Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

NPG: Şehîdên Meha Gulanê Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got: "Em meşa xwe ya; ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ her roj berfirehtir bikin û diyar dikin ku em bi biryar in bîranîna şehîhên xwe bi serketinê tacîdar bikin."

Edîtor: Nucan Serdoz
16/05/2024 - 13:15
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG; “Gelê me bawerîya nûçeyên şerê taybet a dagirkeran neke”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel got: ‘’Di meha Gulanê de gelek kadroyên pêşeng û milîtanên pêşeng ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û têkoşîna şoreşa Tirkiyeyê tevlî karwanê şehîdan bûn. Yek ji damezrînerê partiya me û hevrêyê Rêber Apo û şoreşgerê enternasyonal ê pêşeng hevrê Hakî Karer di 18’ê Gulana 1977’an de şehîd bû. Ji ber vê yekê jî ji aliyê Partiya me û gelê me ve 18’ê Gulanê weke “Roja Şehîdan” û meha Gulanê jî weke “Meha Şehîdan” hatiye qebûlkirin û îlankirin.’’

 NPG’yê di daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman: 

“1’ê Gulanê roja şehadeta Abdulkadîr Çûbûkçû, fermandarê eyaleta Garzanê Ramazan Kaplan (Celal Hoca) û  fermandarê hêja yê herêma Cûdîyê Hamza û hevalên wî ye. 2’yê Gulanê jî  roja şehadeta fermandarê me yê ewil Mehmet Karasûngûr, hevrê Îbrahîm Bîlgîn û fermandarên me yên Qada Navîn Azad Sîser û Çekdar Amed e. Her wiha di 4’ê Gulana 1937’an de jî bi destpêkirina Qirkirina Dersimê bi deh hezaran kurd hatin qetilkirin û gihîştin mertebeya şehadetê. 6’ê Gulanê roja şehadeta Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan e. 9’ê Gulanê jî roja şehadeta ji milîtanên PJAK’ê yên hêja Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemholî, Elî Heyderiyan Ferhad Vekîlî û  yek ji fermandarê pêşeng ê HBDH’yê hevrê Ûlaş Bayraktaroglû ye. 11’ Gulanê roja şehadeta Hozan Mizgînê (Gûrbet Aydin) ye. 12’ê Gulanê roja şehadeta Leyla Qasim û çar hevrêyên wê ye. 16’ Gulanê roja şehadeta hevrêyên me Hêlîn, Salih û Ozan û bi dehan hevrêyên me ye.  18’ê Gulanê roja şehadeta Çaran e (Ferhat Kûrtay, Eşref Aniyik, Mahmût Zengin û Necmî Oner) û pêşengê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya ye. 19’ê Gulanê jî roja şehadeta Halîl Çavgûn û Muslum Baran e. 22’yê Gulanê jî roja şehadeta 16 hevrêyên me ye ku di sala 2001’ê de li Çewlikê ji aliyê dewleta Tirk ve bi çekên kîmyevî hatin şehîdkirin.  25’ê Gulanê jî roja şehdeta  Ahmet Kesîp (Cemşîd) û fedaîyên pêşeng ên Tabûra Nemiran a hevrê Andok û Êrîş e. 27’ê Gulanê roja şehadeta hevrê Îsmaîl Nazlikûl (Kasim Engin) e. 31’ê Gulanê jî roja şehadeta  pêşengên şoreşa Tirkiyeyê  Sînan Cemgîl û hevrêyên wî ye. Ji ber ku bi hezaran leheng di vê mehê de bi awayekî destanî li berxwe dane û şehîd bûne, meha gulanê bûye meha şehîdan û wateyek mezin qezenç kiriye. Em di 47’emîn salvegera wî de di şexsê pêşengê me yê mezin hevrê Hakî Karer de şehîdên Meha Gulanê û hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranîna şehîdên xwe bi tacîdarkirina têkoşîna xwe zindî bihêlin.

