Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

Gelê Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadan e

Edîtor: Nucan Serdoz
12/10/2023 - 20:30
di nav Bakur, Çalakî, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 8 mins read
A A
Gelê Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadan e
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Di êrîşan de qadên jiyanê hatin hedefgirtin û gelek sivîl hatin qetilkirin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê gel ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê daketin qadan.

AMED

Endamên partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl, parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglû û gelek kes bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Parka Rojava ya navçeya Peyasê ya Amedê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin cemhev û xwestin daxuyaniyê bidin. Polîsên ku park dorpêç kirin, diyar kirin ku ew ê destûrê nedin daxuyaniyê. Li ser vê yekê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û êrîş û biryara qedexeyê protesto kir. Piştre polîsan girse dorpêç kir û bi mertalan nehiştin çapemenî dîmen bigirin.

DÊRSIM

Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê jî xwestin têkildarî mijarê li Qada Seyîd Riza daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsan êrîşî çalakvanan kirin. Di encama êrîşa polîsan a li Kolana Hunerê de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Dêrsimê Nazli Çelîk û Ferhat Yildiz, Hevşaredarê Periyê Orhan Çelebî ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, Serokê EMEP’a Dêrsimê Ergun Tekîn, Çagdaş Bagaç, Ender Şîmşek, Alî Bozkurt û Hidir Yildiz hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu jî ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Kordu, bertek nîşanî dorpêça polîsan da û wiha got: “Heta ku li Rojhilata Navîn çareseriyek tê dîtin em ê dengê xwe her derxînin. Em li dijî qetilkirina sivîlan a di şer de ne. Em li dijî teşhîrkirina bedenên jinan a di şer de ne. Divê ambargo were rakirin û dawî li qirkirina Kurdan bê anîn.”

RIHA

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ji bo şermezarkirina êrîşan xwestin li Rihayê daxuyaniyekê bidin. 15 ciwanên enternasyonalîst ên ku ji welatên cuda yên Ewropayê ji bo tevlî kongreya Partiya Çepên Kesk a di 15’ê Cotmehê de bê lidarxistin bibin û ji bo rêze serdanan li Kurdistanê bûn jî xwestin tevlî çalakiyê bibin.

Endamên partiyê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê hatin cem hev û xwestin li ber Navenda Karsaziyê ya Ahmet Bahçivan ku wê daxuyanî lê bê dayîn bimeşin. Polîsan bi hinceta “Qedexeya walîtiyê” asteng kir. Endamên partiyê bertek nîşanî qedexeyê dan û destnîşan kirin ku ev qedexe li dijî hiqûqê ye.

Ciwanên enternasyonalîst jî ji bo beşdarî daxuyaniyê bibin hatin ber avahiya partiyê. Polîsan bi îdîaya “Qedexeye ku biyanî beşdarî daxuyaniyê bibin” nehiştin ciwan bikevin avahiya bajêr. Enternasyonalîstên ku ji pişt ve hatin kelepçekirin û binçavkirin, li erdê hatin kaşkirin û birin wesayîta binçavkirinê.

Girseya gel ku di nav de Parlementera Partiya Çepên Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî heyî, di ketina avahiya partiyê de bi mertalan hatin dorpêçkirin. Girsê li hemberî dorpêçê bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” nerazîbûn nîşan da. Polîsan bi mertal, cop û gaza îsotê êrîşî girseyê kir.

Polîsan xwestin bi zorê parlamenter Dîlan Ayan ji nava girseyê derxînin. Dîlan Ayan bertek nîşanî dorpêçê da û daxuyanî da. Polîsan endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Çepên Kesk Lîvan Orman, Senem Erîş, Sadullah Bîrcan û Mizgîn Çîftçî ku di nav girseyê de bûn binçav kirin. Ciwan bi derbkirinê hatin binçavkirin.

Dîlan Ayan a ku tevî êrîşa polîsan daxuyanî da, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

15 enternasyonalîst û ciwanên HDP’ê yên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya bajêr.

WAN

Li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Polîsan li ber Navenda Kar a Ozgul a ku avahiya Rêxistina DBP’ê ya Bajêr lê ye sekinîn û nehiştin parlamenterên Partiya Çepên Kesk a Wanê derkevin. Kolana Hunerê ji aliyê polîsan ve hat girtin. Ji ber qedexeya walîtiyê daxuyanî hat astengkirin û girseya kombûyî rastî êrîşê hat. Piştî polîsan êrîşî girseya ku dê daxuyaniyê bide kir, welatiyên derdorê jî bertek nîşanî polîsan da.

