Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

ŞÎRHELALA BOTANÊ BÎŞENG

Edîtor: Nucan Serdoz
18/03/2024 - 14:40
di nav Biranîna Şehîdan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
ŞÎRHELALA BOTANÊ BÎŞENG
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- “Her Şehîdek Felsefeya Jiyanê ye.” Rêber Apo dema behsa vê yekê dike rola me ya li beramberî şehîdan hîn baştir tîne bîra me. Tê fêhmkirin ku tenê girêdana hestiyarî ya şehîdan nikare bibe xwedî derketinek ya rast. Felsefeya xwedî derketina wê ango rê û rêbaza wê ya herî girîngtir e. Şehîdan jiyan kirin, xwe li gor wê her gav perwerde kirin, her gav pêkanîn û her gav li pey şopa pêkanîna armanca wan bûyîn dikare bibe xwedî derketina rast. Ev wê gavê nabe deynek yê me, dibe sereke armanca me. Wê demê em dikarin bêjin felsefeya şehîdan jiyan dikin.

Heval Bîşeng jî yek ji wan hevalane ku mirov her kêlî jiyan û têkoşîna wê ji xwe re bike felsefe, pê bawer bike û xwe bi wê jiyanê gurçûpêç bike. Girtina navê wê jî xwedî derketinek wiha bi nirx tê. Navê Şehîd Bîşeng ya ku di zindanên Şirnexê de yek kêlî jî serî netewandî. Wê ev berxwedanî kir felsefeya tevahî jiyana xwe û heta dawiyê jî li ser vê seknê jiyan kir.

Heval Bîşeng di nava malabateke pir hêja ya bi nirxên azadiyê ve girêdayî di sala 1988’an li welatê xerîbiyê Lozana Îsvîçreyê hat dinê. Hem bi şehadeta birayê xwe Şehîd Brusk hem jî ji şehadetên malbata mezin pir bandor bû. Ev girêdan hişt ku dîsa wek malbat li welatê xwe vegerin. Li Cizîra Botan ya ku yek ji keleha berxwedaniya çanda Kurde, bi çîrokên serhildêran mezin bû. Piştî berê xwe da zanîngehê rastiya têkoşînê, rastiya jina Kurd, mêtîngerî û dagirkeriya dijmin hîn zêdetir nas kir. Bi van hestan sala 2010’an tevlî nava refên azadiyê bû. Di tevahiya têkoşîna xwe de li 4 beşên Kurdistanê xebat û têkoşîna xwe da meşandin. Tevahiya keda xwe da li ser ciwan û jinên ciwan. Xwast wan ciwanan li ser bîrdozî û rastiya Rêber Apo perwerde bike, zana bike û bike layîqê gelê xwe yê berxwedêr. Bi vê helwestê hezaran ciwan şiyar bûn û berê xwe dan rastiyê. Bi sedan ji wan jî bûn qehreman. Heval Bîşeng jî bi vê keda xwe bû fermandarê qehremanan.

Heval Bîşeng kesayetek bi girtina hêza îdeolojiya Apoyî her tim jixwe bawer û serbilind bû. heta dawiyê sade, dilnizm û rûgeş bû. Êşên ku gelê me jiyan dike, her tim ji nava dilê xwe hîs dikir û vê yekê hestên tolhildanê di sekna wê de dabû rûnişkandin. Bi vî awayî li kûderê her çi erk be digirt ser milê xwe û bê dudilî xwe gihand serkeftinê. Çanda Botanê ya berxwedêr û serhildêr di nava têkoşînê de ji xwe re kir pîvan, hem li hindûr hem jî li derve bû parêzvana lêheng. Ev sekna wê birayên wê jî pir bandor kir. Piştî beşdarbûna wê ya di nav PKK’ê de, 2 birayên wê jî şopa wê û birayê wê yê şehîd Heval Birûsk şopand.

Yên ku dixwazin têkoşîna jinê ya li hember pergala baviksalarî fêhm bikin, yên ku dixwazin têkoşîna gelê me ya li hemberî qirkirinê fêhm bikin, pêwiste li jiyana Heval Bîşeng binêrin û xwe fêhm bikin. Bi her awayî mînaka fedayî ya li ber çavê me ye. Bê gûman behsa şehîdekî kirin ne hêsan e. Li gor felsefeya rastiya wê, jiyan kirinê dixwaze. Ew tovên li ser dilê Rêberê me ne ango tovên hebûnê ya daristana jiyana me ne.

Ji bo jiyanê xweşik bikin şehîd ketin cûda ye, ji mirinê hezkirin cûda. Di oxira çi de dibe bila bibe şer kirin cûda ye, şerfiroşî cûda. Li pey hevalên xwe yên şehîd bi serbilindî sekinandin cûda ye, wek qurbanekê lê meyzekirin cûda. Lehengên gelê me bi hezkirinê tên afirandin, mezin kirin û her yek ji wan ji nav û jimarekê zêdetirin. Sekna me û dilê bi wan kesan re ye yên ku xwîna zarokên xwe li ti kesî helal nakin. Ji ber wê te ew şîr li xwe helal kir Bîşenga hêja, Keça Botanê. Hezar silav ji te û wê sekna te re.

Çavkani: Rojev Mexmur

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di Newroza Stenbolê de posterê Rêber APO hate vekirin

Nivîsa Pêş

Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin

Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin

KJK: Newroza îsal wê bibe wesîleya azadiya Rêberê me

KJK: Newroza îsal wê bibe wesîleya azadiya Rêberê me

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.