Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Serokê berê yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer: Bêdengî, tehlîke ye

Emîndarê berê yê Wezareta Pêşmergeyan ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer da zanîn ku bêdengiya Hikumeta Iraq û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk, metirsiyek mezine, Tirkiye li nav xaka Herêma Kurdistanê sucê şer dike.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
11/07/2024 - 11:15
di nav Analîz, Başûr, Êrîşên Dagirkeiyê, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Serokê berê yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer: Bêdengî, tehlîke ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Emîndarê berê yê Wezareta Pêşmergeyan ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer da zanîn ku bêdengiya Hikumeta Iraq û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk, metirsiyek mezine, Tirkiye li nav xaka Herêma Kurdistanê sucê şer dike.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK’ê ji bo dagirkirina tevahî xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Di rojên dawî de ev dagirkerî li ber çav û alîkariya PDK-Iraq’ê roj bi roj berfireh dibe. Dewleta Tirk dest bi şewitandin û valekirina gundên Başûrê Kurdistanê kiriye. Derbarê dagirkeriyê de, Emîndarê berê yê Wezareta Pêşmergeyan ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

‘Herêmê dixe bin destê xwe’

Cebar Yawer destpêkê balkêşa ser şerê ku Tirkiye dike û da zanîn ku Tirkiye 40 sale bi PKK’ê re şer dike û dixwaze bigihi armanca xwe. Yawer got ku niha zêdetirî xwe şer li nav Başûrê Kurdistanê de pêktê û wiha pêde çû; “Hinek caran dewleta Tirk êrişî ser xaka Herêma Kurdistanê dikir û vedikişiya, lê piştî sala 2019’an, êriş zêdetir bûn û herêmên Kurdistanê dixe bin desthilata xwe de. Herwiha baregehên leşkerî ava dike, bi taybet piştî sala 2021’an operasyon daye destpêkirin û ev yek hîn li Metîna ber bi çiyayê Biradost diçe û dewam dike. Niha nêzî Amêdiyê û herêmên din yên Sergelê û herêmên qezaya Soran bûye.”

Cebar Yawer destnîşankir ku Tirkiye êdî şerê dijî PKK’ê li nav xaka Başûrê Kurdistanê dike, li Rojavayê Kurdistanê jî şer dike û niha dixwaze li nav xaka Iraqê ev siyaseta xwe dewa bike. Li gorî Yawer dewleta Tirk dixwaze li derveyî herêmên xwe şer bike û ziyan negihîne herêmên xwe.

‘Dewleta Tirk dixwaze dervey xaka xwe şer bike’

Cebar Yawer balkêşa ser hejmara baregehên Artêşa Tirk yên li nav xaka Başûrê Kurdistanê jî û dibêje; “Dewleta Tirk li Dihok û Hewlêrê xwedî 80 baregehên leşkeriye, li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, Artêşa Tirk 40 kêlometre ketiye nav xaka Herêma Kurdistanê. Dewleta Tirk bivê yekê dixwaze şer ji Tirkiyeyê dûrbixe û derve bike. Li gorî ti yasayek navneteweyî dewleta Tirk nikare şer bike û baregehan ava bike. Ji ber ku divê rêz li xaka welatek din were girtin û hemû welat xwedî serwerîne. Biryara parlamentoya Tirkiyeyê her sal we dike ku dewleta Tirk ji dervey welatê xwe çalakiyên leşkerî pêkbîne. Ev êriş jî binpêkirina serweriya Kurdistanê ye. Rayedarên dewleta Iraqê dibêjin, ti peymanek bi Tirkiyeyê re nekirine ku rê bide Tirkiye bê nav xaka Iraqê û bi PKK’ê re şer bike.”

Di dewama axaftina xwe de Cebar destnîşnakir ku rawestandina êriş û bombebaranan jî erkê Hikumeta Federale, ev binpêkirina seweriya Iraqê ye û dikare li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî vê mijarê bixe rojevê û çareser bike. Yawer got ku Iraq dikare bi hemahengiya bi Herêma Kurdistanê vê pirsgirêkê çareser bike, lê bêdenge.

‘Ji bo çi kes dengê xwe dernaxe?’

Cebar Yawer da zanîn ku heya niha jî şer dewam dike, yên ku ziyanê dibînin jî xelkê gundên li herêmêne û wiha pêde diçe; “Ji bo çi kes dengê xwe dernaxe, xelkê bê guneh li ser sînor tên şehîd xistin, ev kiryarane hemû sucên şerin ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêktên. Êrişên dewleta Tirk ji kevin de pêktên, di van êrişan de hêzên kirêgir hene. Çekdarên ji Suriyeyê tînin, bi hêzên xwere, dijî Gelê Kurd didin şer kirin.”

‘Divê serî li diyalogê bidin’

Yawer balkêşa ser helwesta dijî dagirkeriya dewleta Tirk û got; “Bêdengiya Hikumeta Iraq û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya dijî êrişan metirsiyek mezine, ji ber vê jî xelk gundên xwe vale dikin, hertim balafên bê mirov li ser asîmanê Herêma Kurdistanêne û xelkê medenî di encama êrişan de şehîd dikevin. Piştî 40 salan şer û xwin rijandinê, ispat bûye ku ev pirsgirêkê bi hêzê çareser nabe. Divê dewlet berê xwe bide şêwazek din ya çareseriyê û dest bi guftugoyê bike. Divê Hikumeta Iraq Herêmê jî ji bo dawî li şer bê, rola xwe pêkbînin.”

Cebar Yawer dawiya axaftina xwe de diyarkir ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk binpêkirina yasaya navneteweyî û serweriya xaka Iraqê ye, divê serî li rêya aştiyê bide.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Şehbayê merasîma xiyabî ya şehîd Canfeda Efrîn

Nivîsa Pêş

Gerîlayan helîkopterek xistin

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Gerîlayan helîkopterek xistin

Gerîlayan helîkopterek xistin

Ciwanên enternasyonalîst avahiya çapemeniyê protesto kirin

Ciwanên enternasyonalîst avahiya çapemeniyê protesto kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.