Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

HPG: Şehîd Mehmet Yildirim lehengek bû ku ji welatparêziyê tawîz neda

HPG'ê diyar ku welatparêz Mehmet Yildirim di 24'ê Gulana 2024'an de li navçeya Licê ya Amedê li pêş çavên malbata wî bi hovane hate qetilkirin û got, "Em şehîdên malbata Yildirim û hemû şehîdên xwe yên kiryar diyar bi hurmet û minet bi bîr tînin."

Edîtor: Nucan Serdoz
27/05/2024 - 13:24
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG: Şehîd Mehmet Yildirim lehengek bû ku ji welatparêziyê tawîz neda
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Mehmet Yildirim ê hate qetilkirin 3 salan li girtîgehê hatibû hiştin û ji sekna xwe ya welatparêziyê ti carî tawîz nedabû.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Têkoşîna heqîqetê ya dayikên me yên Şemiyê ku bi daxwaz, îrade û biryardariyeke mezin dimeşîin kete hefteya 1000’emîn. Aqûbeta bi hezaran şehîdên gelê Kurd ku jê re kiryar nediyar tê gotin, lê belê her kes zane ku kiryar dewleta Tirk a qirker bi xwe ye, îro jî hîn zelal nebûye. Em têkoşîna dayik û malbatên şehîdan a ku ji cîhanê re bûye mînak, bi hurmet silav dikin.

Mixabin êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a qirker ên li dijî gelê Kurd ê bêguneh îro jî bi giranî dewam dikin. Li gundê Nenyas ê navçeya Licê ya Amedê di 24’ê Gulana 2024’an de welatparêzê hêja Mehmet Yildirim ji aliyê dewleta Tirk ve li mala xwe û li pêş çavên malbata xwe bi hovane hate qetilkirin. Dewleta Tirk a faşîst ku dijminê sondxwarî yê geê Kurd e, beriya niha jî ji malbata Yildirim Adnan Yildirim di 3’ê Hezîrana 1994’an de tevî Savaş Bûldan û Haci Karay hate revandin û qetilkirin. Pismamê Şehîd Mehmet Yildirim Medenî Yildirim di 18 saliya xwe de di 28’ê Hezîrana 2013’an di dema çalakiyeke şermezarkirinê de ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû qetilkirin.

BI HOVANE ÊRIŞ KIRIN Û ŞEHÎD XISTIN

Mehmet Yildirim ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve sala 2008’an hate girtin û 3 salan li girtîgehê hate hiştin, mirovekî me bû ku ji sekna xwe ya welatparêziyê ti carî tawîz neda. Li gundê xwe, li cih û warê xwe bi malbat û nasnameya xwe bi rengekî bi rûmet dixwest bijî, yekane armanca xwe ev bû. Dewleta Tirk a qirker çawa ku ferdên din ê vê malbatê bi xwînxwarî qetil kir, bi hovane êriş bir ser Mehmet Yildirim jî û ew şehîd xist. Vê bûyerê careke din nîşan da ku her kesayetekî Kurd ê azad ku di jiyaneke bi rûmet de israr dike, di hedefa dewleta Tirk a qirker de ye. Gerîla yan jî mirovekî sivîl be, ferq nake. Mehmet Yildirim weke mînakeke mezin a welatparêziya Kurdistanê serî li ber dijmin netewand, teslîm nebû û mîna milîtanekî fedaî ji bo parastina rûmeta xwe ya welatparêziyê li ber xwe da, şer kir û şehîd bû. Ev sekkna welatparêziya bi pîvan a Mehmet Yildirim lehengiyeke gelekî bi rûmet e. Ji ber ku nexwest careke din dîl bikeve destê dijminê qirker û di vê oxirê de şehadet da ber çavên xwe.

Di şexsê Şehîd Mehmet Yildirim de em hemû şehîdên malbata Yildirim û şehîdên xwe yên kiryar diyar bi hurmet û minet bi bîr tînin. Ji bo hêjayî sekneke bi vî rengî ya welatparêziyê ya bi rûmet û hêja bin, em soz didin ku têkoşîna xwe hîn mezin bikin û xwîna wî li erdê nehêlin. Em ji malbata Yildirim a hêja û tevahiya xelkê xwe yê Licê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Di heman daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker agahî hatin dayin. Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

24’ê Gulanê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê bi çekên nîv otomatîk li kepçeyekê hate xistin û karê vê kepçeyê hate rawestandin.

24’ê Gulanê saet di 15:25’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

26’ê Gulanê saet di 15:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li kepçeyê hate xistin ku rê çêdikir. Di encamê de kepçe hate îmhakirin.

26’ê Gulanê saet di 17:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan, derb li çeperekê hate xistin.

26’ê Gulanê saet di 15:16’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Metînayê;

25’ê Gulanê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

25’ê Gulanê saet di 20:30’î de û 27’ê Gulanê saet di 00:10’an de li Qadên Berxwedanê yên Golka û Dergelê hêzên me dest li helîkopterên êrişê werdan.

26’ê Gulanê saet di 11:30’î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di encama vê çalakiyê de kepçeyek ku li qadê rê çêdikir, hate rawestandin.

BIKARANÎNA ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ

Êrişên artêşa delweta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

24, 25 û 26’ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 53 caran bi gazên kîmyewî û 4 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

24 û 25’ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 8 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

25’ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

ÊRIŞ

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

25 û 26’ê Gulanê li Herêma Xakurkê qadên Kolît, Sinînê, Xinêrêya Jor 3 caran, li Herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Dergelê, Şêlazê û Bazê 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qada berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li Herêma Garê qadên Zêvkê, Deşta Kafya 4 caran; bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

24, 25 û 26’ê Gulanê li Herêm Metînayê qadên berxwedanê yên Golka û Dergelê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji ciwanê ku ji bo gerê hate Mêrdînê agahî nayê wergirtin

Nivîsa Pêş

HPG: AKSUNGUR SÎHA li esmanên Qendîlê hate xistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: AKSUNGUR SÎHA li esmanên Qendîlê hate xistin

HPG: AKSUNGUR SÎHA li esmanên Qendîlê hate xistin

Li Reqa ji bo xwendekar çalakiyên werzîşê

Li Reqa ji bo xwendekar çalakiyên werzîşê

Manşet

  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.