Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK bang li partiyên siyasî û rewşenbîran kir: Helwest Bigrin!

KCK'ê biryara hikumeta Iraqê ya ji bo girtina sê partiyan şermezar kir û bang li hêzên demokratîk, rewşenbîr û saziyên civakî yên sivîl ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir ku li hemberî vê biryara neheq û antî demokratîk helwestê nîşan bidin.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
07/08/2024 - 13:52
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK bang li partiyên siyasî û rewşenbîran kir: Helwest Bigrin!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî biryara Iraqê ya girtina partiyan daxuyaniyek weşand.

KCK’ê got, “Sê partiyên siyasî yên legal ên li Iraqê karên siyasî dikin, bi hinceta ku têkiliya xwe bi tevgera me re heye biryara girtina wan hate dayin. Eşkere ye ku hikumeta Iraqê li ser daxwaz û zexta PDK û dewleta Tirk ev biryar wergirtiye. Lewma ev biryar bi temamî siyasî ye. Biryareke antî demokratîk e ku ti pêwendiya xwe bi hiqûqê re nîne. Ji ber vê biryara antî demokratîk em hikumeta Iraqê bi tundî şermezar dikin. Hikumeta Iraqê serî li ber zextên PDK û dewleta Tirk tewandiye û bi vî rengî dewlet û civaka Iraqê xistiye bin tohmeteke giran. Ev biryara antî demokratîk bûye rûreşiyek ji dewlet û civaka Iraqê re û bi vî rengî derbasî nava rûpelên dîrokê bûye.”

Di dewama daxuyaniya KCK’ê de hate gotin, “PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşînê ya Demokratîk li gorî destûra bingehîn a Iraqê ava bûne û di çarçoveya destûra bingehîn de karên siyasî dikin. Lewma sûcdariyên ku bi tevgera me re têkildar dikin û vê yekê jî ji bo girtina hersê partiyan dike hinceta girtinê, nêzîkatiyên bêbingeh û nehevgirtî ne. Ji bilî pejirandina fikrên Rêber Apo ti têkiliyeke rêxistinî ya van partiyên siyasî bi tevgera me re nîne. Li Rojhilata Navîn hêza sereke ya ku tevgera me pê re têkiliyê datîne dewleta Iraqê ye. Tevgera me bêyî ku tiştekî hêvî bike li dijî DAÎŞ’ê bi hawara gelê Iraqê ve beziya. Di çarçoveya daxwaz û vexwendina hikumeta Iraqê de hêzên me berê xwe dan wan deveran ku DAÎŞ lê bû, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirin û ev dever ji DAÎŞ’ê rizgar kirin. Hikumeta Iraqê ya wê demê bi rêveberiya tevgera me re hevdîtin kir, li pêşiya raya giştî spasiya tevgera me kir. Lê mixabin hikumeta Iraqê ya niha di nava nêzîkatiyeke berevajî vê de ye. Bi hêzên ku xwedî mejiyê DAÎŞ’ê ne têkiliyê datîne û li dijî tevgera me helwestê nîşan dide. Ev yek bi rengekî eşkere, berevajîkirina rastiyê ye, înkarkirina rastiyê ye. Bi ti awayî bi kêrî Iraqê nayê. Ha bi Tayyîp Erdogan re dimeşe ha jî bi DAÎŞ’ê re dimeşe, ti cudahî di navbera wan de nîne. Em careke din destnîşan dikin, ketina li pey Tayyîp Erdogan dewlet û civaka Iraqê ber bi metirsiyeke mezin ve dibe. Dewleta Tirk bi mejiyê neo Osmanî li herêmê li pey avakirina hegemonyayê ye. Êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd jî, nêzîkatiya li Iraqê jî ji bo vê armancê ne. Dewleta Tirk bi sorkirina şer dixwaze vê armanca xwe pêk bîne. Dewleta Tirk dixwaze Kurdan, Tirkan, Ereban, Yahûdiyan, Farsan û gel û mezhebên herêmê hemûyan bera hev bide û bi vî rengî armancên xwe yên neo Osmanî bi cih bîne. Têkiliya bi hêzên xwedî vî mejî, bendewariya ji vê têkiliyê hem şaş e, hem jî tê wateya xizmeta ji bo hêza dijber. Lewma em careke din bang li hêzên siyasî yên Iraqî, partî, rewşenbîrên Iraqî dikin ku bi berpirsyarî rabin, li hemberî vê rêveçûna ku dewlet û civaka Iraqê ber bi metirsiyê ve dibe helwesteke şênber û bi biryar nîşan bidin.”

