Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

YPG’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
26/09/2023 - 10:26
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng
Reading Time: 7 mins read
A A
YPG’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi Bihara Ereban ya ku di sala 2011’an de li Rojhilata Navîn dest pê kir, di pêşengiya Şoreşa Rojava de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qada jiyana hevpar a gelan a li ser bingeha projeya neteweya demokratîk hate avakirin. Hesreta gel a demokrasiyê li hemberî kaos û plana aloziya dagirker û hêzên paşverû yên herêmê bi ser ket û herêm veguherî qada şoreşê ya ku bandor li gelên cîhanê kir. Şoreşa Rojava ku di sala 2014’an de bi berxwedana Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re sembolîze kir, bû navenda bala gelên cîhanê. Bi berxwedana Kobanê re Şoreşa Rojava veguherî şoreşa ku gelên cîhanê hembêz kir.

Di van 12 salên borî de Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye qada jiyana hevpar a pêkhateyên Ereb-Kurd-Suryanî-Ermen û Tirkmenan. Ev qad û sîstema neteweya demokratîk a bi hevpariya gelan hatiye afirandin, bûye hedefa hemû hêzên paşverû yên herêmê bi taybet dewleta Tirk a dagirker. Hemû planên dagirkeran bi berxwedana bê hempa ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bû hedefa hemû rêxistinên girêdayî El-Qaîde û çeteyên weke DAIŞ’ê pûç kirin. Êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bûye qada şoreşa hevpar a gelên herêmê, roj bi roj dewam dikin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina aramiya herêmê û afirandina hawîrdora kaosê ye. Di êrîşan de pêşengên gel, şêniyên sivîl, şervan û fermandarên hêzên parastinê tên hedefgirtin. Dijminê dagirker di gelek êrîşên xwe de sîxur û xiyanetkaran bi kar tîne. Yek ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Îlonê de pêk hat. Di vê êrîşê de jî şebekeyên sîxuriyê hatin aktîfkirin û pêşengên şoreşê kirin hedef. Di encama vê êrîşa bi balafira keşfê de hevalê me Aslan Qamişlo ku yek ji fermandarên YPG’ê ye şehîd bû.

Heval Aslan di sala 1974’an de li gundê Heşetê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê ku welatparêzî lê xurt e ji dayik bû. Tevî hemû polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk a faşîst, herêma ku Heval Aslan lê mezin bûye û gundê Heşetê, cewherê xwe yê Kurdewarî parastiye û herî zêde hestên welatparêziyê jiyane. Bi destpêkirina Tevgera Azadiya Kurd re ev herêm bû yek ji cihên ku herî zêde destek daye têkoşîna azadiyê. Gelê Colemêrgê ku ti carî serî li ber hemû zext û polîtîkayên îmhayê yên dijmin netewand, bi tevlîbûna têkoşînê bersiva herî mezin da dijmin. Rastiya ku ji bo gelê Kurd serdemek nû dest pê kiriye û wê tiştek ne wek berê be, di ruh û hişmendiya gelên hemû herêmê de hatiye jiyîn. Ji bo civaka Kurd kevneşopiyeke mezin a ronakbîrî û berxwedanê dest pê kiribû. Ji bo civaka Kurd a li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk serdemeke nû dest pê bike û berxwedana azadiyê bigihêje hêzeke ku bandorê li hemû herêmê bike.

Heval Aslan ku bi hestên welatparêzî yên kûr mezin bû, di serdemeke wiha de ku Tevgera Azadiya gelê Kurd bandor li çar parçeyên Kurdistanê û herêmê kir, bi têkoşîna azadiyê re hat nasîn. Heval Aslan ku cewhera Kurdayetiyê bi rastiya têkoşîna rêxistinbûyî re dike yek, di demeke kin de bû şervanekî çalak û fermandarekî gerîla. Bi salan li gelek herêmên Kurdistanê bi taybetî li herêmên Botan, Zagros, Behdînan û Qendîlê têkoşîna azadiyê meşand. Heval Aslan ku di nava Tevgera Azadiya gelê Kurd de bi hişmendiyeke mezin a îdeolojîk bû xwedî meşeke şoreşgerî ya ku karaktereke gerdûnî bi dest xist, li her qada ku pêwîstiya têkoşînê hebû, bi awayekî aktîf cih girt. Li ser bingeha gelek salan zanîn û ezmûnek mezin bi dest xistiye. Di her qadê de bû hevalek ku bi kedkartî û şerkeriya xwe dihat naskirin.

