bîranînên xwe bi Ş. Zîlan (Nagîhan Akarsel) re kir.

Ji aliye zarokên Jinwar, Federasyona Gaziyên Şer ê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û Îslama Civaka Demokratîk suretê
şehîdan û berhemên destan diyarî Konferansê kirin. Piştî vê sinevizyonek li ser perspektîfa Rêber APO hat temaşe kirin. Di nirxandinên ku hatine berhev kirin de giringiya zanista jin û nirxandinên ji pareznameya “Sosyolojiya Azadî” û nirxandinên Rêbertî li ser felsefe li pêş bûn.

Ji aliyê Tevgera Jinên Kurdistanê û Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) nameyên silavkirinê hatin xwendin. Her wiha gelek saziyên din ku nikaribûn pêşdarî Konferansê bibin silavên xwe bi awahiyekî niviskî rê kirin.

Konferans bi Semîneran dewam kir

Despêkê de Akademiya Jineolojî di derbarê rê û rêbazên Akademî, pêşketinên kar û xebat ên salên dawî semîner dan. Semînera dûyemîn li ser mijara Metodolojî bû. Di vir de destgirtinên me yên avakirina xwezaya sêyemîn, rêbazên derxistina heqîqetê hatin niqaş kirin.

Di dawiya roja yekemîn de dayîkên şehîdan û jinên ciwan dengbejî û helbestên ji bo Rêber APO gotin. Roja yekemîn a Konferansê bi dîlan û siloganên “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

Roja Dûyemîn a Konferansê

Roja dûyemîn bi pêşkeşkirina semîneran, panoramaya li ser xebatên jineolojî yên salên dawî û bernameyek çandî ve berdewam kir.


Nîqaş li ser rê û rêbazên perwerdê yên Jineolojî de pêşketin. Ev 14 salên Jineolojî xebatên perwerde dide meşandin. Di belavkirina fikre şoreşa jinê, paradigmaya konfederalîzma demokratîk û avakirina hevjiyana azad de rolekê diyarker dileyize.

Semînera çaremîn li ser erkên jineolojî di nava şoreşê de bû. Di vê semînerê de nîqaşên di derbarê rola jineolojî di guhertina zihniyeta civakê, avakirina malbatekê demokratîk û pêşketinên jinan li pêş bû. Di niqaşan de hat diyar kirin ku lazime mêzekirinekê jineolojîk li her derê û di her jinekê de were avakirin.

Piştî vê panoramaya ku li ser xebatên jineolojî yên salên dawî hatibû amade kirin hat temaşe kirin. Di sinevizyonê de xebatên jineolojî li her 4 parçeyên Kurdistanê, Şengalê, Ewrûpa, Latîna Amerîka, Kenya û Hîndistanê dersixist pêş. Xebatên jineolojî ciwan û komîna weşana jineolojî hatin nişan dan. Di sinevizyonê de hevalên şehîd ku di xebatê jineolojî de cihê xwe girtibûn û pêşengtiya xebatê kiribûn weke Ş. Nagîhan Akarsel, Ş. Denîz Poyraz, Ş. Armanc Cemre û gelek hevalên din hatin bibîranîn. Dema panorama qediya siloganên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Konferans bi semînera bi navê “Jineolojî wekî Zanîsta Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Cihanê Ye” berdewam kir. Di sinevizyonê de gelek pêşketinên xebatên jineolojî di asta Rojhilata Navîn û cihanê de hatin nirxandin. Her wiha di semînerê de serhildanên jinan di cihanê de hatin ziman:

“Taybet piştî Buhara Gelan di gelek welatan de bi hezaran jin herikîn qadan. Li ku derê jinek bi êrîşekî re rû bi rû hatibe, di welatên cûda de jin rabûn û nerazîbûn nîşan dan. Bûn dengê hevdû û hevdû xurt kirin. Pêşketinên li Balochistanê, Afganîstanê, Kenyayê û li welatên Latîn Amerîkayê hezekê mezin dide me.”

Piştre erkên Jineolojî li Rojhilata Navîn û cîhanê de di sê beşan de hate nirxandin:

(1) Dahûrandina rewşa jinan, asta têkoşîn û tevgerên azadiya jinan li Rojhilata Navîn û parzemînên din ên cihanê û êrîşên qirkirinê di serdema Şerê Cihanê sêyemîn de

(2) Nirxandina xebatên û têkiliyên Akademiya Jineolojî bi jinên Rojhilata Navîn û heremên cuda yên cihanê re.

(3) Pêşniyer û erkên me ji bo pêşxistina Jineolojî wekî zanista Konfederalizma Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Cihanê.

Bêşa semîner bi vê awahî bi dawî bû.

Piştî vê encamnameya konferansê hat xwendin. Pêşniyar û nêrînên ku di konferansê de derketin hatin destgirtin û bûn bingeha plansaziyekê berfireh. Spasiya hemû kesên ku di konferansê de xwedî ked bûn hate kirin.

Beriya ku Konferansê bi dawî bibe ji aliyê Enstituya Andrea Wolf ve şanoya bi navê ”Sî” hate pêşkeş kirin. Piştî vê jî Koma Hûnerî ya Ermenî dîlanên xwe pêşkeş kirin û hemû pêkhate jî tevlî vê dîlanê bû.

 

1 Ji 23
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

17.

18.

19.

20.

21.

22.

23.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Merasîma girseyî ya ji bo Şehît Karker Tolhildan

Nivîsa Pêş

“Bîranînên Bi Rojê Re”

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
“Bîranînên Bi Rojê Re”

"Bîranînên Bi Rojê Re"

HBDH kargeha rêveberiya AKP da ber agir

HBDH kargeha rêveberiya AKP da ber agir

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.