Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

KCK: Ispat bû ku gerîla li hemberî artêşa dagirker serwer e

Edîtor: Nucan Serdoz
26/12/2023 - 16:00
di nav Giştî
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Ispat bû ku gerîla li hemberî artêşa dagirker serwer e
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Heverokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku serweriya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li hemberî artêşa Tirk a dagirker ispat bûye û ji pêşmergeyan jî xwest ku helwesta PDK’ê ya ku xizmetê ji qirkeriyê re dike qebûl nekin û xwe ji deverên artêşa Tirk lê ne vegirin, dûr bixin.

Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê di 22 û 23’ê Kanûna 2023’an de li Xakurkê, Metîna û Zapê di çarçveoya Operasyona Şoreşgerî de çalakî lidar xistin, derbên giran li artêşa dewleta Tirk a mêtinger dagirker qirker xistin û kirin ku windahiyên mezin bide. Ji ber van çalakiyên serketî em fermandar û şervanên HPG û YJA Starê hemûyan ji dil pîroz dikin, silav dikin û hêvî dikin ku serketinên xwe dewam bikin. Em hevalên ku tevlî çalakiyan bûne bi taybetî pîroz dikin û silav dikin. Bêguman hin ji hevrêyên ku gel, welat û azadî parastin, çalakî bi ser xistin û kirin ku dijminê dagirker mêtinger û qirker têk biçe, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Di şexsê hevrêyên ku li Xakurkê, Metîna û Zapê di çalakiyên Operasyona Şoreşgerî de şehîd bûn, em şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan careke din bi hurmeteke mezin, bi minetdarî bi bîr tînin û soza dilsozî û serketinê ya ku me dane şehîdên xwe dubare dikin.

GERÎLA CAREKE DIN ARTÊŞA DAGIRKER BI RENGEKÎ GIRAN TÊK BIR

Li dijî gef û êrîşên şefên faşîst ên dijminê Kurdan, gerîla di sibeh, êvarê û şeva rojê de bi ser artêşa dagirker ve çûn û derb lê xistin. Bi van çalakiyan re gerîla careke din artêşa dagirker bi rengekî giran têk bir, serweriya xwe ya li hemberî artêşa dagirker ispat kir. Gelê Kurdistanê û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê ti carî dest ji welatê azad û jiyana azad bernedin, ji bo vê jî wê li hemberî her cûre êrîş û dagirkeriyê heta dawiyê li ber xwe bidin, dijmin têk bibin û azadiyê misoger bikin. Gelê Kurdistanê gaveke bi tenê jî ji têkoşîn û berxwedanê venegeriya û bi vî rengî biryardariya xwe ispat kir. Gerîla li Xakurkê, Metîna û Zapê bi rengekî giran artêşa dagirker têk bir û ev yek careke din ispat kir.

DIVÊ PÊŞMERGE HELWESTA PDK’Ê QEBÛL NEKE KU XIZMETÊ JI QIRKERIYÊ RE DIKE

Bêguman di çarçoveya operasyona şoreşgerî de çalakiyên gerîla wê dewam bikin, wê bi ser artêşa dagirker ve biçin û derbê lê bidin. Bila her kes bi vê zanibe û li gorî vê yekê tevbigere. Mixabin PDK heta niha bi dewleta Tirk re hevkarî kir û bi her awayî piştgirî da artêşa dagirker. Dewleta Tirk xwe dispêre PDK’ê û bi vî rengî hewl dide planên xwe yên êrîşê û dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê pêk bîne. Tevî ku di vê mijarê de gelek caran hişyarî hate dayin jî PDK’ê dest ji vê helwesta xwe berneda. Helwesteke bi vî rengî xizmeta ji bo qirkirina Kurdan e û nayê qebûlkirin. Divê pêşmerge jî vê helwestê qebûl nekin. Em ji vir bang dikin, bila pêşmerge ji çeperên artêşa Tirk dûr bikevin, xwe jê vegirin.

DEWLETA TIRK HEWL DIDE TÊKÇÛNA XWE VEŞÊRE

Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP a faşîst hewl didin têkçûna xwe ya mezin veşêrin. Hîn bêhtir êrîşî gelê Kurd dikin, komkujiyan dikin û bi vî rengî têkçûna xwe vedişêrin. Eşkere bû ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst li hemberî gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têkçûyî ye. Lê belê ji ber ku mejiyê xwe yê dijminatiya li Kurdan naterikîne, di êrîş, dagirkerî û komkujiyan de israr dike. Di vê çarçoveyê de êrîşên li ser Rojava zêde dike. Bi êrîşa li ser gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hem hewl dide têkçûna xwe veşêre hem jî plana xwe ya dagirkeriyê pêk bîne. Di êrîşên du rojên dawî de gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn. Cih û warê jiyanê yê gel, stargeh û navendên hilberînê hatin bombekirin. Ev êrîş rûyê rast ê dewleta Tirk careke din nîşan dan, maskeyên desthilatdariya AKP-MHP’ê anîn xwarê. Careke din hate dîtin ku tiştên li Rojava têne kirin û yên li Xezeyê têne kirin mîna hev in, tu cudahî di navbera wan de nîne. Dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP’ê û Tayyîp Erdogan bi kiryarên xwe yên li Rojava dikin, nîşan dan ku di mijara Xeze û Fîlîstînê de di kîjan astê de durû û sextekar in.

GELÊ ME DIVÊ HELWESTA XWE YA BERXWEDANÊ HÎN MEZIN BIKE

Armanca dewleta Tirk a mêtinger qirker ew e ku Rojava dagir bike, şoreşa Rojava tasfiye bike û statuya gelê Kurd ji holê rake. Armanca esasî ya êrîşan ev e. Li hemberî vê yekê jî divê gelê Rojava û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê helwesta xwe ya berxwedanê hîn mezin bikin û dewam bikin. Gel û dostên Kurdan divê li her derê çalakî û berxwedanê mezin bikin, piştgiriya xwe ya bi gelê Rojava û şoreşa Rojava dewam bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meclîsa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ji raya giştî re daxuyaniyek da

Nivîsa Pêş

Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê beşdarî xwepêşandaneke girseyî bûn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê beşdarî xwepêşandaneke girseyî bûn

Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê beşdarî xwepêşandaneke girseyî bûn

Meşên girseyî bi armanca şermezarkirina êrîşên faşîst ên Tirk ên li Minbicê

Meşên girseyî bi armanca şermezarkirina êrîşên faşîst ên Tirk ên li Minbicê

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.