Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Pişt perdeya Sînema ya gelê Kurd û rastiyên dînamîzma şoreşê

Edîtor: Nucan Serdoz
03/05/2024 - 7:01
di nav Analîz, Çand, Hûner û Spor, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 7 mins read
A A
Pişt perdeya Sînema ya gelê Kurd û rastiyên dînamîzma şoreşê
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Ji pênûsa Siware Şaho

Pişt perdeya Sînema ya gelê Kurd û rastiyên dînamîzma şoreşê…

“Di dîroka sînemayê de yekemîn fîlmê ku Kurdên Êzidî yên li Ermenîstanê dijîn bi şiklê fîlmeke epîk nîşan da Zareh e ku di sala 1926’an de li Rûsyayê hatiye çêkirin û fîlmçêkerê ermenî Hamo Bek Nazariyan; Lê berhemên sînemayê yên Derhênerê Yilmaz Guney, wek Rama (1978), Dîwar (1983) û fîlmê Tahsîn Şadeş (1982) dikarin ji bo teşekirina derhênereke nû ya sînemayê Dunst gava herî cidî bavêjin.

Behman Ghobadî di sala 199’5an de kurte belgefîlma xwe çêkir, ku di nav belgefîlmên herî serkeftî yên Îranê de bû û herî zêde xelatên navneteweyî wergirt.

Di sala 1999’an de fîlm ya bi navê “Dema hespên serxweş” bi Kurdî û li erdnîgariya Kurdistanê bi çîrok û lehengên xwecihî, sînorên etnîkî û neteweyî derbas kir.


Sînema ne tenê dinyaya vî kesî ye ku wê çêdike. Divê em wê weke encama bandorên vê dinyayê pêktînin, encama hawîrdorê, normên civakî, çandê û nirxên siyasî wê bibînin. Di dawiya dawî de heger em ê mirovî weke encama tevahiya bandoran û helbet weke hebûneke civakî binirxînin, naxwe van pêvajoyan tesîr li kesayetî, karakter û hizra wî ya dinyayê kiriye. Em xwe nexapînin. Gava li meydanekê peyva Kurd tê bilêvkirin, êdî ev veguheriye şêwazekî têkoşînê û êdî ji vê tişta hatî gotin serbixwe, bûye xwedî maneyeke siyasî. Weke mirovên ku bi rengekî ji rengan têkiliyek bi sînemayê re danîne, em nikarin tiştên em ê bibêjin, sembolên xwe û kadraja xwe ji vê û wêde biqulibînin. Berdêleke êşên kişandî ya sîstemîk heye, kokên çandî yên kêfxweşiyên me, îroniya ecêbmayîna me, ev hemû hestên me ava dikin, rê didin ber sînemaya me. Ji ber vê yekê sînemaya em dikin, sîyasî ye.


Wêjevan, hunermend û d
erhênerên roja me ya îro di bin bar û berpirsiyariyeke giran de ne. Berpirsiyariyên mezin ên wekî parêzvaniya welat û neteweyekî parçekirî, çêkirina awayên têkoşînê, xwegirtina bi nirxên çandî, têkoşîna ji bo jiyanê, bîrewerbûn û bîrewerkirin li ser milên wan in. Di nava sînemaya Kurdî de di vê peywendê de hewldanên mezin tên dîtin. Ji pêvajoya fikr a filmekê heta bi pêvajoyên amadekarî, girtina dîmenan û sêwirandinê, ji bo van karan xwebexşî û ked divê. Hewl tê dayîn ku têgeha “welat” a ku derhênerên bêdewlet xwe didin ber berpiriyariya wê, di sînemayê de eşkeretir û xuyatir be. Filmên ku bi Zerê dest pê kirin û xwe gihandin Kurdistana qedexekirî ya Yilmaz Guney, weke ku rabihurî û bîra vê sînemaya me bin. Behmen Qubadî dinyaya Kurdên Rojhilat a li ser sînor di navbera mirin û jiyanê de hatiye danîn û trajediya wê radixe ber çavan. Kilometre Zero ya Huner Salim dike ku em di nava rastiya nakokane ya Başûrê Kurdistanê de geh bi bişirîn û geh bi xemê bigerin. Di sînemaya gerîla de di filma Bêrîtan a Halîl Dag de em şerê xiyanet û berxwedana li hawîrdora Kurdan dibînin, em dibin şahidê wê yekê ku gerîlaya jin Bêrîtan bi bîrewerî û hêrsa dîrokî bersivê bide vê rewşê. Bi dehan filmên din ên weke van hene ku di mejiyê me de cihê xwe girtine.


