Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Ji bo bîranîna Şehîd Çekdar Canfeda Med

Edîtor: Nucan Serdoz
12/08/2024 - 19:35
di nav Biranîna Şehîdan, Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe, Video
Reading Time: 4 mins read
A A
Ji bo bîranîna Şehîd Çekdar Canfeda Med
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo bîranîna Çekdar Canfeda Med ê ku di 12’ê Tebaxa 2022’an de li Metîna şehîd bû, di bernameya Kızıl Yıldız de di beşa “Portre” de hat amadekirin;

Her çîrokek lehengek heye, her jiyanek damezrînerek heye. Azadî, jiyana ku gerîla hilbijartiye, her roj bi coş û evînek nû ava dibe. Şehîd Çekdar Canfeda Med, ku bi hesreteke mezin bi wê jiyanê ve girêdayî ye, li Adara 1998’an de di malbateke welatparêz de ji dayik bû, li Edeneyê dûrî welatê xwe dest bi jiyana xwe dike. Di nasnameya wî de navê wî Enver e, lê her tim bi navê malbatê de Çekdar tê naskirin. Xalê wî navê wî lê kir, got: “Ev nav dê li wî be, ew ê vî navî li xwe bike.” Derdora ku tê de mezin bûye her çiqas hişmendiya wî ya welatparêzî û Kurdewarî parastiye jî, lê ew cihê hezkirina Çekdar a ji bo welatê xwe nebû. Çekdar Canfeda Med ku heta pola pêncemîn a dibistana seretayî bi malbata xwe re li Seyhana Edeneyê jiya, ji wir koçî navçeya Beyoglû ya Stenbolê kir.

Di nava yekîtiya YDGH’ê de bi awayekî aktîf û pêşeng cih digire

Şehîd Çekdar ji ber muameleya mamosteyên xwe yên faşîst ji dibistanê hez nake. Serhildana wî ya yekem rojekê dest pê kir dema ku ji dibistanê reviya û çû qada lîstikê û dît ku şaredariyê cîh hilweşandiye. Hem di zarokatî, hem di ciwanî û hem jî di jiyana xwe ya têkoşînê de bi fedekariya xwe tê naskirin. Her çend ji zarokatiya xwe ve bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re sempatî bû jî, di ciwaniya xwe de bi awayekî aktîftir beşdarî têkoşînê bû. Apê Şehîd Çekdar Ferhan Botan (Kamûran Çelîk) di sala 1992’an de tevlî têkoşînê bû û di sala 1996’an de şehîd ket. Ji ber ku di nava malbatê de her tim behsa mamê wî dihat kirin, ji biçûkatiya xwe de di bin bandora têkoşînê de ma û xwest tola mamê xwe hilîne tevlî gerîla bibe. Ji ber vê sedemê di sala 2013’an de li Edeneyê beşdarî çalakiyên ciwanan bû. Di nava yekîtiya YDGH’ê, tevgera ciwanan a serdemê de bi awayekî aktîf û pêşeng cih girt. Ferhan Botan Yekîneyên Tolhildanê ava dike û pêşengiya çalakiyan dike. Li hemberî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin xwe diparêze û ciwanan li dora xwe bi rêxistin dike. Bi kesayeta xwe ya pêşeng û wêrek di nav hevalên xwe de navdar dibe û tê guhdarîkirin. Piştî ku demekê di nava xebatên ciwanan de cih girt, ji ber meyldariya dijmin, ji welatê xwe dûr çû Ewropayê. Di demeke kurt de pê dihese ku jiyana ferzkirî ya li Ewropayê ne ya wî ye û bala xwe dide tevgera azadiya Kurdistanê ku her tim heyranê wê bûye. Ew êdî dibe Çekdar, Çekdar Canfeda Med…

Çekdar ku demekê li Ewropayê dixebite, bi biryardarî û kenê xwe yê germ bandorek mezin li ciwanan kir. Her ciwanê ku Çekdar dibîne tiştekî jê fêr dibe û xeta partiyê baştir nas dike.

Çekdar ku milîtaniya APOJ’ê ji xwe re esas girtiye, her roj hewl dide ku vegere welatê xwe û li wir têkoşînê berfirehtir bike. Piştî karê wî yê li Ewropayê, dem hat û Çekdar berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên ku hertim hesreta wî hebû. Ji bo parastina welatê xwe ku dijmin dixwaze her santimetra wê dagir bike canê xwe feda dike û cihê xwe di çeperên herî pêş ên li dijî dijmin de digire. Dikare bibe fedakarê gelê xwe û çavkaniya şahiya rêhevalên xwe. Bi biryardarî û dilsoziya xwe ya bi Rêberê xwe re nahêle dijmin bikeve dilê wî. Çekdar Canfeda Med di 12’ê Tebaxa 2022’an de li qadên parastina medya şehîd dikeve. Tiştê ku ji wî dimîne kenê germ, hevaltiya xurt û tekoşîna serketinê ye.

Çavkanî: Stêrka Sor

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jimara nû ya kovara Xwebûn derket

Nivîsa Pêş

Kemal Kurkut, wê tim jiyan bike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Kemal Kurkut, wê tim jiyan bike

Kemal Kurkut, wê tim jiyan bike

Ciwanên Şehbayê dest bi pîrozbahiya 15’ê Tebaxê kirin

Ciwanên Şehbayê dest bi pîrozbahiya 15’ê Tebaxê kirin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîlla: Gerîlla û Rastiya Jiyanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çemçemal û Ranya' yê çalaki berdevaminRanya ve Çemçemal’de eylemler sürüyor

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.