Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Navê hevrêyê xwe yê şehîd li xwe kir û têkoşîna wî didomîne

Bijî Stêrk Amed ku piştî şehadeta gerîlayê HPG’ê Bijî Amed a di 14’ê Nîsana 2020’an de navê wî li xwe kir û tevlî nava refên gerîla bû, ev yek got: ‘’Heval Bijî Amed tim rûken bû. Gelê me jî û hevrêyên wî jî gelekî ji wî hez dikirin.’’

Edîtor: Nucan Serdoz
13/04/2024 - 12:15
di nav Biranîna Şehîdan, Ciwan, Giştî, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Navê hevrêyê xwe yê şehîd li xwe kir û têkoşîna wî didomîne
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Gerîlayê HPG’ê Bijî Amed (Harûn Kardaş) di 14’ê Nîsana 2020’an de di şerê li dijî dewleta Tirk de li herêma Licê ya Amedê tevlî karwanê şehîdan bû. Bijî Amed di Newroza 2015’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê yên azad û tevlî nava refên gerîla dibe. Bijî Amed perwerdeya gerîlatiyê ji fermandarên Amedê yên nemir Azad Sîser, Eylul Amed û Evîn Amedê distîne. Gerîla Bijî Amed li Amedê heya roja şehadeta xwe li hemberî dijmin têkoşîneke bênavber nîşan da.

Bijî Stêrk Amed ku li gel Şehîd Bijî Amed li heman qadê di nava refên gerîla de li ber xwe daye, qala naskirina Şehîd Bijî Amed, lixwekirina navê wî û tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla kir.

 

Bijî Stêrk Amed got ku dijmin di sala 2020’an de dema ew li qada Apê Mûsa ya Amedê herêm dorpêç kir û wiha qala wê yekê kir: ‘’Dijmin bi 3 helîkopterên Skorsky operasyon dabû destpêkirin. Me jî xwest em ji herêmê derkevin. Wê demê temenê min biçûk bû, ez 15 salî bûm. Şehîd Bijî ji min re got ku tu li vir bimîne, ger tiştek bi me hat, hevalan agahdar bike. Min jî dixwest ez jî şer bikim, lê got na nabe, tu neyê, hewce ye em te biparêzin. Min jê re got ku ma te ji min re negotibû ku em ê heya dawiyê bi hev re li ber xwe bidin, got ku niha ne dema wê ye, em ji vir xilas bibin û soz em ê dîsa bi hev re li ber xwe bidin û bi hev re bin. Piştre me hev hembêz kir û ew çûn. Dema ku Heval Bijî çû ji dilê min derbas bû ku êdî ku em ê careke din hev nebînin. Min li dû bang kir û min got di saet di 5’an de li cihê ku me gotî em ê hev bibînin, wî jî got temam. Piştî derbasbûna pirê şer dest pê dike. Heval Bijî li wir şehîd dibe. Dema ku em li gel çûn ser pirê, dijmin ez girtim û destên min kelepçe kirin. Wan ez bi erdê kaş kirim û fermandarê wan ji jor hat û ji min re got ku ma min ji te re negot tevlî van karan nebe û pêhn li zikê min xist. Piştre wan ez birim li ser pirê, li cem panzêrê û heqaret li min, gerîla û Rêbertî kirin.

