Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê berxwedana Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl silav kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê berxwedana mezin a li Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl ku 50 roj in dewam dike û çalakiyên serketî yên dema dawî silav kir.

Edîtor: Nucan Serdoz
06/09/2023 - 12:21
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 6 mins read
A A
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê berxwedana Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl silav kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji bo gerîla û fermandarên YJA Starê yên li Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl daxuyaniyek weşand.

YJA Starê got, “rejîma şer a AKP-MHP’ê ya faşîst ku nêzî sê sal in hewl dide çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike, bi 20’ê Tîrmehê re ji bo hewldanên xwe yên dagirkeriyê dewam bike careke din li ser Rojavayê Zapê bi taybetî jî Girê Cûdî dest bi pêleke nû ya êrîşê kir. li hemberî van êrîşên faşîzmê ku ji exlaq û rûmeta mirovahiyê bêpar mane, ji bo jiyana azad û bi rûmet, ji bo israra di mirovbûyînê de we hevrêyên hêja bi berdêlên giran berxwedaneke mezin kirin û bi şerê xwe armancên dijmin têk birin. Bi kelecan û morala ku berxwedana we dane me, em we silav dikin. Di şexsê hevalên Yildiz, Robîn û Kawa de şehîdên vê berxwedana pîroz hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna wan re dubare dikin.”

‘BERXWEDANA RÊBERTÎ Û GERÎLA ÊRÎŞÊN REJÎMA FAŞÎST TÊK BIR’

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Paradîgma û felsefeya Rêbertî dermanê hemû nexweşiyên serdemê ye. Faşîzma AKP’ê ku weke encama tirsa ji vê paradîgma û felsefeyê hate afirandin, beriya her tiştî êrîşî Rêbertî kir.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Li ser Rêbertî, tecrîdeke mutleq a ku mirovek zû bi zû nikare rake hate ferzkirin, li gel vê yekê piştî birîna têkiliya navbera Rêbertî û gel û tevgerê, xwestin bi êrîşên giran gerîla biqedînin, bi tunekirina Kurdîtiya azad re careke din êrîşî Rêbertî bikin. Rejîma faşîst ji bo vê plana xwe pêk bîne, bi taybetî di nava sê salên dawî de bi hemû derfetên xwe dest bi êrîşên bêeman kir, hewl da Berxwedana Îmraliyê ya bêhempa ya Rêbertî û gerîla têk bibe, teslîm bigire. Ev hewldan bi berxwedana lehengî ya li ser xeta fedaî ya Apoyî hate têkbirin, bi saya vê berxwedanê AKP a ku weke projeyekê hate afirandin, negihîşt armanca xwe. Cografyaya Kurdistanê careke din ji seknên leheng ên di dîrokê de kêm hatine dîtin, ji fedakariyên mezin ên heta nefesa dawî li ber xwe dan, ji fedakariya bi ken a ber bi şehadetê ve dimeşiya, şahidî kir. Li vê xakê careke din bi dehan Zîlan, Kemal, Hayrî, Egîd, Bêrîtan û bi dehan Sara rabûn. Gerîlayên ku xwe ji aliyê taktîk û rêbazê ve nû kirin, nîşan dan ku jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nakin û wê azadiya fîzîkî teqez pêk bînin. Li hemberî teknîka herî pêşketî ya serdemê ya artêşa Tirk, gerîla xwe ji nû ve bi rêxistin kir, bersivên welê da ku teknîk têk bir, nîşan da ku di oxira azadî û mafê gelê Kurd, gelan, jinan û tevahiya mirovahiyê wê têbikoşin û hêvî ne. Ji ber ku li hemberî hemû derfetên teknîkê yên zaliman hate ispatkirin ku hêza herî mezin mirov bi xwe ye û şerê vê yekê tê meşandin.”

’50 ROJ IN BERXWEDANEKE BÊEMAN TÊ MEŞANDIN’

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de işaret bi van xusûsan hate kirin:

“Faşîzma AKP-MHP’ê ku li hemberî vê îrade, biryardarî û seknê têk çû, hewldana dagirkeriyê ya ku nekarî salên derbasbûyî bi ser bixîne, ji bo karibe pêk bîne li Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl careke din dest bi êrîşê kir. Ev êrîşên ku 20’ê Tîrmehê destpê kirin, heta îro bênavber û bi rengekî giran dewam dikin. Nêzî 50 roj in di şexsê we de berxwedaneke mezin tê nîşandan. Beriya her tiştî em vê berxwedana we ya mezin silav dikin ku ji bo bilindkirina ala berxwedanê û hêjabûna li şehîdên me nîşan dide. Di nava 50 rojên derbasbûyî de bi tîmên bi tevger rêbazên êrîşê, serdegirtinê, lêdanê, sûîqestê, sabotajê û çekên giran bi taktîkên afirîner hatin bicihanîn, di berxwedana tunelan de di serî de sûîqest her cûre taktîk hatin bikaranîn û her roj derb li dijmin hate xistin. Di her roja vê pêvajoya 50 rojî de çalakiyek hate kirin û li hemberî hêza we ya êrîş û lêdanê dijmin poşman bû ku careke din dest bi êrîşeke bi vî rengî kir. Di şexsê we de bi aqlê jinê çalakiyên xurt hatin kirin ku detayên wê yên herî zirav jî hatin hesabkirin, bi van çalakiyan îrade, huner û hêza şer a gerîla hate nîşandan, di hêza şer de ji aliyê taktîkî ve nûbûnek pêk hat. Lİ hemberî van êrîşan ku bi hevkariya AKP-PDK’ê ya ku aliyê herî qirêj ê aqlê serweriya mêr temsîl dike û bi piştgiriya navneteweyî dewam dikin, berxwedana we ya ku bi sekneke bi biryar misogeriya serketinê nîşan da, ji bo gelê me, ji bo jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, ji bo hemû hevrêyan bû moral û kelecaneke mezin, daxwaza têkoşînê hîn mezin kir. Performansa serketî ku weke hêzên YJA Starê di vê berxwedanê de nîşan dan, dewama Nalîn, Delîl, Avzem, Dîdar, Mizgînan e, di heman demê de dengê xwe tevlî dengê Leyla, Hêjar, Rojbîn, Ardem, Eylem û Asya Karadenîzan kir ku di nava salê de rê nedan dijmin. Her wiha careke din nîşan da ku Artêşa Jinê ya Azad ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û serketinê tiştekî ku nikaribe bike tune ye.

Lewma weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em hemû şervan û fermandaran pîroz dikin ku di nava 50 rojî de bi rêbaz û biryardariya Zîlan çalakî plan kirin û pêk anîn, bi vî rengî sekn û aqlê jinê ya azad nîşan dan. Têkoşîna me wê heta bicihanîna paradîgmaya Rêbertî ku rêya yekane ya jiyana jinan û gelên bidest e, dewam bike. Di vê têkoşînê de jî ji we re serketinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YRK: Hevalê me Berxwedan Çiyager li Pencewîn şehîd bû

Nivîsa Pêş

Di salvagera yekemîn a serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûnê greva giştî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Di salvagera yekemîn a serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de  li Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûnê greva giştî

Di salvagera yekemîn a serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de li Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûnê greva giştî

HBDH: Em ê ji dewleta ku komkujiya 6-7’ê Îlonê organîze kiriye, hesab bipirsin

HBDH: Em ê ji dewleta ku komkujiya 6-7’ê Îlonê organîze kiriye, hesab bipirsin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.