Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Gerîla şerê taybet ê dewleta Tirk têk dibe

Edîtor: Nucan Serdoz
05/09/2023 - 12:30
di nav Analîz, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Gerîla şerê taybet ê dewleta Tirk têk dibe
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Aliyê herî girîng ê dagirkeriya ku dewleta Tirk dixwaze li Kurdistanê bi taybetî jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê belav bike, şerê taybet e. Dewleta Tirk bi giranî bi propaganda qirêj û medyayê hewl dide nîşan bide ku di vî şerî de serketî ye. Li aliyê din jî hewl dide nîşan bide ku rastiya şerê xwe yê li dijî gelên Kurd û Tirkiyeyê berevajî nîşan bide. Berxwedana ku niha li herêma Zapê dewam dike, yek ji wan mînakên têkbirina şerê taybet ê dewleta Tirk û têkçûna artêşa wê ye.

Bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an re mirov mînakên gelekî şênber ên gefên rayedarên Tirk ên li ser tevgera azadiyê dibînin. Dewleta ku digot ‘Di nava 72 saetan de em ê hemûyan tune bikin’, neçar ma serketina şerê gerîla yê 40 salî bibîne, neçar ma jinûve vejîna gelê Kurd bibîne. Salên dawî jî mînakekî mîna Suleyman Soylû hebû, ku di sala 2017’an de qala tunekirina PKK’ê dikir. Artêşa Tirk ji sal a2015’an û vir ve ji bo tunekirina gerîla her sal bi navê cuda li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê operasyonan dike. Dewleta Tirk bi piştgiriya NATO’yê her sal di van operasyonan de bi rê û rêbazên hovane êrîşî gerîla dike. Bi taybetî di sê salên dawî de giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî û taktîk nukleer.

Li gel hêza xwe ya teknîkî û bikaranîna çekên qedexekirî jî serketina artêşa Tirk cihê pirsê ye. Yên ku dixwestin di nava çend saetan de gerîla tune bikin, sê sal in li Zapê asê mane. Li gel teknolojî û rêbazên li derveyî exlaqê, rola îstîxbaratê, şerê taybet û hevkariya PDK’ê jî di vî şerî de gelekî mezin e. Dewleta Tirk a ku dixwaze li dijî gerîla bi ser bikeve, hewl dide bi rêya medyayê bîlançoya giran a şer veşêre. Yên ku niha li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîla şer dikin tenê leşkerên Tirk nînin, di nav de çeteyên ji Sûriye û welatên cuda jî hene.

AQÛBETA LEŞKERÊN HATIN KUŞTIN ÇI YE?

Ji bo şerê taybet ê ku dewleta Tirk li dijî gerîla dimeşîne û ji bo raya giştî bixapîne bi kar tîne, bi dîmenên ku gerîla li medyayê diweşîne, hîn baştir dikare bê fêhmkirin. Yek ji dîmenên ku gerîla bi raya giştî re parve kir dikare bibe mînak. Di her dîmenekî de tê dîtin ku herî kêm leşkerek tê kuştin. Bêguman ev yek tenê dîmenê çalakiyekê ye. Gelek çalakî hıene ku dîmenê xwe nîne. Nasname û cenazeyên leşkeran ên par li Zapê ketin destê gerîla mijarê bêhtir şênber dike. Gelo aqûbeta ewqas leşkerên ji aliyê gerîla ve hatine kuştin çi bûye?

Yên ku di wan dîmenan de hatin kuştin eger ne leşkerên Tirk bin hingî kî ne? Ji bo dewleta Tirk bêguman rêbaza herî baş veşartina rastiya şer û berevajîkirina wan e. Ji bo psîkolojiya leşkeran hîn bêhtir xera neke û civaka ku piştgiriyê dide wan ji dest nede, dewleta Tirk serî li rêbazeke bi vî rengî dide. Çêtir dibîne ku li şûna bibêje cenazeyên leşkeran hatine şewitandin, ji raya giştî re bibêje ‘di şer de hatin kuştin’. Canê mirovekî yan jî leşkerekî ne xema dewleta Tirk e.

Têkildarî leşkerên ku ji aliyê gerîlayên Kurdistanê ve hatin kuştin, dem bi dem Wezareta Parastinê ya Tirk daxuyaniyê dide û dibêje, ji teht ketiye, yan jî di qezayê de miriye.

Lê belê dewleta Tirk li gel van hewldanên xwe jî nikare rastiya şer binixumîne. Ji aliyekî ve dibêje ku gerîla qedandiye, lê li aliyê din jî bi hezaran leşkeran dişîne operasyonê. Eger li Bakurê Kurdistanê gerîla bi temamî tune kiribe, hingî ewqas leşkerên zêde çima operasyonê dikin? Eger li wir gerîla tune be, ewqas operasyon li dijî kê tê kirin? Bêguman îdîayên dewleta Tirk ên li ser îmhakirina gerîla ji aliyê gerîla ve bi giranî têne têkbirin.

KAMERAYA GERÎLA RASTIYA ŞER NÎŞAN DIDE

Çalakiyên li Bakur têne kirin û gerîlayên di van çalakiyan de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, ji aliyê HPG û YJA Starê ve bi raya giştî hatin parvekirin. Her wiha li metropolan jî Zarokên Agir febrîqe û wesayitên faşîstan dişewitînin. Medya Tirk her carê dibêje ku ji ber sedemên xwezayî bûyer qewimîne, lê belê Zarokên Agir eşkere dikin ku çalakî ji aliyê wan ve hatine kirin. Ev mînak nîşan didin ku artêşa Tirk nikare serî li zarokên Kurdan bide tewandin. Di heman demê de nîşaneya têkçûna artêşa Tirk e.

Em qala artêşeke welê dikin ku li hemberî gerîla êrîşên herî giran dike û teknolojiya serdemê bi kar tîne. Lê belê li hemberî vê teknîkê, li dijî her cûre rêbazên qirêj, rastiya gerîlayên modernîteya demokratîk heye ku têdikoşe û berxwedaneke mezin dike. Yên ku niha li çiyayên Kurdistanê, li herêmên mîna Zapê çokê bi artêşa Tirk didin tewandin, milîtanên Apoyî ne ku xwedî îradeyeke xurt e. Dewleta Tirk hewl dide veşêre jî gerîla rastiya şer bi temamî parve dike.

Ji dîmenên kamerayên gerîla tê dîtin bê artêşa Tirk di vî şerî de çiqasî tengav bûye. Gerîlayên ku li gel êrîşên hewayî û bejahî û teknîka serdemê jî çalakiyan dikin, van çalakiyan jî bi belge dike û rastiya çalakiyan radixin pêş çavên her kesî, bêguman wê di vî şerî de bi ser bikevin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gundekî li Dêrazorê ji çeteyan hate paqijkirin

Nivîsa Pêş

Bi Rêber APO her der Kurdî tê xwendîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Bi Rêber APO her der Kurdî tê xwendîn

Bi Rêber APO her der Kurdî tê xwendîn

“Rêwîtiya ber bi azadiyê ve” di roja xwe ya 2. de bi coş didome

"Rêwîtiya ber bi azadiyê ve" di roja xwe ya 2. de bi coş didome

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.