Li wir êşkence li min kirin. Piştî êşkenceyê ez birim li binê pirê, wê demê min fêm kir ku Heval Bijî şehîd bûye. Êşkence li cenazeyê wî dikirin, lingên girê dabûn û li erdê kaş dikirin. Ji bo ku min bitirsînin, li ber çavên min ev êşkence dikirin. Cenaze anîn li ba min ji bo ku ez bîbînim û dubare êşkence lê kirin. Piştre wan ez birim cihekî din, li wir jî tîmên taybet hatin û êşkence li min kirin, piştre ez xeriqîme. Dema ku ez hatim ser hişê xwe, ji laşê min xwîn diherikî, destên min kelepçekirî bûn û ez li erdê bûm. Dema ez rabûm kelepçeya destên min vekirin, ji ber ku hem temenê min biçûk bû û hem jî çapemeniyê ev yek kişandibû, nekarîn min binçav bikin. Lê belê piştî min ku bihîst kesekî têkildarî min agahî daye wan û min bihîst ku wê min binçav bikin, ez derbasî cihekî din bûm. Cihekî me yê ku me ji bo payîzê çêkiribû hebû, ez derbasî li wir bûm. Heval wê demê ne ne li wir bûn, ji ber ku operasyon jî hebûn. Piştre ez ji wir derketim û derbasî girekî bûm û li wir jî êrîşan dest pê kir. Piştî ku ew herêm jî ji destê me derket ez 2 mehan li qadê mam. Hevalan nedikarî ji derve werin. Piştî pêvajoyeke dijwar min xwe gihand hevalan.’’

GELÊ ME JÎ HEVRÊYÊN WÎ JÎ GELEKÎ JI ŞEHÎD BIJÎ HEZ DIKIRIN

Bijî Stêrk bi van gotinan qala lixwekirina navê navê Şehîd Bijî Amed û tevlîbûna xwe kir: ‘’Hê ez tevlî nava refên gerîla nebûbûm. Tevî ku ez zarokekî 15 salî jî bûm, êşkenceya ku dijmin li min û cenazeyê gerîla kir bû sedem ku li cem min hêrs û nefreteke mezin peyda bike. Li hemberî polîtîkayên qirêj ên dijminî  êdî ne pêkan bû ku ez di nava pergalê de bi rehetî bijîm. Ev yek bû sedem ku ez biryara tevlîbûnê bidim û min berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Ji bo layiqbûna şehîdên me yên ku li ber çavên min hatin qetilkirin, min navê Şehîd Bijî Amed li xwe kir.

Min Şehîd Bijî Amed hê ji zarokatiya wî ve nas dikir. Di zarokatiyê de em hevalên hev bûn. Heval Bijî Amed di Newroza 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû, jixwe piştre pêvajoya Rêveberiya Xweser dest pê kir. Wê demê ez hê zarok bûm, wî ez hilgirtim ser milên xwe û em çûbûn çalakiya li Licê. Hîsên pir cuda û biqîmet li cem min peyda dibûn. Heval Bijî bi nêzîkatiya xwe tesîreke mezin li hemû hevalan dikir. Heval Bijî tim dikeniya tim rûken bû. Hem gelê me hem jî hevrêyên wî gelekî ji wî hez dikirin. Ji destpêka tevlîbûna xwe heya şehadeta xwe tim li Amedê ma. Di Newroza 2015’an de tevlî bû û di 14’ê Nîsana 2020’an de nemiriya xwe îspat kir. Heya şehadeta xwe li hemû qadên Amedê ma. Tim ji Rêbertî re name dinivîsand û li cem xwe digirtin. Mezintirîn xeyala wî ew bû ku rojekê Rêbertî li Amedê bibîne.’’

Bijî Stêrk Amedê herî dawiyê helbesteke ku Şehîd Bijî Amed jê hez dikir xwend.

Çavkanî: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê Nasnameya gerîla Eser Warşîn eşkere kir

Nivîsa Pêş

HPG: Li Zapê Dagirkerek Hate Cezakirin, Mobesseyek Hate Îmhakirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Li Zapê Dagirkerek Hate Cezakirin, Mobesseyek Hate Îmhakirin

HPG: Li Zapê Dagirkerek Hate Cezakirin, Mobesseyek Hate Îmhakirin

Li Sîba Şêx Xidir turnuvaya futbolê hat destpêkirin

Li Sîba Şêx Xidir turnuvaya futbolê hat destpêkirin

Manşet

  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.