Çawa ku şoreş berhema têkoşîn û şerê kolektîf e, sînemaya şoreşê jî divê bibe berhema aql, hest û keda kolektîf. Di vê peywendê de tevahiya pêvajoyên filmekê, encama hatina cem hev a gelek mirovan û bi vî awayî xebitîna wan e; ew bêyî ku li benda berdêleke madî bin, li ser esasê xwebexşiyê vê dikin. Ew avayê hilberînê yê ji bo kara madî, nihêrîna yekperest ku sînemaya pîşesaziyê ferz dikin, red dike. Ji bo wê nihêrîna pirrkirdeyî, berjewendiyên kolektîf û parvekirina bi xelkê re ya bêyî ti tirs û fikara madî esas e. Di vê çarçoveyê de meseleyek heye ku divê sînemavanên Kurd ji bîr nekin; sînema ji bo xelkê tê kirin, û heger bi sed zor û belayî piştî pêvajoyên zehmet û buha xelk xwe bigihîne filmên bi zimanê xwe, ev ji bo me hemûyan kêmasiyek e.


Li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşê re tevahiya îmkanên wê bi xwe, ne tenê ji bo sînemayê, ji bo tevahiya meydanên huner û xizmeta civakî dibe, derfetên pirr mezin diafirîne. Heger em di warê sînemayê de li meseleyê binihêrin, ji amadekirina mekanên diyar ên girtina dîmenan, bikaranîn û xwegihandina wan heta bi hin pediviyên sehneyê, aktoriyê, kedkariyê, karkeriyê, her tişt di nava derfetên şoreşê bi xwe de ye. Ev jî ji bo ku sînemaya Kurdistanê li ser esasên rast û duristtir geş bibe xwedî cihekî mezin e. Di vê peywendê de xisûsa filmekê serketî dike, ne tenê mijara filmê ye, lê belê elaqedarî awayê çêkirina wê ye jî. Heger em ê bibêjin li Kurdistanê ziman û çalakiya sînemayê şoreş e, hingê divê em yekparebûna aql û hesta kolektîf li her derê biparêzin û ragihînin.
Rastiyek e, pêdiviya sînemaya Kurdî ji bo ku bibe xwedî ziman û terzekî xwe bi xwe, divê bêhtir bibe xwedî tecrûbe û berhem. Heta ku berê kameraya me li kolanê, li çiyê û li milet be, heta ku têkoşîna jiyana azad di awa û cewherên filman de xwedî rola sereke be, û heger em ruhê xwe yê sînemayê yê gelekî ciwan nekin qurbanê tevnên bazarkirinê yên global û terzên wan, li Kurdistanê sînemaya şoreşê wê weke bizaveke nû ya sînemayê mezin û berfireh bibe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 3’Ê GULAN 2024’AN

Nivîsa Pêş

‘Kesên jîngeh û lawirên Kurdistanê naparêzin, ti ferqa wan ji dijminên Kurdan nînin’

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
‘Kesên jîngeh û lawirên Kurdistanê naparêzin, ti ferqa wan ji dijminên Kurdan nînin’

‘Kesên jîngeh û lawirên Kurdistanê naparêzin, ti ferqa wan ji dijminên Kurdan nînin’

Hunergehat Welat klîba nû ya taybet ji bo zarokan weşan kir

Hunergehat Welat klîba nû ya taybet ji bo zarokan weşan kir

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • CenazeyênʺŞehîdgeha Garzanêʺhatin revandinGarzan’da şehit cenazeleri kaçırıldı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Başûr: ‘Li dijî êrîşên dagirker em ê bibin mertal’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.