Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Îbrahîm Êzîdî: Ger Şerêk nû destpê bike ji şerê germ zêdetir wê şerê taybet be

Edîtor: Nucan Serdoz
09/05/2024 - 21:35
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Îbrahîm Êzîdî: Ger Şerêk nû destpê bike ji şerê germ zêdetir wê şerê taybet be
ParvekeTweet

ŞENGAL- Di çarçoveya serlêdanên dawiyê li Iraqê, metirsiyên li ser jiyan û otonomiya civakên bindest li rojhilata navîn, hemwext bûyîna destpêkirina operasyona dagîrkariya artêşa faşîst û qirker û êrişên bênavber a li ser ragihandina azad, ragihandinkarê Azad, Îbrahîn Êzîdî bi ajansê me ya Nûçe Ciwan re axifî û bi berfirehî çavdêriyên xwe wiha anî ser ziman;


“Di serî de ez Rojnamevan Îbrahîm Êzîdî. Spas ji bo vê derfetê kû we avakiriye kû çavdêriyên xwe li ser herêmê û geşedanên kû diqewime ji were bînim ser ziman.

Yek ji mijarên esasiyê kû em niha behs bikin, kû hemû cîhanê eleqedar dike, hemû rojhilata navîn taybetî û gelê Kurd û derveyê gelê Kurd eleqedar dike rewşa Rêber Apo ye. Taybetî jî tecrîda girankirî a li Îmraliyê ye. Ev guhertinên kû derdorê me de çê dibin hem aliyê siyasî de hem jî aliyê leşkerî de girêdayê rewşa li Îmraliyê ye. Ji ber niha em di rewşek wisa de ne kû şerê desthilatdariyê li aliyêk tê kirin. A din jî weke tevgera azadiyê û em bibêjin di şexsê Serokatiyê de şerek ji bo pêkanîna demokrasiyê û aşîtiyê li cîhanê de dike. Aliyê desthilatdar diyarin kû kîne, em bibêjin dewletên heye, welatên niha heye piraniya xwe ji bo desthilatdariya xwe û zêdetir karibin xwe li ser pêya bihêlin şerekî didin meşandin. Mînak em bibêjin Emerîka şer li hember demokrasiyê dikir. Li hemberî projeya netewa demokratîk dide meşandin ne bi navê xwe bi navê dewleta Tirk pêşengtî ji şerê li dijî netewa demokratîk û biratiya gelan re dike. Her kû diçe hêza a kû gel ji Rêber Apo girtî li cîhanê belav dibe. Beriya niha tenê em bêjin gelê Kurd tenê Rêber Apo weke Rêberê xwe didît lê ema niha em jî dizanin li seranserê cîhanê miletên din jî gelên din jî ya kû bi rastî jî ferq kirine kû bi salane keda van têne xwarin û zilm li ser van têne ferz kirin, tenê rêya çareseriyê di fikir û ramanê Rêbertiyê de dibînin. Ev hişyarbûyina gel metirsiyê li ser hêzên desthilatdar çê dike. Êdî hêzên desthilatdar jî ji bo karibin niha cihên weke Rojava, Şengal, Mexmûr xwe bi avayek xweser xwe rêvedibin, pîlan û komplo çêdike.

Serlêdanên Erdogan nîşana şikestina dewleta Tirk e.

Hêzên hegomon weke Emerîka û Rusya nikarin li hember PKK’ê şer bikin ji ber PKK’ê hêza xwe ji gel digre. Nikarin raste rast li hember rêxistinê şer bikin nikarin şer bikin. Bi vê armancê bi salane li dijî PKK’ê û tevgera azadiyê şerek tê meşandin. Şerê tên meşandin jî taybet van salên dawiyê de di 23’ê Nîsanê de operasyona dagîkerî ya li ser herêmên parastina medyayê 3 salê xwe tîjî dike. Şer derbasê qonaxêk nû bûye. Ruxmê ewqas desteka NATO, ewqas çekên kimyewî ya cûrbicûr kû bikartîne, ev 3 salên dewleta Tirk nikariye gavêk ber bi pêş bavêje. Hêzê kû 3 sal nikaribe gavêk nû bavêje ew tê maneya şikestinê. Dewleta Tirk şikestinên pir mezin jiyan dike. Hem di helbijartinê de hem jî di şerê xwe ya li hember gerîla de şikestinek mezin jiyan kiriye. Niha jî Dewleta Tirk a dagîrker a dixwaze operasyonek nû ya dagîrkeriyê di Başûrê Kurdistanê bide destpê kirin. Ji bo kû operasyona kû beriya 3 sala destpê kiriye bidawî bike. Ji bo kû bikare desteka Iraqê bigre ew serdana Iraq û Hewlêrê kir. Serlêdanên Erdogan nîşana şikestina dewleta Tirk e. Weke gotinêk me dibêjin xwe avêtine ber lingê wan. Dixwazin Iraqê li hember PKK’ê bidin şer kirin. Weke tê xuya kirin tiştê kû Erdogan dixwest nikariye li hevdîtin bi Iraqê re bidest bixe. Dibêjin di 26 xalê de lihev kirine û li ser ragihandinê van mijaran eşkere kirine. Di çarçoveya projeya herêma ewleh bi Iraqê re di nava diyalogê dene. Iraqê negotiye ne lê ji vê rewşê re ne amadeye. Niha xalên di nava îtafaqa van de berbiçave grêdayê mijara ekonomiyê ye. Ger em dîroka dewleta Tirk meyze bikin fêm dikin kû ger ji bo şerêk topeyekûn amade ba ewê operasyonek berfireh di dîroka 23’ê Nîsanê dabûya destpê kirin lê diyare xitmandin jiyan dike. Li ser vê esasê çû Hewlêrê û pêşwaziya vî û xemilandina Hewlêr bi ala Tirkan planek pêşwext bû. Bêguman hazirtî ji bo operasyon û êrişêk hemwext di qadên xweser weke çiyayên azad, Rojava, Şengal û Mexmûrê dikin. Taybetî di cihên weke Şengalê kû sîstema netewa demokratîk rêve diçe di nav hedefa wan deye.

Ev êrişên kû li ser Ragihandina Azad têne kirin bêguman wê bê bersiv namînin


Ji bo vê jî yê kû heya niha rê li ber planên dagîrkeriya Tirk girtiye ragihandina azad e. Ragihandina kû di tevahî Kurdistanê de xwedî rol û mîsyonek berbiçave. Di qadên şer a gerîla de rastiyan bi tempoyek bilind derdixe pêş û şikestina dewleta Tirk bi avayek şenber dide nîşan dan. Bi vê amancê li başûr, bakûr û derveyê welat êriş dikin ser navendên ragihandina azad. Di planêk pêşwext de li Belçîka êrişî navenda Stêrk Tv û Medya Haberê kirin. Ev jî nîşana rastî û hêza ragihandina azad e. Dixwazin bi êrîşirina li ser ragihandin karên azad gav paş de bidin avêtin. Di heman demê de ev nêzî 200 roje ji Silêman Ehmed agahî nayê girtin ev jî rastiya van nîşan dide. Ev êrişên kû li ser Ragihandina Azad têne kirin bêguman wê bê bersiv namînin. Ji alîyê kedkar û rojnamegerên azad ve ewê bi têkoşîn û xebatê berfireh kirin bersivê van were dayin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Helbest ji bo Rêber APO

Nivîsa Pêş

ROJEVA 10’Ê GULAN 2024’AN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 1’Ê GULAN 2024’AN

ROJEVA 10'Ê GULAN 2024’AN

2’emîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk dest pê kir

2'emîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk dest pê kir

Manşet

  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.