Enter your email Address

Çarşamba, Temmuz 30, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Heta wergirtina encamê em berxwedanê mezin bikin

KJK'ê bang li tevgerên jinan û gelan kir ku xwedî li doza Kobanê derkevin û got, "Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê encamên giran ên vê doza kûmpasê tine bihesibîne, çalakiyên xwe yên berxwedanê mezin bike û heta wergirtina encamê têbikoşe."

Edîtor: Nucan Serdoz
17/05/2024 - 11:47
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 7 mins read
A A
KJK: Di sala 46’an de em jiyana demokratîk hîn bi xurtî ava bikin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê têkildarî biryarên Doza Kobanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Êrîşên AKP-DAÎŞ’ê ku dijminê Kurdan û jinan e yên li ser Rojava û Şengalê bi saya berxwedana mirovahiya cîhanê, jinan û gelan hate têkbirin û ji bo hilanîna tola vê têkçûnê darizandinên Doza Kobanê yên ne kêmî dadgehên Serxwebûnê dan destpêkirin. Doz bi birîna cezayên giran li siyasetmedarên HDP’ê di serî de hevserokên giştî û aktîvîstên tevgera jinê bi dawî bû. Beriya her tiştî em dixwazin diyar bikin ku biryarên Doza Kobanê yên hevkarên AKP-MHP-DAÎŞ ên dijminê jinan û Kurdan, ji bo gelan û mirovahiyê di hukmê tinebûnê de ne, ji aliyê siyasî û hiqûqî ve jî wê bêne pûçkirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Doza Kobanê tevî ku bi îdîaya raperîna 7-8’ê Cotmehê hate destpêkirin jî ku hingî gelê me yê Bakurê Kurdistanê li dijî êrîşên DAÎŞ’ê ji bo piştgiriya bi gelê Rojava rabû ser piyan, ev doz ji aliyê AKP-DAÎŞ’ê ve ji bo nixumandina sûcên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd, jinan û dagirkeriyê yên li Şengal û Rojava, ji bo tarîkirina komkujiya sivîl a di çalakiyên 7-8’ê Cotmehê de hatin kirin û ji bo astengkirina darizandina vê yekê di asta neteweyî û navneteweyî de hate destpêkirin. Bi vê armancê di Doza Kûmpasê ya Kobanê de konsepta krîmînalîze û tasfiyekirina siyaseta demokratîk xistin meriyetê, xwestin mafê siyasetê yê Kurdan û jinan tine bikin û mirovahiya mezin a ku xwedî li berxwedana Kobanê derket ceza bikin. Di serî de hevserokên HDP’ê li siyasetmedar, siyasetmedarên jin, Kurd, çep û sosyalîstan cezayên giran hatin birîn ku ev yek tê wateya cezakirin û îzolekirina têkoşîna hevpar a gelên cîhanê, Kurdan û jinan.

‘ARMANC QIRKIRINEKE NÛ YE’

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku ji bo rejîma xwe ya qirkirinê rizgar bike û statuya mêtingeriyê ya navneteweyî ya Kurdistanê dewam bike, stratejiya xwe ya belavbûna li Rojhilata Navîn bi Neo Osmanî û senteza Tirk-Îslamê xiste dewrê. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê damezrîner û rêveberê rêxistina terorê DAÎŞ’ê ye. Li Rojhilata Navîn stratejiyeke nû ya êrişê ya neteweperestî, zayendîperestî û olperestiyê xiste dewrê, êriş bir ser şoreşa Rojava û Şengalê, li dijî jinan û gelê Kurd sûcê qirkirinê kir. Armanca têkiliya AKP-DAÎŞ’ê avakirina rejîmeke qirker a herêmî ya nû ya li dijî gelê Kurd e, raperîna demokratîk a bi pêşengiya jinan û gelan li cografya Ereb destpê kir bi olperestiya tundrew dejenere bike û bitepisîne. Bi vî rengî bi hevkariya AKP-DAÎŞ’ê dixwaze Rojhilata Navîn ji aliyê hegemonîk ve jinûve mêtinger û kontrol bike. Mirovahiyê û gelên Rojhilata Navîn bi aqil û dilê xwe êrîşên AKP-DAÎŞ’ê li dijî tevahiya mirovahiyê weke gefekê dîtin û li dora berxwedana Kobanê berxwedaneke mezin a mirovahiyê afirandin. Li Kobanê jinan, gelan, hêzên demokrasî û azadiyê bi ruhekî berxwedanê yê enternasyonal ê nû şer kirin û bi ser ketin. Bi berxwedana Kobanê re AKP-DAÎŞ hate têkbirin, qirkirina gelê Kurd, hegemonya mêtingeriyê ya navneteweyî û dîktatoriya li ser gelên Rojhilata Navîn têk çû, stratejiya belavbûna li Rojhilata Navîn a li ser bingeha tifaqa dij bi Kurd hate têkbirin.

