Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

HPG’ê Brûsk Timoqî bi rêzdarî bi bîr anî

Edîtor: Nucan Serdoz
25/10/2023 - 12:00
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng
Reading Time: 72 mins read
A A
HPG’ê Brûsk Timoqî bi rêzdarî bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

“Em hevrêyê xwe Brûsk Timoqî yê ku di 25’ê Cotmeha 2017’an de li Deriyê Qaçê yê herêma Besta ya Botanê dema bi komek hevalên xwe re li ser erka xwe bû di encama êrîşa dijmin de şehîd bibû bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hevrêyê me Brûsk di dema fermandariya herêma Kêla Memê de şehîd bû, bîranîna wî, biryardariya wî ya têkoşînê, cesaret û îradeya wî ya mezin wê her tim ji me re hevalan re bibe mînak. Em soz didin  têkoşîna azadiyê ya gelê ku hevrê me Brûsk hemû jiyana xwe bêteredut ji bo wê feda kir bi serkeftinê bi encam bikin.

Di serî de ji malbata hêja yê hevrê Brûsk, gelê Timoqî yê welatparêz û hemû gelê me yê welatparêzê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me Brûsk Timoqî wiha ne:

Nasnav: Brûsk Timoqî
Nav û Paşnav: Huseyîn Degîrmencî
Cihê Jidayikbûnê: Êlîh
Navê Dayik û Bav: Sacîde – Ahmet
Dem û Cihê Şehadetê: 25 Cotmeha 2017 / Botan

Hevrêyê me Brûsk Timoqî li gundê Timoqê yê welatparêz ê bajarê Êlihê ji dayik bû. Gundê Timoqê ku xwedî welatparêzekî mezin ê wek Mele Abdurrahmanê Timoqî ye ku li seranserê Kurdistanê bûye sembola welatparêziyê, bi sedan ciwanan dan ser şopa wî û tevlî nava refên têkoşînê bûn. Gundê Timoqê ku di têkoşîna mezin a welatparêziyê de roleke girîng lîst, bi gelek şehîd û şoreşgerên xwe yên heta niha jî bûye yek ji cihên naskirî yên Kurdistanê. Hevrêyê me Brûsk jî li vî gundî ji dayik bûye û mezin bûye, nirxên welatparêzî yên gundê Timoqê ya bi rûmet girtiye û di temenê xwe yê biçûk de tevlî têkoşînê bûye. Bi taybetî zilma dewleta Tirk a qirker û mêtinger, kuştinên kiryar nediyar ên salên 90’î û yên di êşkenceyê de hatin qetilkirin, hişt ku hevrêyê me Brûsk rastiya dijmin nas bike. Xwest hêrsa xwe ya li hemberî dijmin veguherîne têkoşîna rêxistinkirî. Eleqeya wî ya bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re bi pêş ket, ji nêz ve nas kir û bi hestyarî pê ve girêdayî bû. Bi taybetî şehadeta kurê mamê wî hevrê Brûsk gelekî bandor li wî kir û lêgerîna wî xurt kir. Piştî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, biryara tevlîbûna nava refên têkoşînê ya partiyê da û di sala 1999’an de tevlî nava refên PKK’ê bû.

Hevrêyê me Brûsk ku li Kelareşê tevlî nava refên gerîla bû, 2 salan li wir pratîk kir, yekemîn perwerdeya xwe ya gerîla dît û ezmûnek bi dest xist. Çû herêma Qendîlê û li vir du salan şer kir, xwe perwerde kir û xwe di aliyê bîrdozî û rêxistinî de bi hêztir kir. Di 1’ê Hezîrana 2004’an de hevrêyê me Brûsk pêşniyara beşdarbûna pêvajoya pêngavê kir û bi awayekî çalak tê de cih girt, derbasî herêma Colemêrgê bû. Heta sala 2005’an bi xebata gerîlatiyê li hawirdora Bakur tecrubeyên girîng di pratîka şer de bi dest xist.

