Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Îlana ku mohra xwe li dîrokê da: Kobanê rizgar bû, saet ji 3’yan 10 deqe kêm!

Edîtor: Nucan Serdoz
24/01/2024 - 14:37
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Îlana ku mohra xwe li dîrokê da: Kobanê rizgar bû, saet ji 3’yan 10 deqe kêm!
ParvekeTweet
NAVENDA NÛÇEYAN – Êrişa DAIŞ’ê ya li hember Kobanê û piştî vê berxwedaneke 134 rojan hat meşandin û jinên kurd carek din nîşan dan ku hêza wan nikare têk biçe. Serkeftina mohra xwe li dîrokê da bi gotinên ’26’ê Çileyê 2015’an. Kobanê Rizgar bû. Saet ji 3’yan 10 deqe kêm’ hat îlankirin.
DAIŞ’ê di 15’ê îlona 2014’an de êrişê Kobanê kir û bi berxwedana ku 134 rojan hat meşandin, Kobanê 26’ê Çileyê 2015’an de azad bû. DAIŞ’ê li hember Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkçûna ewil jiya. Piştî vê pêvajoya bi giştî têkbirina DAIŞ’ê dest pê kir. Gelo çawa ev pêvajo pêşket, çima Kobanê hedef hat girtin?
Di 2010’an de serhildanên wek ‘Bihara ereban’ hat binavkirin û ji Tunusê dest pê kir û li Rojhilata Navîn belav bû di Adara 2011’an de bandor li Sûriyeyê kir. Pêvajo hîna li Sûriyeyê didome û encama girîng jî Şoreşa Rojava ya bi îlankirina kantona Kobanê re pêk hatibû. Ev wek ‘Şoreşa Jinê’ jî derbasî dîrokê bû.
Li şûna ‘Bihara ereban’ ‘Bihara gelan’
Di 2011’an de li Sûriyeyê pevçûn û şer dest pê kir. Gelê Kurd ne ligel rejîma BAAS ne jî ligel komên li dijî rejîmê têdikoşin cih girt.  Gelê Kurd xeta riya sêyemîn ya di esasa paradîgma û perspektîfa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de tercih kir. Li şûna bihara ereban ‘Bihara gelan’ hedef kirin.
Reviya ewil
Piştî pevçûnên li Sûriyeyê destpêkirin di 19’ê Tîrmeha 2012’yan deli Kobanê reviyên şoreşê hatin pêxistin. Piştre bi îlankirina kantonên Cizîr û Efrînê re di esas perspektîfa netewaa demokratîk a li Rojava, îlana Rêveberiya Xweser pêk hat.
Avakirina şoreşê
Ji bo jiyanek nû bê rêxistin û avakirin Gelê Kurd biryarbûnek mezin nîşan da û di vê esasê de di serî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), gelek meclîs, komun, partî û rêxistinbûn ava kir. Ji bo zarokên kurd bi zimanê xwe perwerdê bibînin qurs hatin vekirin, ji bo dibistan bên çêkirin xebat hatin meşandin. Saziyên xebata Zimanê Kurdî dimeşînin hatin vekirin. Der barê pêşxistina parastina cewherî ya ji bo parastina jiyana nû xebat hatin meşandin. Di hemû xebatan de jinan rola pêşeng lîstin. Cîhanê Şoreşa Rojava wek Şoreşa Jinan nas kir.
Êrişê cihê ku yekem gava şoreşê lê hat avêtin kirin
Li dijî destkeftî û statuya Gelê Kurd di serî de Tirkiye û hemû hêzên navneteweyî ketin tevgerê. Li Kobanê ku reviya ewil a şoreşê hatibû avêtin, dest bi hewldanên fetisandinê kirin. Di vê esasê de di 15’ê îlona 2014’an de DAIŞ’ê êrişê Kobanê kir. Bi êrişa DAIŞ’ê re tişta dihat armanckirin, tevgereke dagirkirinê ya ji Iraqê destpê dike û li herêmên din didome bû. DAIŞ’ê bi qûtbûna têkiliya navbera kantona Efrîn û Cizîrê de  di navbera bajarên Girê Spî, Cerablus û Reqayê ku hatibûn dagirkirin de hedef dikir ku piştgiriya lojîstîk û îrtîbatê bike.
Ger Kobanê bikeve…