MEŞA PKK’Ê MEŞA TOLHILDANA ŞEHÎDAN E

Partiya me PKK li ser bingeha ku bersiva herî watedar û rast bide şehadeta hevrê Hakî Karer ji aliyê Rêber Apo ve hatiye avakirin. Wate û nirxa ku Rêber Apo daye şehîd û meqama şehadetan, veguherandina wî ya rastiya şehîdan bi heqîqeteke mezin a îdeolojîk li manewiyat û pîvana têkoşînê, kesayeta PKK’ê diyar kiriye. PKK di têkoşîna xwe ya nîv sedsalê de bêhejmar leheng şehîd daye, lê yek ji wan ji bîr nekirye, xwîna wan li erdê nehiştiye, ala wan dewr girtiye û pêş ve biriye, hewl daye her şehîdê xwe bike sedema têkoşîneke bi bandortir û bibe layiqî şehîdan. Weke ku hevrêyê me Şehîd Serxwebûn Serhed di peyama xwe ya dawî de diyar kir; Di şexsê milîtanên PKK’ê de dîrok û neteweyek bi ser dijmin ve diçin û hesab dixwazin. Meşa PKK’ê meşa dîrokî ya hesapxwestin û tolhildana şehîdan e. Şehîdên me ne tenê weke leheng şehîd bûne, di dil û mejiyê gelê me ya ku dil daye PKK’ê de hestên herî esîl avakirine, hêrsa me xurt kirine, cesareta me mezin kirine, baweriya me zêde kirine, hêviya me zindî hiştine, manewiyata me zêde kirine û jiyana azad bi girek girek afirandine. Ji ber vê yekê şehîdên me, bûne heqîqetên me yên dijîn, meşaleya me ya azadiyê ku her tim rênîşander in û bûne hêza me fermanê ku me rêvebibin. Partiya me PKK’ê ku li ser van rastiyan bûye “Partiya Şehîdan”, îro jî bi şopdariya xeta şehîdan têkoşîna xwe ya azadiyê bêyî dudilî didomîne.

Artêşa Şehîdên Nemir a PKK’ê  di têkoşîna me ya azadiyê de ku bênavber didome, her roj mezintir dibe, her şehadet, her destana lehengiyê ku tê nivîsandin û sekna fedayî ya Apoyî me ber bi serkeftinê ve dibe. Dema em dikevin sala 48’emîn Meha Şehîdan, em dibin şahîdê meşa şehadeta lehengî ya hevreyên xwe ku li her derê Kurdistanê bi lehengî liberxwe didin, bi sekn û serê xwe xeta şehîdan herî baş temsîl dikin. Heta ku zarokên Kurdistanê yên ku bê tirs şer dikin û bi cesareteke mezin têdikoşin hebin, doza me ya azadiyê wê tu carî têk neçe û teqez wê bi ser bikeve.

Em Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê ku di pêşengiya Partiya Şehîdan PKK’ê de şer dikin, diyar dikin ku em ê her tim bibin şopdarên xeta şehîdan, meşa xwe ya; ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ her roj berfirehtir bikin û em bi biryar in bîranîna şehîhên xwe bi serketinê tacîdar bikin û zindî bihêlin. Li ser vê bingehê em careke din bi rêzdarî û minetdarî şehîdên xwe bi bîr tînin û em soza xwe dûbare dikin ku em ê tu caran ji parêzvaniya jiyaneke layiqî bîranînên wan tawîz nedin û têbikoşin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêber APO: Rêyeke din ya jiyankirinê bê şûr û sîleh nayê girtin

Nivîsa Pêş

HPG: Milîtanê Apoyî yê hêja Armanc Mervan şehîd ket

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Milîtanê Apoyî yê hêja Armanc Mervan şehîd ket

HPG: Milîtanê Apoyî yê hêja Armanc Mervan şehîd ket

HPG: Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî dewam dikin

HPG: Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî dewam dikin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.