Hevrêyê me Brûsk ji bo ku ezmûnên xwe veguhezîne hevrêyên xwe, di taktîkên serdema nû de kûr bibe û pratîka xwe binirxîne, çû Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevlî dewreya perwerdeyê ya Akademiya Hakî Karer bû. Hevrêyê me Brûsk ê ku bi hêz û îdiaya fermandariya ku ji perwerdeyê girt derbasî qada pratîkî bû, li herêmên Zap, Garê û Xakurkê çalakî li dar xist. Bi salan bi taybet li herêma Xakurkê weke fermandarekî yekîne û tabûrê berpirsyarî girt ser xwe. Bi xwe beşdarî gelek çalakiyan bû, ku derbên giran li dijmin hatin xistin. Hevrêyê me Brûsk bi sekna xwe ya dilnizm, ked, fedekariya xwe di nava hevrêyên xwe de bû fermandarekî mînak ê hezkirî û rêzdar.

Di sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk a mêtinger, qirker konsepta qirkirina topyekûn da destpêkirin û êrîşî gelê me kir, têkoşîna me kete qonaxeke nû. Hevrêyê me Brûsk jî dît ku ji bo bersivdayîna vê pêvajoyê û jiholêrakirina êrîşên dijmin pêwîst e hîn bêhtir xwe amade bike. Li ser vê bingehê li Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan beşdarî perwerdeyê bû û li ser pirsgirêkên têkoşînê, şerê xeta rêxistinî, têkoşîna zayendî û çînan, pirsgirêkên taktîkî fikirî û li çareseriyê geriya. Bi konsantrasyona ku jiya, perwerde û hêza ku li Dibistana Navendî ya Partiyê girt, berpirsyariya xwe girtiye ser milê xwe û berê xwe da qada pratîkê.

Hevrêyê me Brûsk di zivistana 2015-2016’an de, dema ku Berxwedana Xwerêveberiyê bênavber dewam dikir, di demeke ku şert û mercên demsalî gelek dijwar bûn, berê xwe da Bakurê Kurdistanê û çû Botanê. Hevrêyê me Brûsk ku hemû astengî û zehmetî derbas kir û xwe gihandiye Botanê, bi lez cihê xwe di nava Fermandariya Berxwedana Xwerêveberiye ya Sêrtê de girt. Her çiqas Botan û Sêrtê baş nas nekiribe jî xwe zû hînî herêmê kir û dest bi xebatê kir. Hevrêyê me Brûsk ku bi lehengên gelê Sêrtê re sîstema xweparastinê ya xurt ava kir, li hemberî dijminê dagirker di pêşxistina çalakiyên bibandor de rol lîst. Hevrêyê me Brûsk ku piştre derbasî herêma Besta bû û berpirsyarî girt ser xwe, bû fermandarê herêma Kêla Memê. Hevrêyê me Brûsk li vir jî bi kesayeta xwe ya kedkar, fedakarî û hevrêtiya xwe ya jidil rola pêşengtî lîst.

Hevrêyê me Brûsk 25’ê Cotmeha 2017’an li herêma Deriyê Qaçê dema bi komek hevalên xwe re li ser erka xwe bû, di êrîşa dijmin de şehîd bû. Bîranîna hevrêyê me Brûsk ê ku li pey xwe mîraseke girîng a têkoşînê hişt û tevlî karwanê şehîdan bûye, wê her dem bi hevrêyên me re hevrêtiyê bike û armancên ku bi fedekarî ji bo wan têkoşiya wê teqez bi ser bikeve.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Ereb yên Şengalê jî tevlî pêngava li dijî tecrîdê bûn

Nivîsa Pêş

Dîmenê çalakiya sûîqestê hate weşandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dîmenê çalakiya sûîqestê hate weşandin

Dîmenê çalakiya sûîqestê hate weşandin

Bi peşengtiya Jinên Ciwan bi sedan kesan li bajarê Dirbêsiyê meşiyan

Bi peşengtiya Jinên Ciwan bi sedan kesan li bajarê Dirbêsiyê meşiyan

Manşet

  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.