Armanca Tirkiye û hêzên navneteweyî ev bû ku bi DAIŞ’ê şoreşê demek kurt de tune bikin, lê tişta dipan nebû. Şervanên YPG û YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê berxwedanek mezin dan û rêveberiya xweser a Rojava bi gotinên ‘Kobanê bikeve wê Rojava bike, wê Kerkuk bikeve’ banga parastina Kobanê li Gelê Kurd kir.
Banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan
Dema pêvajoya DAIŞ’ê êrişê Kobanê dikir, hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dihatin kirin. Abdullah Ocalan di hevdîtina bi heyeta Îmraliyê re der barê êrişa DAIŞ’ê de nirxandin kir û wiha got: “Yên derfetê didin van çeteyên mirinê, yên ji wan re hawirê ava dikin, yên wan bikar tînin, pêşeroja gelên herêmê dike xetereyê. Divê vê bizanibe.” Li ser vê nirxandinê di serî de jin û ciwan, Gelê Kurd û piştre jî gelên Tirkiyeyê ji bo Kobanê seferber bûn.
Arîn Mîrkan û Rîvana…
DAIŞ’ê piştî êrişê  pira li ser Çemê Firat kir bin kontorla xwe û berbi gundên Kobanê ve diçû. Bi tank, roket û topan êrîşê Kobanê dikirin. Di 2’yê cotmehê de 354 gundên dora Kobanê dagir kir. DAIŞ’ê 5’ê cotmehê de gihişt Girê Miştenûr. Lê li Miştenûr bi berxwedanek mezin re hat rû hev. Fermandarên YPJ’ê Arîn Mîrkan û Rîvana bi çalakiya pêk anîn DAIŞ dan sekinandin.
Daxuyaniya Erdogan ya ‘Kobanê li ber ketine ye’
Navîna meha cotmehê de DAIŞ’ê, nîvê navenda Kobanê dagir kir. Ketinên Kobanê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin astengkirin. Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li Dîlokê  wê demê axivî û der barê Kobanê de got ‘Niha l Ayn-el Ereb, bi navê din Kobanê li ber ketine ye’. Piştî axaftina Erdogan Gelê Kurd li her derê Kurdistanê rabû ser piyan û berbi sînorên Kobanê ve herikîn.
Serhildana Kobanê
Ev pêvajo wek ‘Serhildana Kobanê’ derbasî dîrokê bû. Li Tirkiyeyê desthilatdaryê êrişê qadan kir û di van êrişan de bi dehan kes hatin qetilkirin û bi sedan kes birîndar bûn. Çalakî bi peyama ji Abdullah Ocalan hat bidawî bû. Parastina Kobanê piştî salan şûnde wek dozê li siyasetmedarên kurd vegeriya.
Berxwedana 134 rojan
Berxwedana ji bo parastina Kobanê hat dayîn li hemû cîhanê deng da û ev piştgirî wek 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Hema hema li hemû cîhan tevgerên hêzên koalisyona li dijî DAIŞ’ê ketin tevgerê û ji hewayî mewziyên DAIŞ’ê bombebaran kirin. Girê Miştenûr ji DAIŞ’ê hat paqijkirin. Piştî berxwedana 134 rojan şûnde Kobanê ji DAIŞ’ê hat paqijkirin.
Îlankirina serkeftinê
Azadkirina Kobanê di heman demê de bû destpêka têkçûna DAIŞ’ê. Piştre bi têkoşîna Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (QSD), YPJ û YPG’ê, DAIŞ bi giştî têk çû. Şervanekî YPG’ê têkçûna DAIŞ’ê û azadkirina Kboanê bi van gotinan ‘26’ê meha Çileyê 2015’an. Kobanê Rizgar bû. Saet ji 3’yan 10 deqe kêm- 26’ê Çile 2015 Kobanê hat azad kirin’ nîşe li dîrokê danî.
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li dijî polîtîkayên şerê taybet ji İnisiyatîfa Jinên Tolhildêr li du nuqteyên cuda çalakî!

Nivîsa Pêş

Çekdarên PDK’ê êrişî gerîla kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Çekdarên PDK’ê êrişî gerîla kirin

Çekdarên PDK’ê êrişî gerîla kirin

Beşeke dîroka tarî ya PDK`ê

Beşeke dîroka tarî ya PDK`ê

Manşet

  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.