Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HRE’yê nasnameya şehîdekê eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
21/08/2023 - 9:30
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava
Reading Time: 5 mins read
A A
HRE’yê nasnameya şehîdekê eşkere kir
ParvekeTweet

AFRIN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser şehadeta şervaneke xwe daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

”Hevrêya me Zîn Sekvan ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de, beşdarî nava Tîmên Şehîd Avesta yên Hêzên Rizgariya Efrînê bûbû, di roja 18’ê Tebaxê de rastî êrişeke xedar a dewleta Tirk a dagirker hat û di encamê de giha asta şehadetê. Di serî de malbata me ya hêja, malbata şehîd Zîn em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê tola rêhevala xwe li erdê nehêlin

Hevrêya me Zîn Sekvan bi navê xwe yê rast Roşîn Elî ji bajarê destana berbangê, Kobanê ye. Kobaniya ku li hember hovîtiya DAIŞ’ê bû Kurdistan û bû dengê tevahî mirovahiyê, keç û xortên xwe yên ciwan bi destanên qehremanî û berxwedaniyê mezin kir. Hevala me Zîn Sekvan jî di nava malbateke welatparêz de, li ser van destanan mezin bû. Wê bi çavê xwe dît ku di serî de Rojava, tevahî xaka Kurdisanê rastî dagirkirin, talan û îmhayê tê. Dît ku gelê Kurd wek hebûn tê înkarkirin. Bi vî rengî êş û azara gelê xwe ji kûraniya dilê xwe hîs kir û bi soza ku wê rojekê tola vê yekê rabike, mezin bû. li ser vê bingehê rêheval Zîn di sala 2016’an de tevlî nava refên şoreşê bû

Rêhevala me Zîn ji roja yekê ku tevlê bû heta roja şehadeta xwe bi heman hêrsa tolhildanê di eniyên cengê yên herî pêş de cihê xwe girt. Bi dilpakî û hevaltiya xwe ya bê emsal ji bo hevrêyên xwe hertim bû çavkaniya hêz û moralê. Heval Zîn di cih û demên cûda de wek jineke ciwan xwe perwerde kir û xwe di rastiya welatê xwe de kûr kir û bû hevrêyeke jîr û zana. Bi taybetî di warê pisporiya leşkerî de xwe pêş xist, çeka sekvanî da ser milê xwe û ji bo doza welatê xwe her pêş de meşiya.

Di sala 2018’an de dewleta Tirk a dagirker bi hevkarî û erêkirineke navdewletî berê xwe da bajarê Efrînê. Di şexsê Efrînê de careke din sefereke dagirkirinê li Kurdistanê destpêkiribû. Dewleta Tirk a dagirker berê bi hezaran tiving, tang, top û balafirên xwe dabû bajarê Efrînê. Piştî şer û berxwedaneke bi rûmet, bajarê Efrînê bi awayekî namerdane hate dagirkirin

Gelê me yê Efrînê neçarî koçberiyê bû û ji bo careke din vegere ser xaka xwe, li Şehba di nava kampên koçberiyê de bicih bû. Li ser vê bingehê pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê hate destpêkirin û di serî de Efrîn, ciwanên Rojava berê xwe dan nava refên Hêzên Rizgariya Efrîn HRE.

Ji bo vegera li Efrînê, gelek rêhevalên me canê xwe yê ciwan û bedew kirin xelat. Jinên ciwan ên Efrîn û Rojava jî di nava refên HRE’yê de xwe weke Yekîneyên Şehîd Avesta birêxistin kirin û dan ser şopa Avesta û Barînan. Ji sala 2018’an heya roja me ya îro Hêzên me yên Rizgariya Efrîn bê navber çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tîne. Şehîda yekemîn a Yekîneyên Şehîd Avesta, Rêheval Ruken Zerdeşt bû, Rêhevala me Zîn Sekvan jî bi dilsoziyeke mezin li ser şopa Avesta û Ruken’an meşiya. Li ser vê bingehê bi awayekî aktîf beşdarî gelek çalakiyan bû û ji bo tola hevrêyên xwe û gelê xwe rake, ked û fedakariyeke bêhempa da raberkirin. Di warê bîrdozî û zanista leşkerî de her ku xwe pêş xist, zanebûn û danehevên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir, erka fermandariya şer û jiyanê girte ser milê xwe. Bi israr û hewldana ku ji hemû êş û azara gelê xwe re bibe bersiv, xwe di her warî de pêş xist, avakir û bi vîn û baweriyeke xurt bê teredut li hemberî hemû zehmetiyan tekoşîneke mezin da raberkirin. Wê bi vê sekna xwe ya qehremanî nîşanda ku jinek çawa dikare xwe zana bike û ji bo azadiya jinan, ji bo xilasî, azadî û rûmeta gel were bi destxistin, ti zorî û zehmetiyeke ku neyê derbaskirin, nine.

Di serî de malbata me ya hêja ya hevrê Zîn, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em weke hevrêyên Zîn Sekvan vê yekê diyar dikin ku, bila dijmin bizanibe bi êrîşên wiha namerd ve wê nikaribe vîn û dilsoziya me ya bi şoreşa azadiyê re tune bike. Her şehîdek me hêrsa me ya tolhildanê û israra me ya tekoşîn û berxwedanê xurtir dike. Li ser vê bingehê em careke din soza xwe nû dikin ku em ê armanca pîroz a hevrêyên xwe yên şehîd ku armac û sonda me ye, teqez pêk bînin û bajarê xwe ji destê dagirkeran rizgar bikin.

Nasnameya pakrewana me wiha ye:

Nasnav: Zîn Sekvan
Nav û Paşnav: Roşîn Elî
Navê Dayik: Şaîbê
Navê Bav: Mehmud
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 18’ê Tebaxa 2023.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Komxebata jinên ciwan ya herêma Firat li ser rêxistin buyin

Nivîsa Pêş

Çend roj ber bi Rêwîtiya Azadiyê ve

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Çend roj ber bi Rêwîtiya Azadiyê ve

Çend roj ber bi Rêwîtiya Azadiyê ve

Operasyona li Girê Cûdî rêbaza lêdanê ya gerîlatiya modernîteya demokratîk e

Operasyona li Girê Cûdî rêbaza lêdanê ya gerîlatiya modernîteya demokratîk e

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.