Piştî êrîşa li ser Kolana Hunerê gelek kes li kolanên kêlekê kom bûn û bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Bijî Kurdistan, Bijî Berxwedan”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor” û “Bijî Berxwedana Rojava” dest bi meşê kirin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Mahmut Dîndar di dema dorpêça li kolana Hunerê de axivî û got, “6 roj berê li Xezeyê komkujî pêk hat. Di heman demê de hêzên Îsraîlî bi awayekî hovane dest bi qirkirina mirovan kirin. Her wiha li Rojava 4 roj in sivîl tên qetilkirin. Me xwest ji bo vê yekê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê, lê 3 sal in li vê bajarê destûr nayê dayîn ku daxuyanî bên dayîn. Ev helwest tenê ji bo HDP’ê tê sepandin. Du roj berê AKP’ê li 81 bajaran daxuyanî da çapemeniyê. HUDA-PAR’ê li vir konvoya wesayîtan çêkir. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Em li vir tenê aştiyê diparêzin. Dîndar dema ku diaxivî polîsan êrîş kirin.

Li aliyê din rojnamevanên ku nûçe dişopandin jî hatin astengkirin û gelek rojnamevan hatin derbkirin. Gelên di nava dorpêçê de li hemberî êrîşa li dijî rojnamevanan bi çepikan bertek nîşan dan. Di dema dorpêçê de kesek ji ber berzkirina dirûşmeyan hate binçavkirin.

Li Agirî, Mûş, Qers û Îdirê jî daxuyaniyên çapemeniyê hatin astengkirin.

MÊRDÎN

Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Mêrdînê jî hatin protestokirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Kamuran Tanhan, Bêrîtan Guneş û George Aslan û gelek endamên partiyê tevlî çalakiya li ber avahiya HDP’ê hat lidarxistin bûn. Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî, diyar kir ku di êrîşên Tirkiyeyê de sûcên şer hatine kirin û bang li raya giştî kir ku li dijî êrîşan têbikoşin. Piştre Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Kamuran Tanhan axivî û diyar kir ku her devera welat di bin tecrîdê de ye û got, “Li gelek deverên welat û Rojhilata Navîn şer dewam dike. Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Rojava li dijî qanûnên şer ên Cenevre û navneteweyî ye. Sivîl tên qetilkirin. Ji bo Filîstîn û Îsraîlê daxwaza aştiyê tê kirin, lê dema mijar dibin gelê Kurd, her tişt tên piştguhkirin. Em îro hemû ji bo aştî qîr bikin hatin vir.”

Tanhan di berdewamiya axaftina xwe de banga tevlîbûna mîtînga aştiyê ya ku sibê saet di 13.00’an de li Qada Azadiyê ya li navçeya Qoserê bê lidarxistin kir.

MÊRSÎN

HDK, Partiya Çepên Kesk, HDP, DBP û gelek welatiyan ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk, xwestin li Parka Ozgur Çocuk a Mêrsînê daxuyaniyê bidin. Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê beriya daxuyaniyê, ketin û derketina Rêxistina HDP’a Mêrsînê girt û nehişt ku girse ber bi parkê ve biçe. Li dijî vê yekê, girseyê li avahiya HDP’a Mêrsînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hate berz kirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di şerê navbera Filistîn û Îsraîlê de her roj sivîl tên qetilkirin. Em, qetilkirina sivîlan qebûl nakin. Serokkomar dibêje; ‘li Xazeyê av û ceyran nîne, dibistan û mizgeft tên bombebarankirin. Kanî mafên mirovan?’ Lê belê bi fermana wî Rojava tê bombebarankirin û li pêş çavên tevahiya cîhanê sivîl tên qetilkirin. Daxwaza mafên mirovan a ji bo Xazeyê, divê ji bo Rojava jî bê xwestin. Em, her êrîşeke li dijî Rojava weke êrîşeke li dijî xwe û mala xwe qebûl dikin.”

Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz jî di daxuyaniyê de wiha got: “Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê her tim rastî zilmê hatin lê tu caran serî neteweandin. Em îro jî serî natewînin. Dê nekarin bi van zextan armancên xwe pêk bînin.”

Piştî axaftinan, girseyê li pêşiya avahiya partiyê çalakiya rûniştinê li dar xist.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekîneyên YCWK’ê li dijî wesayîtên zirxî çalakî

Nivîsa Pêş

Ciwanên cîhanê bang dikin ku beşdarî yekemîn konferansa ciwanên enternasyonalîst bibin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên cîhanê bang dikin ku beşdarî yekemîn konferansa ciwanên enternasyonalîst bibin

Ciwanên cîhanê bang dikin ku beşdarî yekemîn konferansa ciwanên enternasyonalîst bibin

ROJEVA 13’Ê COTMEHÊ 2023’YAN

ROJEVA 13’Ê COTMEHÊ 2023’YAN

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.