Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Wê Yekitiya Jinên Ciwan hin zêdetir giringî bide komîn û meclisan

Edîtor: Nucan Serdoz
10/07/2024 - 22:56
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe, Rojava, Taybet, Video
Reading Time: 5 mins read
A A
Wê Yekitiya Jinên Ciwan hin zêdetir giringî bide komîn û meclisan
ParvekeTweet

HESEKÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya “Bi şoreşa Jin Jiyan Azadî em Rêber APO azad bikin” li bajarê Hesekê 5’emîn kongreya xwe lidar xist.

Di kongreya ku 600 delege beşdar bûn de hate destnîşankirin ku divê jinên ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û berfirehkirina pergala demokratîk a welat di mezinkirina têkoşînê de rola pêşeng bilîzin.

Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Hêva Bekir ku fikr û ramanên xwe yên der barê kongreyê de ji ajansa me re vegot, diyar kir ku jinên ciwan piştî xebat û kedekî dirêj îro piştî 5 salan kongreya xwe li dar xistin.

Bekir diyar kir ku kongre li Rêber APO, şehîdan û gerîlayan pîroz dikin û got, “Em Şehîd Vejîn, Şehîd Sara û Şehîd Bişeng bi rêzdarî û hûrmetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em vê kongreyê diyariya wan dikin.”

Bekîr diyar kir ku kongre di şert û mercên dijwar de pêk hatiye û got, “Tevî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê, bi moral û heyecan mezin hat lidarxistin.”

Heva Bekir da zanîn ku di kongreyê de mijara yekemîn têkoşîna jinên ciwan di xeta Rêber APO de bû û bal kişand ser girîngiya belavkirina fikir û felsefeya Rêber APO ji bo azadkirina her jineke ciwan.

Bekir da zanîn ku xebatên ku di serdema nû de wê herî zêde li ser bisekine dê komun û meclîs bin û got, “Xebatê Yekitiya Jinên Ciwan wê li ser esasê komîn-meclîs were meşandin da ku em bikaribin bi vê reyê xebatê xwe hin zêdetir berfirehtir bikin. ”

Di dawiyê de Heva Bekir diyar kir ku girîngiya xebatên xweparastinê yek ji mijarên kongreyê ye û got, “Îro xuya dike ku hemû dewletên hegemon û desthilatadar dixwazin dest bavejîn nasnameya jinê. Li ser jinên ciwan beramberê wan êrîşan çawa nasnameya xwe biparêzin, wê çawa xwedî cevhera xwe li derbikevin, hat niqaş kirin”

 

 

“Navê min Hêva Bekir. Îro pêncemin Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Hesekê hat li darxistin. Piştî demekê dirêj ji kar û xebatê jinên ciwan îro, piştî pênç salan kongreya me hat li darxistin. Di serî de em kongreya xwe Rêber APO, şehîdên şoreşê, hevalên ku di çeperan de şer dikin, wan pîroz dikin û vê kongreyê diyarî wan dikin. Heman demê de hevalên ku ev rê ji bo me vekirine û rêya me ronî kirine û di uxira vi welatê de gihiştin asta şehadetê wek; di şexsê Şehîd Bişeng, Şehîd Vejîn, Şehîd Sara em wan jî bi rêzdarî bi bîrtinin û bejna xwe beramberê wan ditewinin û em vî kongreya xwe diyariya wan dikin.

Îro piştî pênç salan Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan rixmê hemû rewşên heyî; êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li ser heremê;  jinên ciwan, bi moral, coş û heskirinekî pir mezin vî kongreyê xwe li darxistin. Me dît ku hewcedariyekê mezin heye ku ev kongre were li darxistin, taybet di tûzika Yekitiya Jinên Ciwan de me hewce dît ku guhertin werin çêkirin. Hemandemê de em kongreya xwe diyariya giyanê şehîdên meha Tirmehê ku nêzbûna Şoreşa 19 Tirmehê ye  dikin.

Di vi kongreyê de yekemin mijara ku li ser hat niqaşkirin rewşa Rêber APO li pergala îşkenceya Îmrali de bû. Sekna me wek jinên ciwan di xeta Rêbertî de çiye? Me ji bo fizikî azadiya Rêber APO xebatekî çawa daye meşandin? Ji bo jinên ciwanên ku di mal de di qadan de heta niha bin zordariyê de ne, li hemberê wan êrîşên li ser jin me wek jinên ciwan çiqas rexistina xwe mezin kir? Her wija ji bo azadiya her jinekê fikir û ramanên Rêber APO çî astê de hat belavkirin. Di heman demê de di demên pêşde kar û xebatên jinên ciwan de plansaziyên ku werin li darxistin çîne? Wê jinên ciwan çî xebat bidin meşandin? Ev yek hin zêdetir bi sistema nû de li ser were seknandin.

Wê Yekitiya Jinên Ciwan hin zêdetir giringî bide komîn û meclisan. Xebatê Yekitiya Jinên Ciwan wê li ser esasê komîn-meclîs were meşandin, da ku em bikaribin bi vê reyê xebatê xwe hin zêdetir berfirehtir bikin. Dema ku em xebatê xwe berfirehtir bikin emê tiştên ku em dixwazin wê demê berfirehtir bikin.

Hemandemê de me bal kişand li ser xebatên parastinê. Jinên ciwan wê çawa xebatê xwe ya parastinê berfirehtir bike? Bike xebatekê esasî  jinên ciwan re. Îro xuya dike ku hemû dewletên hegemon û desthilatadar dixwazin dest bavejîn nasnameya jinê. Li ser jinên ciwan beramberê wan êrîşan çawa nasnameya xwe biparêzin, wê çawa xwedî cevhera xwe li derbikevin, hat niqaş kirin. Wê jinên ciwan li ser esasê stratejiya Şerê Gel a Şoreşgerî xebatê xwe ya parastinê bide meşandin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Reqa lîga futbol ya taxan bi dawî bû

Nivîsa Pêş

60 saniyê de Nûçeyên Rojê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
60 saniyê de Nûçeyên Rojê

60 saniyê de Nûçeyên Rojê

Li Deriyê Sînor ê Uzumluyê veguhestina leşkerî

Li Deriyê Sînor ê Uzumluyê veguhestina leşkerî

Manşet

  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.