Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Besê Erzîncan: Dijî desthilatdarî û dewletê divê têkoşîn bê meşandin

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan anî ziman ku şêweyê têkiliyê yê sîstem ferz dike jinê dike kole û got, "Li dijî mejiyê desthilatdarî û dewletê divê têkoşîn bê meşandin. Eger têkoşîn neyê kirin hevaltî û têkiliyeke rast nikare bê danîn.

Edîtor: Nucan Serdoz
16/02/2024 - 12:56
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Mijarên Girîng, Nirxandin, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 5 mins read
A A
Besê Erzîncan: Dijî desthilatdarî û dewletê divê têkoşîn bê meşandin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan tevlî bernameya ‘Xwebûn’ a Jin TV bû û têkildarî hezkirin û têkiliyên malbatê bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Baysal.

Besê Erzîncan gotina “Ez nabêjim divê malbat bi temamî bê tunekirin, lê dikare bê guhertin” a Rêber APO bi bîr xist û qala nêrîna Tevgera Azadiya Jinê ya li mijarê kir.

Besê Erzîncan anî ziman ku modernîteya kapîtalîst her tim li ser koletiya jinê ava bûye û got, “Dema ku mirov bala xwe didin ser netewe dewletan, tê dîtin ku malbat êdî bi temamî di bin kontrola delwetê de ye. Ji ber ku her tişt di destê mêr de ye. Malbat jî li gorî serweriya mêr hatiye avakirin. Çavkaniya bingehîn a hiyerarşî û otorîteyê, malbat e. Xanedanî li Rojhilata Navîn jî gelekî girîng e. Gelek mirovên li ser desthilatdariyê mîna malbatekê dixebitin. Gelek dewletên Ereb mîna malbatê li ser desthilatdariyê ne. Malbatên Bedîrxan, Talabanî, Barzanî jî bi vî rengî ne. Erdogan jî dixwaze heman tiştî bike. Mêrek ji bo malbatê ava bike her tiştî dike. Ji ber ku enerjî û mejiyê jinê asê dike. Dibe xwedî zarok, wan mezin dike, li malê jiyaneke teng dijî. Dema ku derdikeve derve jî ji ber ku agahî û rêxistiniyeke xwe nîne hîn jî li gorî îdeolojiya malbatê dijî. Malbat di nava netewe dewletê de xwedî roleke nebaş e. Jinê dike kole, her wiha mêr jî qaşo dike reîsê malê û dixe bin kontrola xwe. Ji bo zarokan paşerojeke xurt nîne, kes guh nade zarokan. Zarok li nava malbatê nikarin bi rengekî baş mezin bibin. Her malbatek weke amûreke desthilatdariyê hate bikaranîn.”

Besê Erzîncan bal kişand ser têkiliyan û got, “Jiyan ji jin û mêr pêk tê. Di navbera wan de bêguman wê têkiliyek, hevaltiyek hebe. Têkildarî Kurdistanê rewş çi ye, divê mirov bala xwe bidin ser vê mijarê. Berê têkiliya jin-mêr hîn bêhtir xwe dispart hezkirin, hurmet û jiyana bi hev re. Lê belê êdî ev guherî, divê em vê jî nîqaş bikin. Her kes dibêje ‘eşq’. Gelo ev bi rastî eşq e? Em rewşa jin û mêr, nêzîkatiya li hev dinirxînin, dibînin ku di vir de xapandineke mezin heye. Sîstem bi xwe şerekî taybet e. Ev şerê taybet li Kurdistanê xwe dispêre xapandinê, derewan, bi rengekî qirêj û hovane tê meşandin. Jin ji her tiştî bêpar têne hiştin, li malê tê asêkirin, li derve timî tê kontrolkirin, destûr nayê dayin ku bibe ya xwe, destûr ji wekheviya jin û mêr re nayê dayin. Di rewşeke bi vî rengî de çawa qala eşqê dikare bê kirin? Hezkirin xwe dispêre kîjan bingehê? Eger mêr her tim biryarê dide, bi ya xwe dike, îradeya jinê li ber çavan nayê girtin, hingî çawa qala têkiliyeke erênî dikare bê kirin?

Bala xwe bidin ser Kurdistanê; divê mirov vê yekê gelekî cuda binirxîne. Dema ku têkoşîna me mezin dibe, jin dibe xwedî îrade, êrîşên herî qirêj û mezin li dijî jinên Kurd têne kirin. Jinên Kurd ji aliyê azadiyê ve xwedî potansiyeleke gelekî xurt e. Di demekê de ku têkoşîna me mezin bû û gelek jin şehîd bûn, îdeolojiya Rêber Apo ji bo jinan pêşeng bû, jinan xwe bi rêxistin kirin, di nava artêşê de, di serhildanan de, di nava siyasetê de bi rola xwe rabûn. Sîstema desthilatdariyê kete nava tirseke mezin. Dixwaze civak hîn nebaş bibe. Dema civak xera bibe, jin nikare tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe. Jin bikeve civak jî wê bikeve. Di şexsê jinê de dixwazin êrîşî civaka me bikin. Şerê taybet bi giranî li hemberî jin ên ciwan tê kirin. Di şexsê jin ên ciwan de dixwazin potansiyela jiyana alternatîf, muxalefet, têkoşîn, azadî û enerjiya jin û ciwanan tune bikin. Bi leşker, polîs, tîmên taybet diçin gundên Kurdistanê û tiştên nebaş dikin.”

 Besê Erzîncan destnîşan kir ku divê jin gelekî xurt bin û got, “Di 25’ê Mijdarê de li dijî tundiya mêr tenê jin dimeşiyan. Lê belê piştî ku têkoşîna jinê mezin bû, gelek mêr jî tevlî van meşan bûn. Mêr li Rojava, Helebê, Kobanê, Cizîrê meşiyan. Ev yek çi nîşan dide? Eger jin xurt be, xwe birêxistin bike, dikare mêr jî veguherîne. Divê mêr rewşa heyî qebûl nekin. Hem mêr hem jî jin divê xwe biguherînin. Divê li ser bingeha azadî û wekheviyê têkiliyekê nîqaş bikin. Ji bo afirandina alternatîfê pêwîstî bi têkoşîn, şer û têgihiştinê heye.”

Di dawiya axaftina xwe de Besê Erzîncan diyar kir ku li dijî dijmin divê têkoşîneke xurt bê meşandin û got, “Welatê me dagirkirî ye. Eger tu helwesteke rast li hemberî dagirkeran nîşan nede, tu nikare hezkirineke rast bijî. Li dijî mejiyê dewlet û desthilatdariyê divê têkoşîn bê meşandin. Eger têkoşîn neyê kirin, hevaltiyeke rast, têkiliyeke rast nikare bê danîn.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çalakiya hêzên YJA Starê: 1 kepçe hat derbkirin

Nivîsa Pêş

Li Kenyaya ku Rêber APO hat radestkirin, daxwaza azadiya wî hate kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Kenyaya ku Rêber APO hat radestkirin, daxwaza azadiya wî hate kirin

Li Kenyaya ku Rêber APO hat radestkirin, daxwaza azadiya wî hate kirin

KCK’ê derbarê hilweşîna madenê ya li Erzînganê daxuyaniyek da

KCK’ê derbarê hilweşîna madenê ya li Erzînganê daxuyaniyek da

Manşet

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çemçemal û Ranya' yê çalaki berdevaminRanya ve Çemçemal’de eylemler sürüyor

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em ne kole ne!’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.