Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

‘Divê medyaya dîjîtal li gorî berjewendiyên civakê bê bikaranîn’

Edîtor: Nucan Serdoz
23/01/2024 - 11:04
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
‘Divê medyaya dîjîtal li gorî berjewendiyên civakê bê bikaranîn’
ParvekeTweet

MEXMÛR – Weke Ajansa Nûçe Ciwan, me ji xebatkarên RAJIN’ê Berîvan Tunç û Mizgîn Kara çendeya bikaranîna Medyaya Dîjîtal? Înternet çiqasî bandorê li jiyan û mirovan dike? bi taybetî di warê çapemeniya azad de divê medyaya dîjîtal çawa were bikaranîn? Ji aliyên erênî û neyînî yên medyaya dîjîtal ji bo ciwanan çi ne û nûçeyên herî dawî çi ne? Her wiha me gotina “Medyaya dîjîtal mirovan nêzî hev dike û civakê diafirîne” çawa dinirxînin pirs kir.

 

Mizgîn Kara, xebatkarê ragihandina RAJIN:

 

 

Jiyana îro li gorî medya mecazî hate şêwe kirin. Sîstema Kapîtalîst bi hemû rêbazên xwe û bi taybet bi reya medya dijital vê yekê pêk aniye. Em di roja îro de mêze bikin, ji bo ku civak ji cewhera xwe ya heyî dûr bixe çi şêweyên cil û berg çi bi riya estetîk be. Ev ji xwe nerazîbûn çê dike ji xwe ne bawerkirin û xwe kêm dîtin çê dibe. Wisa li ciwanên me tê kirin ku her dixwaze zêdetir dixwaze, ji ber her tiştên nû derdikeve.

Medya dijital wisa dike ku bandor li ser tevger hest û helwestên me dike. Girêdanbûna me bi xwe ve çêdike.

Em dikarin bi rêbazên baş bikar bînin. Em dikarin hem civakên din nas bikin hem jî cîhan bi me bidin naskirin. Em dikarin bikêrhatinên xwe jî weke stran û çanda xwe bidin naskirin.

Divê di civaka me de şêweyê bikaranîna înternetê were guhertin. Em weke gelê Kurd bi gelek qirkirinan re rû bi rû man û hîn jî berdewam e. Şerê taybet gelek li ser civaka me tê meşandin, bi taybet jî li ser ciwanên me. Ciwan pêşketina civakê ne. Dema civakek ciwanên xwe di aliyê çandî de hatibin qirkirin ew civak nikare ti derketinek bike û pêşketin çê bike.

Dewleta Tirk îro medya dîjîtal wisa bikar tîne ku rastiyan berovajî dike. Êrîşê qadên Çiyayên Azad dike. Bi navê parastina xwe êrîş dike. Eger em li ser derxistina rastiyên xwe bi awayekî têrker bixebitin, emê êrîş û girkirinên ku li ser me tê kirin derxînin zanebûnê.

Ji ciwanan ev tê xwestin. Divê medya dîjîtal li gor berjewendiyên civakê bikar bînin. Ji ber eger qirkirina çandî pêk were li ser ciwanan û civaka me tu wateya jiyana me namîne. Civakek ji ziman, çand, dîroka xwe dûr be tu wateya jiyana xwe nîne.

Înternet îro di aliyê baş û yê xirab jî em dikarin bikar bînin. Ciwan dikarin bi riya ragihandina azad rastiya civaka xwe û şerê ku li ser me tê meşandin li gor wê jiyana xwe şêwe bike û rast tevbigere.

 

 

Bêrîvan Tunç, xebatkara ragihandina RAJIN:

“Di serdema me ya îro de mirovahî di aliyê teknîk-zanîst û teknolojiyê de di asta xwe ya herî pêşketî de jiyan dike. Di ev çend salên dawî de medya mecazî an jî sanal medya (Sosyal medya) bandora ku daye avakirin bi taybet li ser nivşê nû pir mezin e. Êdî her tişt bi rêya teknolojî tê kirin; hemû têkilî avakirin û nasîn heta hemû pêdêviyên mirov bi rêya vê tê kirin.

Ev geşedan bandora xwe herî zêde li ser ciwanên niha dike. Em mêze bikin di destê her ciwanek/jinek ciwan de telefonek heye û bi van amûran re rû bi rû dimîne. Bi rêya ew lîstokên ku tên çêkirin ku zarok û ciwanan bi xwe re mijûl bike. Meylekî di hest û mejiyê ciwanan de dide çêkirin. Ciwanan ber bi şidetê ve dibe û bi vê re ji çand û exlaqa xwe dûrxistin çê dibe.

Bê guman teknolojiyê jiyana mirov di gelek aliyan de hêsan kiriye. Peywendî danîna bi kesên dûr hêsan dibe, dîsa nasîna welatên din ên dûr çê dibe. Lê di serdema me ya niha ev ji armanca hêsankirina jiyanê derketiyê, ji vê zêdetir êdî li ser jiyana ciwanan denetîm çêkiriye û wê ev ciwan bi rê ve dibe.

Bê guman her tişt aliyê xwe yê baş û yê xirab heye. Tiştekî ku em ji pêwîstiyê zêdetir bikar bînin zirar dide derdorê û fêrbûyînên nebaş çê dike. Em vê jî di ciwanên me yê niha de dibînin ku bi nezanî û bi çavkotranî ber bi teknolojiyê bezandin bê hesab e. Ev ciwanan ji çand, exlaq û dîroka xwe dûr dixîne.

Mirov dikare bi medyayên mecazî li zanebûnê bigere û lêkolînên dîrokî bike. Lê yê niha bi tiştên vala re xwe mijûl kirin çê dibe. Zarokên 7 salî jî tarz û gotinên ku di înternetê de dibîne teqlîd dike. Zarokan ji çanda me ya zarokan bi hevre dilîzin dûr dixin ku zarok êdî bi tenê û tenê dilîzin.

Di milê tenduristiyê de eger em dest bigrin ziyanên mezin dide ciwanan ku hem çavê wan xirab dike hem asoyên wan teng dike.

Li ser medyayê mecazî de bal li ser tiştên xirab tê kişandin. Bi rêya reklaman hişê mirov tevlîhev dike û lêhûrbûna wî belav dike. Tu dixwazî lêkolînekî bikî reklameke xirab derdikeve pêşya me. Êdi bi çi armancê vê sayfa vekiriye nizane û ew reklam çi mesaj daye mejiyê wî êdî li pey wê ye û bala wî li ser vê ye. Di aliyê hestan de manipulasyon çêdibe ev jî civak û ciwanan ber bi bê exlaqîtî de dibe

Ger ku tu baş bikar bînî dikarî encam bigrî lê pêwîste baldar bin. Ji ber teknolojîya serdemê di destê desthilatdarî û hêzên hegomon de ye. Ew jî li gor berjewendiyên xwe didin bikar anîn. Em jî divê vê li gor berjewendiyên xwe bikar bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 23’Ê ÇİLEYA 2024’AN

Nivîsa Pêş

Çalakiya ‘Ji Rêber APO re azadî’ 58 roj in didome

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Çalakiya ‘Ji Rêber APO re azadî’ 58 roj in didome

Çalakiya ‘Ji Rêber APO re azadî’ 58 roj in didome

Ciwaneke xwepêşanderên şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ hat darvekirin

Ciwaneke xwepêşanderên şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ hat darvekirin

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.