Rêheval Aslan ku bi salane li qadên cuda yên Kurdistanê têkoşîn meşand, di sala 2013’an de piştî êrîşên çeteyan ên li ser şoreşa Rojava zêde bûn, hat qada Rojava. Hem di parastin hem jî di pêşxistina şoreşê de roleke aktîf lîst. Bi tecrûbeya xwe ya şoreşgerî û şervantiyê pêşengiya şoreşa Rojava kir. Bi taybet li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, bi civaka Rojava re bûye xwediyê berxwedaneke mezin. Di berxwedanên ku di dîroka mirovahiyê de weke destanekê hatine nivîsandin, cih girt. Li gel berxwedana Kobanê ku li ber çavên hemû cîhanê pêk hat, rasterast di hemû pêngavên li dijî DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girt. Bû yek ji hevalên ku di asta fermandariyê de li hemû qadên ku şer li herêmên Cizîr û Firatê yên Rojava dihat meşandin koordîne dikir. Dîsa bi beşdarbûna di pêngavên Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrezor û Bahozê de ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê, bû yek ji hevalên ku herî baş sekna şervan û berxwedêriyê ya kevneşopiya Tevgera azadiyê û APOyî nîşan da. Bi van berxwedan û pêngavan derbeke mezin li çeteyên DAIŞ’ê hate xistin û herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de bûn hatin rizgarkirin.

Dîsa di xebatên qada civakî de, di her karê ku di pêvajoya avakirina şoreşê de ketibû li ser milê wî de bicîh anî û di perwerdekirin û birêxistinkirina civakê de kedeke mezin da. Bi karakterê xwe yê civakî û gelêrî bandorek mezin li kesên ku wî nas dikirin li her qadên ku lê dixebitî hişt, li her cihê ku lê bû ruhê şoreşgerî zindî hişt.

Heval Aslan hevalekî me yê kedkar û li her qada ku têdikoşe bi kesayeta xwe ya dilnizmiyê tê naskirin. Di her kêliya têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya nêzî 35 salan de bê nefes û bi cesaret û fedekariyeke mezin beşdarî her kêliya şer bû. Karakterê wî ya welatparêz her tim wî nêzî gel û dilsozê gel hiştiye. Her tim kesayeta xwe ya civakî ya pak û sade parast û ji bo azadiya gelê me xebat kir. Hevalê Aslan weke fermandar, şervan û pêşengê gelê xwe, li ser her hevalê xwe bi hevra xebat meşand û li her cihê ku lê bû li ser civakê bandoreke mezin hişt. Di her qadê de beşdarî perwerdekirina bi hezaran şervan û mirovan bû. Ew karî bibe yek ji hevalên ku di pêşxistina şoreşa me de kedeke mezin daye. Di demên herî dijwar de jî kêliyekê ranewestiya û bi heyecana xwe berdewam kir, meşa xwe ya şoreşgerî domand. Bi kûrbûna kesayeta Apoyî, kesayeta şoreşger a serdemê, bûye yek ji hevalên me yên ku kedeke mezin di pêşxistina şoreşa me de daye û navê xwe di dîroka şoreşê de nivîsandiye.

Em weke hevrêyên têkoşer ji ber şehadeta hevalê xwe Aslan sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz û di serî de ji malbata wî ya hêja re dixwazin. Em soz didin ku di şexsê heval Aslan de mîrateya şoreşgerî ya şehîdên me ji me re hiştine biparêzin û tola wan hilînin.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd:

Nasnav: Aslan Qamişlo
Nav û Paşnav: Mûzellîf Taşkin
Navê Dayikê: Hîzîm
Navê Bav: Îsmaîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo | 17’ê Îlona 2023.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 26’Ê ILONÊ 2023’YAN

Nivîsa Pêş

QSD’ê êrîşeke nû ya komên çekdar li Dêrazorê têk bir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
QSD’ê: Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk 35 caran li asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geriyan û li malekek li Qamişloyê dane

QSD'ê êrîşeke nû ya komên çekdar li Dêrazorê têk bir

Zextên rejîma Îran yên li ser çalakvanan dewam dikin

Zextên rejîma Îran yên li ser çalakvanan dewam dikin

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.