Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Xwenaskirinê

Nirxandina Rêber APO

Edîtor: Nucan Serdoz
01/12/2023 - 0:41
di nav Analîz, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng, Rêber APO
Reading Time: 5 mins read
A A
Xwenaskirinê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Mirov heta xwe nas neke, dest bi çi hewldaneke zanistî bike, wê bi felsefe û dînekî dogmatîk bi encam bibe. Bi gotina ‘xwenaskirinê’ mebesta min fikra mirov dixe navenda xwe nîne. Ez dixwazim bibêjim ku mirov dikare kozmos û kaosê bi tenê bi çavdêriya hundirîn û bi hisên xwe yên ceribandinên hûrûkûr red nakin, fêhm bikin. Wexta cihê wê bê, ez ê nîşan bidim ku zanista xwe dispêre cihêkirina obje-sûbjeyê çawa koletiyê rewa dike. Ez ê îspat bikim ku objektîvîzm xwe çawa mezin dike û ev yek bi piçûkbûnê re çawa yek e. Ez ê bi heman awayî raber bikim ku objektîvîzma zanistî, alîgiriya hegemonya û kapîtalîzma herî rezîl e. Li gorî felsefeya me, têderxistina ji maneya di çavê hespekî de heta jihevderxistina maneya di dengê çivîkekê de jiyanê yekpare his dike. Felsefeya me ewçend mane barkirî ye, bi rêz û hurmeta ji zanyarê pîr re dest pê dike, hewl dide ji lêgerîna di çavê keçeke ciwan a mîna xezaleke bizdonekî de bersivê bibîne. Jixwe têgihiştineke seksualîteyê ya ji qirkirinê xirabtir heye. Di encama vê têgihiştinê de cehaleta mezin di çêkirina zarokan de heye. Felsefeya me zanisteke welê dike bingehê xwe ku sedemên vê cehaletê yên di mirov û sîstemên hegamonîk de hûrdikole û hewl dide xelekên beridandinê tevan di xwe de ji hev derxe û çareser bike. Kapîtalîzmê zanist pêşde nebir, bi kar anî. Bikaranîna zanistê ji aliyê exlaqî ve ne bi tenê rê li ber rewşên xirab vedike, di heman demê de gelek Hîroşîmayan çêdike. Jiyaneke manedar diqedîne. Jiyana medyatîk û sîmulasyon, gelo serketina zanistê ye? Yan jî manewendakirina jiyanê ye? Ez li vir qala keşfên teknolojîk û zanistî nakim. Ez li vir hewl didim rave bikim ku weke dînê zanistê pozîtîvîzm, zanist nîne. Heta ku mirov xwe ji hukumraniya zanistî ya pozîtîvîzmê xilas neke, di serî de ya dewlet-neteweyê, xilasbûna ji ti hukumraniya desthilatdariyê mumkin nîne. Di serdema me de pozîtîvîzm dînê rastî yê pûtperestiyê ye.

Weke encam, nexweşiyeke gumankirinê ya Descarteswarî timî zêhnê min keritand. Ez ketim rewşekê welê ku nirx û buhayeke jê bawer bikim û nas bikim, nema. Ji ber ku li aliyekî min çanda berê bi awayekî trajîk wenda dikir, li aliyê din jî li hemberî min modernîzma kapîtalîst weke dêwekî –Levîathan-bilind dibû û tirsa kes nikare xwe bigihînê hebû. Min bi zor û zehmetî ji xwe bawer dikir. Ya rastî, min hewl dida li ser piyan bimînim. Hemin ev rewşeke seyr û xerîb e. Civak di rewşên bi vî rengî de dizanin rêyekê bibînin dilê endamê xwe xweş bikin. Ya hînê seyr jî ew bû ku min bawer nedikir civakeke min jî heye. Di van şert û mercan de baweriya min bi malbat û gund nema. Heta bi zanîngehê xwendina min, şoreşgeriya min, dîndariya min a berê hemû, ji bo ku dost û dewrûber bibînin şeklî û xwenîşandan bû. Ez nîhîlîstekî tûj nebûm. Min tiştek ji dil fêhm nedikir ku ez pirr bi kok jî pêdiviyên wê bi cih bînim. Ya hînê seyrtir jî di serî de mamosteyên min, dewrûbera min ez zîrek û bawermend didîtim. Ez weke nîvdînekî bûm, ya rastî ez ji xwe piştrast nebûm ku bi rastî nîv jî hebûm. Lê wexta ez vedigerim li pey xwe dinêrim, ez dibînim ku ev dema dûrûdirêj ewqas bêkêr jî nebihurî ye. Veqetîn û pêve negirêdan, beza ber bi rastiyê ji bo vekirina rûpelekî spî, maneyeke mîna paqijkirina zemîn jî bi xwe re tînin.

Şexsiyeta min bi vê xisleta xwe karîbû baştir avahiya sîstema hegemonîk nas bike. Ez gihiştibûm wê hêzê ku dîrokê jî şîrove bikim. Li şûna ku ez ji rewşa kaotîk bitirsim min karîbû maneyê lê bar bikim û di derketina ji wê de rêyeke îdeal vekir. Piştî ku min dît, baweriyên dogmatîk, li ser xeteke pan û rast gavavêtin, mutleqiyetên zanistî û hukmên hişk çavkaniya xwe heman zêhniyet in, hinekî bêhna min hate ber min. Piştî ku min bi hêsayî di şêweyê tevgera xwezayê ya li cem mirov de xweş dît, bend û sukirê li pêşiya têgihiştina min teqiya. Ew tirs û gumana di bin hîmê xerîbketina min ji min bi xwe de her ku li dawiyê dima, qabîliyeteke bi hêz û têgihiştineke xurt a şîroveyê di her şert û mercên insanî de bi zêdeyî rê dida cesaret û serwextbûnê.

Kapasîteya min hebû ku ez bêyî lêkolîn û lêgerînên hûrûkûr, û bêyî ku xwe bispêrim demên konjonkturel kapîtalîzmê bi xwe weke rejîma krîzê bi nav bikim. Kapîtalîzm qonaxa şaristaniya bingehê xwe dewlet, çîn û bajar e, ev qonaxa dawî ya eqlê mirov gihiştiyê nîne, berevajî ev qonax a bi dawî hatina eqlê berê ye, û bi tevahî dewlemendiya xwe derketina eqlê azadiyê ye. Di vê çarçove û maneyê de mirov dikare serdema modernîteya kapîtalîst weke serdemeke hêviyê şîrove bike.

Çavkanî: Pareznameya dûyemîn ya Rêber APO ye: Şaristaniya Kapîtalîst – Serdema Qralên Tazî û Xwedayên Bêmaskê –

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 01’Ê KANUNÊ 2023’AN

Nivîsa Pêş

Roja Sêyemîn a Meşa Dirêj a Ciwanan dest pê kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Roja Sêyemîn a Meşa Dirêj a Ciwanan dest pê kir

Roja Sêyemîn a Meşa Dirêj a Ciwanan dest pê kir

Bîlançoya şerê meha Mijdarê yê HPG’ê: 193 çalakî, 124 dagirker hatin cezakirin

Bîlançoya şerê meha Mijdarê yê HPG'ê: 193 çalakî, 124 dagirker hatin cezakirin

Manşet

  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.