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo vê hilweşînê rawestîne li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurd plana têkbirinê xiste dewrê, Rêber Apo tecrîd kir, li ser Rojava dest bi şerê dagirkeriyê kir, li hemberî gerîla bi çekên taktîk nukleer û kîmyewî dest bi êrîşên îmhayê kir, li Bakurê Kurdistanê jî ji bo tasfiyekirina siyasetê pêvajoya Doza Kobanê da destpêkirin. Herî dawî di danûstandinên bi hikumeta Iraqê re bi Projeya Rêya Pêşketinê nêta xwe ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tevlîkirina Mûsil û Kerkûkê li nava xaka Tirkiyeyê nîşan da, bi vî rengî dest bi amadekariyên operasyona leşkerî kir. Lê belê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de gelê me û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê têk birin, li dijî tayînkirina qeyûm bi serhildana Wanê bersiv hate dayin û gel û jinên Kurd nîşanî cîhanê da ku têk naçe. Şefê faşîst Erdogan ji bo karibe hêza ku li cîhanê û herêmê winda kiriye ji nû ve bi dest bixe, ji vê rewşa têkçûnê rizgar bibe û êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd dewam bike dest bi gotina ‘asayîbûnê’ kir û ji bo belavkirina hêzên demokratîk ên di hilbijartinê de ava bû û bidestxistina înîsiyatîfa siyasî polîtîkayek xiste dewrê. Di vir de armanc tenêhiştina hêza çareseriya demokratîk û berxwedana demokratîk a gelê Kurd, tecrîdkirin e. Di vir de armanc ew e ku hêza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ku di hilbijartinê de xwe nîşan da û rojeva parçekirina tecrîda li Îmraliyê belav bike. Di vir de armanc tafiyekirina ykîtiya têkoşînê û hêza demokratîk e ku li dijî faşîzmê serketin bi dest xist. Di çarçoveya vê armancê de rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li hemberî Kurdan, jinan û hêzên demokratîk rejîma tecrîdê ya Îmraliyê bi cih tîne. Divê bê zanîn ku asayîbûyîn tenê bi danûstandinên li ser bingeha lêgerîna li çareseriya demokratîk a bi muxatabên pirsgirêka Kurd dibe, bi rakirina tecrîda li ser Rêber Apo dibe. Tecrîda li Îmraliyê û rejîma qirker tê wateya îzolekirin û tecrîdkirina Kurdan û biryarên encamê yên Doza Kobanê jî bi vî rengî hatin wergirtin.

BANGA LI GEL Û RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ

Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê encamên giran ên vê doza kûmpasê tine bihesibîne, çalakiyên xwe yên berxwedanê mezin bike, heta ku encamê werbigire têkoşînê dewam bike. Di serî de Îmrali li dijî tecrîd û êrişên li ser girtîgehan hemûyan wê her kolanan veguherîne qada berxwedanê.

Li ser vê bingehê em bang li raya giştî ya demokratîk dikin; Li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku li hemberî berxwedana jinan û gelan têk çûye, têkoşîna parçekirina sîstema tecrîdê û mezinkirina berxwedana çareseriya demokratîk xurt bikin. Û biryarên Doza Kobanê pûç bikin.

Banga me li rêxistinên jinan ên li cîhanê, jin û gelê Kurd e!

Em bang li tevgerên jinan hemûyan û gelan dikin ku xwedî li doza Kobanê derkevin, xeta berxwedanê ya jinan a bêhmpa ku li dijî DAÎŞ’ê hate meşandin biparêzin, nîşan bidin ku berxwedana bi rûmet a gelan û azadiya jinê nayên darizandin û sûcên qirkriinê yên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê darizînin.

Di serî de Konseya Ewropayê em bang li hemû saziyên navneteweyî yên hiqûq û mafên mirovan dikin ku berpirsyariyên xwe bic ih bînin, mafên gelê Kurd nekin qurbanê bazarî û berjewendiyên siyaset û dewletê.

Li hemberî êrîşên tolhildana polîtîk û qirkirina Kurdan ên dewleta Tirk divê hêzên demokrasiyê û aktorên polîtîk ên cîhanê dest ji helwesta ‘bi fikar in’ berdin û helwestê nîşan bidin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK: Dadgeha ku cezayê girtîgehê li siyasetmedaran biriye, dadgeheke qirkirinê ye

Nivîsa Pêş

21 kes li Wanê hatin girtin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş

21 kes li Wanê hatin girtin

Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin

Werîşe Muradî piştî 3 rojan çalakiya xwe dawî kir

Manşet

  • “Sê dilên paqij rê nîşanî me dan, îspat kirin ku parastina jîngehê û welat ne ji hev cuda ne.”
  • Komîteya Ragihandina Komalên Jinên Ciwan ji bo Bîranîna Şehîdan Klibek Çêkir
  • Andok: Zimanê medyayê bêbaweriyê kûrtir dike
  • Bermal Çem: Werin Em Destê Rêberê Xwe Bi Sloganên Azadiya Xwe Xurt Bikin
  • Efrîniyên li Heseke şahiyan li dardixînin
  • Malpera Ocalanvigil nû bû
  • Li Marsîlyayê Festîvala “Bi Rêbertiya Azad re Rêxistinkirin, Bi Ciwanên Pêşeng re Ber bi Serkeftinê Ve Diçin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Bermal Çem: Werin Em Destê Rêberê Xwe Bi Sloganên Azadiya Xwe Xurt Bikin

    Bermal Çem: Werin Em Destê Rêberê Xwe Bi Sloganên Azadiya Xwe Xurt Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Sê dilên paqij rê nîşanî me dan, îspat kirin ku parastina jîngehê û welat ne ji hev cuda ne.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Garip Nurhak: Meşa Dirêj Dê Ber Bi Azadiya Rêber Apo Ve Biçe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Andok: Zimanê medyayê bêbaweriyê kûrtir dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Endamên Meclîsa Ciwanan li dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Kona Çalakiya Nobetê Vekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Ragihandina Komalên Jinên Ciwan ji bo Bîranîna Şehîdan Klibek Çêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Malpera Ocalanvigil nû bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.