Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê hewl dide herêma tampon ava bike

Edîtor: Nucan Serdoz
20/11/2023 - 16:00
di nav Analîz, Başûr, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê hewl dide herêma tampon ava bike
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Erdnîgariya Kurdistanê hate perçekirin, polîtîkayên Tirkkirin, Erebkirin û Farskirin li her parçeyekî ji aliyê rejîmên faşîst ve bi awayekî hovane hatin meşandin. Zincîra qetlîameke sîstematîk hate pêkanîn. Erka herî mezin dan dewleta Tirk a ku bi dagirkerî û barbariya xwe tê naskirin. Piştî îlankirina Komarê yekser înkar, îmha û koçkirina bi darê zorê hate ferzkirin. Her desthilatdariya ku tê, ji xwe re kiriye wezîfeya sereke ku konsepta yekkirinê û hilweşandinê heta dawiyê bimeşîne.

Rejîma BAAS a Sûriyeyê bi projeya bi navê ‘Kembera Ereban’ a li Rojava hewl da gelê Kurd ji hev qut bike. Rejîma BAAS a Iraqê jî heman polîtîka li ser gelê Başûr meşand. Li Bakur bi operasyonên komkujiyan hewl hate dayîn ku pêkhateya nifûsê biguherînin; heta Ozbekan jî li Kurdistanê bi cih kirin.

Erdnîgariya Kurdistanê ji her alî ve ji aliyê mêtingeran ve hatiye dorpêçkirin û piraniya warên sivîlan veguherandin herêmên leşkerî. Dema hûn îro biçin gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, hûn ê bibînin ku qadên leşkerî ji qadên niştecihkirina sivîlan mezintir in. Ev yek bû stratejiyek. Herêmên leşkerî hem li hundir hem jî li derve, ango li ser sînorên di navbera parçeyan de her ku diçû kûrtir dibûn. Mixabin niha li Başûrê Kurdistanê jî heman rewş diqewime. Bi salane gelek herêm ji aliyê PDK’ê bi xwe ve ji bo hêzên Tirk ên dagirker bi cih bibin bi tevahî hatine valakirin. Ji salên 90’î û pê ve Başûrê Kurdistanê bi awayekî sîstematîk ji Tirkan re hate pêşkêşkirin.

Dewleta Tirk a di bin desthilatdariya Erdogan de, ji bo qirkirina Kurdan temam bike, di van 8 salên dawî de êrîşên xwe yên îmhayê gihandiye asta herî bilind. Dewleta Tirk dema ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên bênavber li dijî herêmên gerîla didomand, di heman demê de plan kir ku ji Bakurê Kurdistanê heta sînorê Rojhilatê Kurdistanê herêmeke tampon ava bike. Ji bo vê jî xwest çavê gelê herêmê bitirsîne û bi pêleke berfireh a êrîşan koçber bike û wir veguherîne herêmeke tam a leşkerî. Bi sedan kîlometreyan dîwar lê kir û ji bo herêmeke tampon a 30 km ava bike bi sedan êrîş pêk anîn. Êrîşên li ser vî esasî dewam dikin. Gerîla bi berxwedana xwe bi giranî van êrîşan têk bir, lê xeta hevkariyê her carê tişta ku artêşa Tirk nekarî bike, li ser tepsiyeke zêrîn da pêşiya wan. Di van 3 salên dawî de hêzên PDK’ê bi xwe pêşengî ji leşkerên Tirk re kirin ku derbasî qadên gerîla bibin. PDK’ê ku ji Behdînanê dest pê kir ji bo artêşa Tirk a dagirker bi dehan qadên baregeh ava kir, dest bi derxistina gel ji van herêman kir. Bi taybet gundên nêzî qadên gerîla bi awayekî taybet kir hedef.