GELEKÎ MANÎDAR E KU BIRYARA GIRTINA PADÊ DI SALVEGERA KOMKUJIYÊ DE HATE DAYIN

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî dewam kir:

“PADÊ di nava xelkê Şengalê de xwedî cihekî ye û bala xelkê Şengalê dikişîne. Gelekî manîdar e ku di salvegera 10’emîn a komkujiya Şengalê de biryara girtina PADÊ hate dayin. Ev yek bi rengekî eşkere tê wateya helwestek ji alîgiriya qirkirinê û xweşkirina dilê Tirkiyeyê. PADÊ partiyeke ku ji aliyê wan kesan ve hatiye avakirin ku dema DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kir derketin serê çiyê û Şengal neterikandin. Lewma rêxistineke têkoşînê ya demokratîk e ku li hemberî qirkirinê hatiye avakirin. Niha jî tê xwestin, partiyeke bi vî rengî bê girtin û hêzên ku di dema êrişa DAÎŞ’ê de ji Şengalê reviyan û xelkê Şengalê di nava qirkirinê de hiştin li Şengalê bêne serwerkirin. Ev helwest nêzîkatiya li gelê Şengalê, nêzîkatiya li Qirkirina Şengalê radixe pêş çavan. Di heman demê de nîşan dide ku Iraq bi destê hikumeta heyî ber bi şaşitiyeke çawa ve tê dehfdan. Tepisandina îradeya xelkê Şengalê xizmetê ji çareserkirina pirsgirêkên li Şengalê re nake, ji bilî girankirina pirsgirêkan encameke din bi xwe re nîne. Ev yek nêzîkatiyeke welê ye ku hem zerarê dide xelkê Şengalê hem jî Iraqê. Girtina PADÊ bi temamî plana dewleta Tirk û PDK’ê ye. Dewleta Tirk û PDK li ser Şengalê xwedî planan e û ji bo karibe van planên xwe pêk bîne hewl dide pirsgirêkên li Şengalê bêçareserî bihêle, kûr bike. Girtina PADÊ ji ber vê nêt û armancê ye.

Em vê biryara gelekî şaş, metirsîdar û antî demokratîk a hikumeta Iraqê careke din şermezar dikin. Em careke din dixwazin bala her kesên pêwendîdar bikişînin ser rêveçûna heyî. Divê were zanîn ku em ne tenê hikumetê, her wiha her kesên berpirsyar ji vê rêveçûnê berpirsyar dibînin. Lewma em careke din bang li hêzên Iraqî dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin. Her wiha divê hêzên demokratîk ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê, rewşenbîr, saziyên civakî yên sivîl li hemberî vê biryara neheq û antî demokratîk a bi destê dadgeriya Iraqê hate wergirtin, helwestê nîşan bidin û li kêleka xelkê Başûr, Iraqê û Şengalê bisekinin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çalakiyên Silavkirina 15’ê Tebax’ê: 14 DAGİRKER HATE CEZAKIRIN!

Nivîsa Pêş

Li Şehba’yê biryara girtina 3 partiyên siyasî ya Iraq’ê hate şermezarkirin

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Li Şehba’yê biryara girtina 3 partiyên siyasî ya Iraq’ê hate şermezarkirin

Li Şehba'yê biryara girtina 3 partiyên siyasî ya Iraq'ê hate şermezarkirin

Ciwanên Dem Partiyê: Tecrît Sûc e

Ciwanên Dem Partiyê: Tecrît Sûc e

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.