Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Dagirkeran êrişî Girê Bahar kirin, gerîla bi çalakiyan bersivê dide

Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve êrişeke giran li ser Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a li Zapê kir. Hêzên PDK'ê jî piştgirî dan êrişê. Hêzên gerîla jî bi çalakiyan bersivê didin êrişên dagirkeriyê.

Edîtor: Nucan Serdoz
04/07/2024 - 15:09
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Dagirkeran êrişî Girê Bahar kirin, gerîla bi çalakiyan bersivê dide
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

3’ê Tîrmehê saet di 21:00 de Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ve 17 caran hate bombekirin. Piştî êrişa balafirên şer, bi helîkopterên êrişê jî hate bombekirin. Artêşa Tirk a dagirker tevî bombardûmana giran hewl da bi helîkopteran ji xeta bajarê Amediyê û ji xeta Dêrelûkê leşkeran li qada Girê Bahar bi cih bike. Saet di navbera 22:00 û 23:00 de hêzên me dest li helîkopteran werdan ku hewl didan leşkeran dînin û helîkopteran nekarîn hêzên xwe dîne. Lê belê li aliyên rojava û rojhilat ên Girê Bahar danîn, ku hêzên me li wan qadan nîne.

PDK’Ê CAREKE DIN PIŞTGIRÎ DA ÊRIŞA DEWLETA TIRK

Artêşa Tirk a dagirker bi wesayitên zirxî û kepçeyan weke baskekî sêyemîn 4’ê Tîrmehê saet di 02:10’an bi rêya bejahî ji navenda bajarê Amediyê û ji nuqteya kontrolê ya Sergelê ya PDK’ê derbas bû û hewl da li derdora bendava li jorê gundê Sergelê bi cih bibe. Artêşa Tirk cara yekê ji navenda Amediyê, ji rêya fermî û ji nuqteyên kontrolê yên fermî derbas bû û hat heta bendava Sergelê.

GERÎLA BI ÇALAKIYAN BERSIVÊ DIDIN

Li dijî artêşa Tirk a dagirker ku hewl dide li Sergelê bi cih bibe, hêzên me çalakiyên bi bandor lidar xistin.

Saet di 09:10’an de dema ku dagirker li Sergelê li hev kom bûn, bi çekên giran li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker birîndar bûn û cebilxaneyeke dagirkeran hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Saet di 10:46’an de bi çekên giran li dagirkerên li Sergelê hate xistin.

Destwerdan û çalakiyên hêzên me yên li qadê yên li dijî dagirkeran dewam dikin.

3’ê Tîrmehê saet di 12:00 de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dema ketin nava liv û tevgerê, bi çekên giran dest li wan hate werdan û di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3’ê Tîrmehê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Xakurkê;

2’ê Tîrmehê dagirkerên di navbera Qadên Berxwedanê yên Şekîf û Şehîd Qehreman bi cih bûbûn, hatin kontrolkirin. Saet di 10:00 de bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Dema ku dagirkeran careke din hewl dan bikevin nava liv û tevgerê, careke din bi sabotajê lê hate xistin û li vir jî 2 dagirker hatin cezakirin.

3’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker destpêkê bi balafirên şer, piştre jî bi helîkopterên êrişê Qada Berxwedanê ya Şekîfê bombe kir. Piştî bombardûmanê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran hêzên xwe li Qada Berxwedanê ya Şekîfê danî.

Li herêma Metînayê;

30’ê Hezîranê saet di 10:30’î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hate lidarxistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk li çepereke dagirkeran xist. Li vê çeperê 5 dagirkre hatin cezakirin, çeper hate îmhakirin. Baskê duyemîn bi sekvaniyê sîstemên kamera yên mobesse yên dagirkeran kir hedef û 2 kamerayên mobesse îmha kirin.

30’ê Hezîranê di bombardûmanên artêşa dagirker ên li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê de 3 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wê piştre bi gelê me û raya giştî re bêne parvekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

1 û 3’ê Tîrmehê li herêma Qendîlê qadên Girê Casûcan, Gundê Komurtan 4 caran, li herêma Xakurkê qadên berxwedanê yên Sinînê û Şekîf 6 caran, li herêma Garê qadên Xêrê, Girê û Sêdarê 3 caran, li herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Dergelê û Golka 3 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 17 caran; bi giştî 33 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

3’ê Tîrmehê herêmên Metîna, Xakurkê û Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Şengal ê tûrnûvaya fûtbolê bi dawî bû

Nivîsa Pêş

Ji Bo Bîranîna Şehîd Çekdar Amed

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji Bo Bîranîna Şehîd Çekdar Amed

Ji Bo Bîranîna Şehîd Çekdar Amed

Yekîtiya Jinên Ciwan kongreya xwe 5’êmîn li dardixe

Yekîtiya Jinên Ciwan kongreya xwe 5'êmîn li dardixe

Manşet

  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.