Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê banga tevlîbûna meşa 17’ê Sibatê kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li hemû Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir ku beşdarî meşa Kolnê bibin.

Edîtor: Nucan Serdoz
10/02/2024 - 10:36
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK’ê banga tevlîbûna meşa 17’ê Sibatê kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û banga tevlîbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Di pêşengtiya dostên gelê Kurd de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngava navneteweyî hate destpêkirin. Ev pêngava dîrokî ku di salvegera komploya navneteweyî de hat destpêkirin, di warê encamên xwe de jî dîrokî bû. Pêngava azadiyê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya mirovahiyê encamên watedar avakiriye. Ji roja destpêkirina komploya navneteweyî û vir ve gelê Kurd hewl dide dengê xwe li gelemperiya cîhanê bide bihîstin. Pêngava azadiyê gelê me gihand vê armancê. Di serî de gelên bindest ên li cîhanê û jin, yên ku li azadî û demokrasiyê digerin, bi pêngava azadiyê re bi destxistina raman, rêxistinbûn û çalakiyê re gihiştine armancên xwe yên dîrokî. Mirovahî, ji roja ku sosyalîzma reel ji hev belav bûye û vir ve di aliyê fikir û çalakiyê de parçe bûye. Bi teorî û paradîgmaya Rêber Apo re ev rewşa parçebûyî heta asteke girîng hatiye derbaskirin. Beşdarên pêngava azadiyê ji her aliyê cîhanê û ji beşên cuda yên civakê vê rastiyê bi gotin û kirinên xwe nîşan didin. Dema ku em li van her du encamên dîrokî binêrin, ew ê bi awayekî zelal bê dîtin ku Pêngava Azadiyê pêngaveke dîrokî ye û encamên dîrokî diafirîne. Di vî alî de Pêngava Azadiyê ji bo hemû mirovahiyê zayîna berbangeke nû ye. Em, ji bo her kesên ku tevkarî li vê encamê kirine, li her kesên ku pêşengî ji Pêngava Azadiyê ya dîrokî re kirine, li gelên bindest ên cîhanê, jin, ciwan, karker, ekolojîst, rewşenbîr û her kesên ji her devera cîhanê piştgirî bi gotin û çalakiyên xwe dane, spas dikin. Bê guman ev serkeftin di serî de serkeftina gelê Kurdistanê yê welatparêz e. Gelê Kurd bi dilsozî û têkoşîna xwe ya bê dudilî ya ji bo Rêber Apo re, hêviya mirovahiyê mezin kiriye û têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê xurt kiriye. Ji ber vê yekê em gelê kurdistanê yê welatparêz jî bi taybet pîroz dikin.

Pêvajoya ku em tê de ne pêvajoyeke dîrokî ye. Pêngava Azadiyê di vê pêvajoya dîrokî de, kesên ku ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê li dijî zilm, mêtingerî û koletiyê têdikoşin, bi hêztir kir. Di pêvajoyeke ku nakokî û pevçûn di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst ku dijminên mirovahî û xwezayê ne kûr bûye de, yekîtî û hevgirtina hêzên modernîteya demokratîk ên ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê têdikoşin hê zêdetir bûye. Mirovên ji her aliyê cîhanê bi hêviya jiyaneke nû, cîhaneke azad û bê îstîsmar di Pêngava Azadiyê de hatin cem hev. Em vê yekê weke pêşketineke girîng û dîrokî dibînin. Baweriya me ew e ku her kes bi vî rengî dibîne û dinirxîne. Niha dem hatiye ku ev pêvajoya dîrokî derbasî qonaxeke nû bibe, derxin asteke bilindtir. Bi mîtînga Kolnê ya Mezin re gelê me û hemû dostên wan vê biryardariyê nîşan dan.

Pêngava Azadiyê, tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd anî rojevê û wiha destpê kir. Em di wê baweriyê de ne ku, bi çalakiyên heta niha hatine kirin re ev armanc pêk hatiye û wê êdî bi mîtînga mezin a Kolnê re qonaxeke nû bikeve meriyetê. Ji vê hêlê ve pir girîng e ku mîtînga mezin a Kolnê di asta diyarkirî û kalîteyê de were lidar xistin. Em bang li tevahiya gelê xwe yê li Ewropayê dijîn dikin ku tevî dostan tevlî mîtînga mezin a Kolnê bibin. Di 17’ê Sibatê de divê gelê me yê li Ewropayê bi tevlîbûna li mîtînga mezin a Kolnê re asta welatparêzî û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re di asta herî bilind de nîşan bide.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Înîsiyatîfa Zarokên Agir: Hûn ê Ji Agirê Tolhildana Me Nikarin Xelas bibin

Nivîsa Pêş

Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin

Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin

Jinên Xwendekar ên gundewarên Kobanê rastiya Komployê Navnetewî didin nasîn

Jinên Xwendekar ên gundewarên Kobanê rastiya Komployê Navnetewî didin nasîn

Manşet

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.