Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Êrîşên dewleta Tirk bandorê li xwendinê dikin

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwendina 890 hezar û 860 xwendekarî di metirsiyê de ye.

Edîtor: Çekdar Amed
16/01/2024 - 15:30
di nav Ciwan, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava, Xwendekarên
Reading Time: 5 mins read
A A
Êrîşên dewleta Tirk bandorê li xwendinê dikin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên 23-25’ê Kanûnê de yên li ser herêmê, li Kantona Cizîrê bombe li 5 dibistanan jî barandibû. Li gorî daxuyaniya Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku 28’ê Kanûna 2023’an da, li kantonên Cizîr, Firat û Efrîn-Şehbayê li 712 dibistanan navber ji xwendinê re hate dayin. Di encamê de jî 89 hezar û 418 xwendekar ji perwerdeyê bêpar man. Eger êrîşên dagirkeriyê dewam bikin, xwendina li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê bikeve metirsiyê.

Ji Komîteya Perwerdeyê ya Qamişloyê Hesîna Elî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bênavber êrîş dike û got, “Ji 3 salî heta 16-17 salî xwendekar hene. Ji kreşê heta bi lîseyê zarok diçin dibistanê. Bivê nevê êrîş bandoreke neyînî li zarokan dike, zarok ditirsin. Zêdebûna êrîşan malbatan jî dixe nava fikaran. Ji ber ku nediyar e bê wê kengî û li kîjan dibistanê bixin. Lewma em neçar dimînin ku navberê bidin dibistanan.”

JI NEÇARÎ NAVBER HATE DAYIN

Hesîna bi bîr xist ku ji ber êrîşên meha Kanûnê nêzî hefteyekê navber ji dibistanê re hate dayin û got, “Ji ber êrîşên meha Kanûnê 100 hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar man. Vê yekê bandor li pêşketina zarokan jî kir. Bi dayina navberê re bernameyên dersan nikarin bêne temamkirin.”

JIYANA ME YA PERWERDEYÊ SEKINÎ

Bêrîtan Qadir Elî ya 17 salî li Dibistana Şehîd Şervan a li Qamişloyê diçe pola 12’an. Bêrîtan got, “Di vê kêliya ku em li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser dibistanan diaxivin jî dewleta Tirk êrîşî derdora me dike, dengê teqînan tê. Ji ber van êrîşan jiyana me ya perwerdeyê sekinî. Êrîşî dibistanan dike, êrîşî çavkaniyên me yên debarê dike. Îro serê sibehê bi dengê teqîneke mezin hişyar bûm.”

Bêrîtan ragihand ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ew neçar dimînin ku timî navberê bidin perwerdeyê û diyar kir ku ew dixwazin jiyaneke aram bijîn.

EM JI DERSÊN XWE DIMÎNIN

Azirîn Îbrahîm Ramadan a 12 salî jî li Dibistana Şehîd Şervan a Qamişloyê diçe pola 7’an. Azirîn got, “Ji ber êrîşên dewleta Tirk em neçar dimînin navberê bidin dibistanê. Sîstema me ya perwerdeyê ser û bin dibe. Ji ber di dersan de em dereng dimînin, dersên me komî ser hev dibin. Mamosteyên me gelekî zehmetiyan dikişînin. Lewma em nikarin perwerdeyeke têrker werbigirin. Dewleta Tirk êrîşî dibistanan dike, li derdora dibistanan dixe, êrîşî derdora malên me dikin. Em gelekî ditirsin.”

DIBISTAN Û HEJMARA XWENDEKARAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 41 hezar û 867 mamoste, 890 hezar û 860 xwendekar hene. Hejmara dibistanên ku têne bikaranîn 4 hezar û 160 e, hejmara dibistanên ku nema dikarin bêne bikaranîn 155 e, hejmara dibistanên ku nîv bi nîvî dikarin bêne bikarnîn 216 e. Li gorî kantonan jî ev hejmar bi vî rengî ye:

* Kantona Reqayê: Hejmara mamosteyan 5 hezar û 764, hejmara xwendekaran 125 hezar û 73, hejmara dibistanên têne bikaranîn 403, hejmara dibistanên nikarin bêne bikaranîn 47, hejmara dibistanên nîv bi nîv dikarin bêne bikaranîn 50, hejmara dibistanên jinûve bêne avakirin 152.

* Kantona Firatê: Hejmara mamosteyan 3 hezar û 484, hejmara xwendekaran 66 hezar û 937, hejmara dibistanên têne bikaranîn 579, hejmara dibistanên bi temamî nikarin bêne bikaranîn 22, hejmara dibistanên nîv bi nîv têne bikaranîn 3, hejmara dibistanên jinûve bêne avakirin 22.

* Kantona Dêrazorê: Hejmara mamosteyan 7 hezar û 923, hejmara xwendekaran 265 hezar û 463, hejmara dibistanên têne bikaranîn 745, hejmara dibistanên nikarin bêne bikaranîn 33, hejmara dibistanên nîv bi nîv têne bikaranîn 115.

* Kantona Cizîrê: Hejmara mamosteyan 16 hezar û 608, hejmara xwendekaran 199 hezar û 891, hejmara dibistanên têne bikaranîn hezar û 781, hejmara dibistanên bi temamî nikarin bêne bikaranîn 30, hejmara dibistanên nîv bi nîv têne bikaranîn 18, hejmara dibistanên jinûve bêne avakirin 15.

* Kantona Efrîn-Şehbayê. Hejmara mamosteyan 943, hejmara xwendekaran 52 hezar û 381, hejmara dibistanên têne bikaranîn 63, hejmara dibistanên bi temamî nikarin bêne bikaranîn 3, hejmara dibistanên nîv bi nîv têne bikaranîn 10, hejmara dibistanên jinûve bêne avakirin 2.

* Kantona Minbicê: Hejmara mamosteyan 5 hezar û 262, hejmara xwendekaran 126 hezar û 561, hejmara dibistanên têne bikaranîn 350, hejmara dibistanên bi temamî nikarin bêne bikaranîn 4, hejmara dibistanên nîv bi nîv têne bikaranîn 1, hejmara dibistanên jinûve bêne avakirin 15.

* Kantona Tebqayê: Hejmara mamosteyan hezar û 883, hejmara xwendekaran 54 hezar û 554, hejmara dibistanên têne bikaranîn 238, hejmara dibistanên bi temamî nikarin bêne bikaranîn 16, hejmara dibistanên nîv bi nîv têne bikaranîn 19, hejmara dibistanên jinûve bêne avakirin 10.

ÇAVKANÎ: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gelê Tebqa bang li berxwedanê dike

Nivîsa Pêş

Hêlîn Umît: Artêşa Tirk nikare li hemberî gerîla bisekine

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Hêlîn Umît: Artêşa Tirk nikare li hemberî gerîla bisekine

Hêlîn Umît: Artêşa Tirk nikare li hemberî gerîla bisekine

Ciwanên Şoreşger ên Holê civîna xwe ya salane li dar xistin

Ciwanên Şoreşger ên Holê civîna xwe ya salane li dar xistin

Manşet

  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin
  • “Li Kurdistanê Em Serketin û Emê Serbikevin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Polîtikkirina Hestan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mûrat Karayilan: Berdêla Xwe Çi Dibe Bila Bibe, Em ê Rojava Bi Tenê Nehêlin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.