Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin

Edîtor: Nucan Serdoz
19/03/2024 - 17:59
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
ParvekeTweet
MÊRDÎN – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê di Newroza Nisêbînê de axivî, banga “Li ber deriyên Washingtonê negerin, deriyên Îmraliyê vekin û bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin” li desthilatê kir.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye”li Qada Newrozê ya li hemberî Parka Cegerxwîn pîrozbahî kirin. Di saetên serê sibê de bi hezaran kes herikîn qadê. Welatiyên bi flamayên kesk û sor û zer hatin qadê her tim dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.
Ji ber demekî dirêj polîsan noxteyên kontrolê venekirin, ketina qadê çênebû. Welatiyên pişt re ketin qadê li ber muzîkên li ser dikê dihatin lêxistin demekê govend gerandin. Pîrozbahiya ku her deqîqa çûyî coşa wê zêdetir bû, jin bi cilên xwe yên neteweyî beşdar bûn. Bi hatina qadê ya Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan coş zêdetir bû. Bi hezaran kes bi yek dengî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kir.
Hunermendan bi dorê derketin ser dikê. Li qadê posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate vekirin. Posterê Ocalan li qadê hate gerandin. Her wiha pankarta “Azadiya min azadiya gelê min e” hate vekirin.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxist.
‘GELO KURD DÊ ZINCÎRAN PERÇE BIKE’ 
Piştî ku agirê Newrozê hate vêxistin, parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, wiha bang li desthilatê kir: “Vîna li vê qadê bibînin, hûn nikarin vê vînê desteser bikin.”
Hevşaredarên Nisêbînê yên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û namzetên hevşaredariyê jî derketin ser dikê û gel silav kir.
Yek ji Dayikên Aştiyê Perîhan Altûg jî wiha axivî: “Em ê aştiyê û azadiyê bînin. Vê qadê vê vînê bibînin. Gelê kurd dê bi berxwedana xwe van deriyên hesin, van zincîran perçe bike.”
Aktîvîsta TJA’yê Adalet Fîdan, girtiyên jin bi bîr xist û wiha got: “Em ê têkoşîn û berxwedana xwe her tim mezintir bikin. Em ê pergala hevserokatiyê belavî hemû cîhanê bikin û em ê qet tawîzê nedin.”
TURK: BI TECRÎDÊ NIKARIN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN 
Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr bi hev re derketin ser dikê. Namzet Devrîm Demîr, Newroza kesên tev li pîrozbahiyê bûne pîroz kir.
Turk jî bal kişand ser hilbijartinên nêzîk dibin û diyar kir ku dê bersiva qeyûman bidin. Turk, qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Hûn nikarin bi tecrîdê bi zilmê pirsgirêka kurd çareser bikin. Heta ku gelê kurd negihe demokrasî û azadiyê gelê tirk jî azad nabe. Werin em pirsgirêka kurd çareser bikin, em bi aştiyeke birûmet pirsgirêka kurd çareser bikin.”
Di pîrozbahiyan de kevokên aştiyê hatin firandin. Parlamentera berê Gulser Yildirim jî di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Ev Newroz bû nîşaneya hilbijartinên 31’ê Adarê. Nisêbîn dê xwedî li vîna xwe derkeve.”
Parlamentera Mêrdînê Berîtan Guneş Altin û Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Elîf Bûlût jî girse silav kir.
OZTURK: ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî ev tişt gotin: “Qada Newrozê ji van faşîst û yekperestan re peyamekê dişîne. Wezîrên Karên Hundir, Karên Derve, Wezîrê Maliyeyê li ber deriyên Washingtonê negerin. Deriyên Îmraliyê vekin, bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Bila hemû pirsgirêkên me çareser bibin. Ev qad ji gelê tirk re jî dibêje ku ‘ji bo ev şer demildest bi dawî bibe, hewl bidin’. Bi dijminatiya kurdan hûn nikarin bigihin cihekî. Di vê hilbijartinê de em ê ji dijminên kurdan û demokrasiyê re bibin bersiv. Em ê bersiveke mezin bidin.”
Ozturk ê got ku “Em li dijî şer aştiyeke birûmet diparêzin” wiha lê zêde kir: “Dem dema azadî û serkeftinê ye.” Di dema axaftina Ozturk de ji qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bilind bûn. Ozturk, bi gotina “An em ê serbikevin an em ê serbikevin” axaftina xwe bi dawî kir.
Pîrozbahî bi govendên hatin gerandin re bi dawî bû.
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Newroza Êlihê çendek nîşe

Nivîsa Pêş

Pankarta “Azadiya min azadiya gelê min e” ya Newroza Nisêbînê hate vekirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Pankarta “Azadiya min azadiya gelê min e” ya Newroza Nisêbînê hate vekirin

Pankarta "Azadiya min azadiya gelê min e" ya Newroza Nisêbînê hate vekirin

Êrîşa polîsan a li dijî meşa piştî Newrozê ya Êlih û Nisêbînê: Ciwanan bi keviran bersiv dan

Êrîşa polîsan a li dijî meşa piştî Newrozê ya Êlih û Nisêbînê: Ciwanan bi keviran bersiv dan

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.