Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Îradeya gerîla her cûre teknîkê têk dibe

Edîtor: Nucan Serdoz
20/11/2023 - 15:00
di nav Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Îradeya gerîla her cûre teknîkê têk dibe
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Gerîlayê HPG’ê Êrîş Koçer berxwedana gerîla nirxand, bal kişand ser rastiya PKK’ê ya têk naçe û anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di nava şerekî giran de ye. Êrîş Koçer got, “Dewleta Tirk a faşîst bi hemû hêz û teknîka li ber destê xwe bi ser me ve tê, lê heta niha nekariya encama ku dixwaze bi dest bixe. Di vî şerî de xitimî ye.” Koçer destnîşan kir ku artêşa Tirk li hemberî berxwedana gerîla têk çûye.

‘HEVRÊYÊN ME YÊN JIN ÇAVKANIYA ME YA HÊZ Û MORALÊ YE’

Êrîş Koçer anî ziman ku di şer de çalakî û pêşengiya hêzên YJA Starê rêveçûna şer diyar dike û got, “Ev fedaiyên ku ji bo parastina xaka xwe soz dane, bi rengê Zîlan, Bêrîtan li dijî hêzên dijmin û xiyanetkaran têdikoşin. Berxwedana ku di şexsê hevrêyên me yên jin de tê meşandin, dijmin têk biriye. Di rastiya şerê heyî de îrade û berxwedana hevrêyên me yên jin ji bo me bûye çavkaniya hêz û moralê. Ne tenê ji bo me, ji bo tevahiya gelê Kurdistanê û cîhanê bi vî rengî ye.”

Êrîş Koçer got, “Çalakiyên ku hevrêyên me yên jin dikin, derbên gelekî giran li dijmin dixin û dikin ku dijmin negihêje armanca xwe. Dijminê ku ji hevrêyên me yên jin derbê dixwe, bi rengekî mezin têk diçe.”

‘DEWLETA TIRK Û HEVKARÊN WÊ MEHKÛMÎ TÊKÇÛNÊ NE’

Êrîş Koçer mezinahiya têkoşîna li dijî êrîşan bi van gotinan anî ziman, “Li gel şer û êrîşên dewleta Tirk, her wiha xiyaneteke mezin jî heye. Bi qasî berxwedanê, xiyanet jî bi şênberî li pêş çavan e. Dijminê ku bi ti awayî nikare li hemberî me bi ser bikeve, li gel noker û xayinan li dijî şervanên azadiyê şer dike. Lê belê heta ku ruhê Apoyî hebe wê li vê xakê ti carî dewleta Tirk û hevkarên wê negihêjin armanca xwe.

Di şerê dijî dewleta faşîst û hevkarên wê de gelek hevrêyên me şehîd bûn, lê diyar e ku ev berdêl di oxira çi de hatine dayin. Bêguman armanceke van berdêlan heye. Van hevrêyên me ji bo kêliyekê jî li xwe nefikirîn, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me û afirandina Kurdistaneke azad xwe feda kirin. Heta ku em hebin wê ev fedaîtî her tim dewam bike. Ji ber ku em ji bo gelê xwe hene.”

Gerîlayê HPG’ê Êrîş Koçer di dawiya axaftina xwe de biryardariya xwe ya ji bo serketinê anî ziman: “Gerîlayên Azadiyê ku bi rengekî fedaî heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji doza xwe venagerin, bi biryar in ku vî şerî bi ser bixînin. Ji ber vê yekê şert û merc çi dibin bila bibin diyar dikin ku ew ê dest ji vê têkoşînê bernedin. Em xwedî îradeyeke mezin in, heta dawiyê em bi biryar in ku li Kurdistaneke azad bi Rêberê xwe re bijîn. Herî dawî ji hemû hevrêyên xwe yên li eniyên pêş li dijî dijmin şer dikin, serketinê dixwazim. Serketin teqez a me ye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Çavrê Gelhat şehîd bû

Nivîsa Pêş

Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê hewl dide herêma tampon ava bike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê hewl dide herêma tampon ava bike

Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê hewl dide herêma tampon ava bike

Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin

Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê di wesayîtekê de mayîn teqiya: Herî kêm 3 çete birîndar bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG: Têkoşîna li ser xeta serketinê ji hevrêyên xwe re weke mîrate hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Karajê ser piya ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo Piştgiriya Jinên Ciwan Perwerdeyê ya Dirûtinê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.