Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li dijî qeyûm nobeda bênavber: Wê berxwedana me qeyûm têk bibe

Edîtor: Axin Mahir Dicle
04/06/2024 - 10:29
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Li dijî qeyûm nobeda bênavber: Wê berxwedana me qeyûm têk bibe
ParvekeTweet
COLEMÊRG – Hevşaredara Amedê Serra Bucak û parlamenter Onûr Duşunmez ên li Colemêrgê di nobeda li dijî desteserkirina şaredariyê de ne gotin: “Desthilatdarî çawa di 31’ê Adarê li Colemêrgê têk çû, em ê li dijî qeyûm jî heman berxwedanê nîşan bidin.”
Çalakî û nobeda li dijî binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûmê ser şaredariya Colemêrgê berdewam dikin.
Li Colemêrgê ji duh ve nobeda li dijî destserkirina îradeya gel ango şaredariya gel hatiye destpêkiririn berdewam dike. Hevserokên Giştî yên DBP’ê, parlamenterên DEM Partiyê û hevşaredarên DEM Partiyê duh li bajêr meş li dar xistin û li dijî desteserkirina îradeya gelê Colemêrgê nobed dan destpêkirin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunemz ên ji duh ve nobedê digirin diyar kirin ku ew qeyûm nas nakin û li dijî vê neheqiyê li ber xwe bidin.
‘DIVÊ DEV JI POLÎTÎKAYA QEYÛM BÊ BERDAN’ 
Hevşaredar Serra Budak da zanîn ku divê carek din zîhniyeta qeyûm li ser axa wan xwe serdest neke û got: “Me di hilbijartinê de carek din dît ku gel qeyûm naxwaze û ji zîhniyeta qeyûm re dibêje, ‘êdî bes e’. Her wiha me carek din dît ku qeyûm di warê polîtîk de têk çûne. Desthilatdarî jî viya dibîne lê dîsa jî di tayînkirina qeyûman de israr dike. Desthilatdarî şaredariyên ku bi hilbijartinê wernegirt, dixwaze bi zilmê û qeyûman desteser bike. Helbet ev ne polîtîkayek rast e û divê desthilatdarî demildest dev ji vê polîtîkaya xwe berde.”
‘DIVÊ RÊZ LI MAFÊ HILBIJARTINÊ YÊ KURDAN BÊ GIRTIN’ 
Bucak destnîşan kir ku gel li dijî qeyûman xeta têkoşînê ava kiriye lê gel carek din bi zîhniyeta qeyûman re rû bi rû maye û ew ê li dijî vê zîhniyetê li ber xwe bidin û got: “Em li tu şaredariyên xwe qeyûman naxwazin. Em ê bi piştevanî û hêza gelê xwe sepanên antîdemokratîk bi dawî bikin û bi desthilatdariyê paş ve gav bidin avêtin. Tu feydeya qeyûm ne li gel dibe û ne jî li siyaseta Tirkiyeyê. Pêwîste hurmet ji mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd re bê girtin. Çawa ku ev zîhniyet li Wanê û Hîlwanê bi ser neket, wê li Colemêrgê jî bi ser nekeve. Divê têkoşîn û berxwedana me bênavber û bêwestan berdewam bike û em ê çalakiyên xwe demokratîk berdewam bikin.”
‘HINCETÊN HATINE NÎŞANDAN BÊBINGEH IN’ 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez jî anî ziman ku tu aliyek hiqûqî yê biryara tayînkirina qeyûm tune ye û wiha axivî: “Hevşaredarê me Siddik Akiş bi darbeya darazê di binçavan de ye. Danişîna doza hevşaredarê me ku di sala 2014’an de hatiye destpêkirin, roja 5’ê hezîranê wê bihata lidarxistin. Bêyî ku biryara vê dozê bê dayîn, lêpirsînek di sala 2024’an de dane destpêkirin û bi vê hincetê hevşaredarê me kirin binçavan. Biryara veşartin û sînordarkirinê li ser dosyeyê heye Hê em bi naveroka dosyeyê nizanin. Wezaret û daraz dixwaze ji bo girtina hevşaredarên me ji xwe re bingehek ava bike. Em ê li dijî vê neheqiyê mafên xwe yên demokratîk bikar bînin.”
‘PIŞTGIRÎ BIDIN BERXWEDANÊ’ 
Duşunmez diyar kir ku ew ê li her devera Colemêrgê li dijî neheqî û desteserkirina îradeya gel di nava berxwedanê de bin û wiha axivî: “Em dibînin ku polîsên wan li dijî îradeya gel bêpîvan tevdigere. Em van bêhiqûqiyên wan qebûl nakin. Em ê bi berxwedana xwe qeyûmê wan têk bibin. Çawa di 31’ê Adarê de tevî hemû seferberiya dewletê ya li Colemêrgê, desthilatdarî û zîhniyeta xwe têk çûn, em bi berxwedan û têkoşîna xwe ji qeyûmê tayînkirine re jî bibin bersiv. Em banga xwe ji bo hemû gelê xwe li vir dubare dikin; baweriya kî bi demokrasiyê û hiqûqê heye divê werin piştevaniya berxwedana me bikin û her di nava piştevaniyê de bin.”
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji MAK’ê li Gever û Nisêbînê çalakî!

Nivîsa Pêş

Nasnameyên gerîlayên şehîd hatin eşkerekirin

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Nasnameyên gerîlayên şehîd hatin eşkerekirin

Nasnameyên gerîlayên şehîd hatin eşkerekirin

Yekîneyên Mêrdîn’ê yên YCWK(Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê) li hember qeyumê çalakî

Yekîneyên Mêrdîn'ê yên YCWK(Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê) li hember qeyumê çalakî

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.