BI SEDAN GUND HATIN VALAKIRIN

Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser van herêmên sivîlan de nêzî 100 sivîl şehîd bûn. Bi sedan gund hatin valakirin û bûn herêmên leşkerên Tirk ên dagirker. Ev herêm niha ji bo sivîlan hatiye qedexekirin. Ne sivîl ne jî sewalên wan bi sedan metre dûrî van herêman jî destûr nayê dayîn ku bikevin hundir. Tişta herî şerm ew e ku hêzên PDK’ê bi xwe destûr nadin sivîl derbasî van herêman bibin û ewlehiya baregehên Tirk ew pêk tînin. Gelê herêmê ku debara xwe bi rez û baxçeyan dike, di nava xizaniyê de mane. Destûr nadin wan ku biçin baxçeyên xwe. Gelê herêmê ku ji xwe di warê aborî de zehmetî dijî, ji ber vê sedemê zehmetiyên mezintir dijîn. Hin ji wan koçberî bajaran dibin, ciwan jî hewl didin biçin Ewropayê. Gelek kes li ser rêyan jiyana xwe ji dest didin. Ji aliyek ve PDK’ê û Malbata Barzaniyan ku her bihosteke Başûrê Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk dikin û roj bi roj dewlemendtir û qelewtir dibin, li aliyê din gelê Başûrê Kurdistanê mehkûmê birçîbûn û xizaniyê tê kirin.

JI BEHDÎNANÊ HETA BIRADOSTÊ

Dewleta Tirk bi taybetî van 2 salên dawî bi girêdana gelek herêmên ku ji aliyê PDK’ê ve ji sivîlan hatine valakirin, hewl dide li ser sînorên Bakurê Kurdistanê ji Behdînanê heta Biradostê herêmeke tampon ava bike. Li ser xeta Amediyê gelek baregeh çêkirin. Her çendî wekî cihên hêzên PDK’ê bê xuyakirin jî, lê leşkerên Tirk di nava wan de ne. Bi rengekî şênber bi dîmenan ji raya giştî re hate eşkerekirin ku artêşa Tirk a ku herî dawî li herêma Biradostê baregehek nû ava kir, bi hemû leza xwe hewl dide bandora xwe li vê herêmê zêde bike. Li herêma Balekayetî gelek baregehên nû ava kirin. Amadekariya wê hemû jî hêzên PDK’ê kirin. Dewleta Tirk a dagirker ku li herêma Mehmûdiyê ya li ser sînorê Zaxo û Batûfa û sînorên Rojavayê Başûrê Kurdistanê nuqteyên nû yên baregehê ava kiriye, dixwaze vê herêma tampon hîn kûrtir bike û zemîna operasyonên nû yên dagirkeriyê yên li ser Rojava amade bike. Yên ku li dijî dagirkeriyê derdikevin, di encama îstixbarata hêzên PDK’ê de rastî êrîşan tên û şehîd dibin.

PDK BAŞÛR DIKE QURBAN

Niha jî bi dorpêçkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê bi temamî li xaka Başûrê Kurdistanê, hem bi nuqteyên baregehan ên berê û hem jî yên nû hatine avakirin û bi koçberkirina gelê herêmê re, hewl tê dayîn herêmeke tampon a leşkerî bê avakirin. Tê zanîn ku di van du salên dawî de li herêmên di bin kontrola PDK’ê de ji bo balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker piste hatin çêkirin. Her wiha gelek hêmanên leşkerî yên hewayî û bejahî ji van herêman tên sewqkirin û di êrîşên dagirkeriyê yên li dijî qadên gerîla de tên bikaranîn. Di tabloyeke wiha de tê dîtin ku; PDK’ê tenê ji bo têkoşîna gerîla zirar bibîne, Başûr bi temamî dike qurbana dagirkeriya Tirk. Ji ber vê yekê girîng e hemû gelê Başûr beşdarî têkoşîna azadiyê ya ku ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ve bi awayekî fedaî dide meşandin, bibe.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Îradeya gerîla her cûre teknîkê têk dibe

Nivîsa Pêş

Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin

Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin

Di pêsengtiya jinen ciwan de li Helebê meşekî hat lidarxistin

Di pêsengtiya jinen ciwan de li Helebê meşekî hat lidarxistin

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê ku Kawayê Hesînkar pêxistiye, li Swîsrêyê geş dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG nasnameya 5 gerîlayên ku di sala 2017’an şehîd bûn eşkerê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo Gerilayê HPG’ê Ş. Mazlûm Partîzan sersaxî hate xwestin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Sêrtê kevneşopiyeke 4 hezar û 800 salî ya qurbankirina jinên ciwan derket holê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.