Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

HPG’ê nasnameya du gerîlayên şehîd eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
01/08/2023 - 12:30
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 110 mins read
A A
HPG’ê nasnameya du gerîlayên şehîd eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Artêşa Tirk a dagirker sala 2022’yan êrîşê herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kir. Hêzên me yên bi pêşengtiya YJA Star’ê bi berxwedaneke dîrokî ya bi heybet li dijî êrîşan li ber xwe da. Dagirkeran ku nekarî vîna Gerîlayên Azadiyê Kurdistanê bişikînin, ji bo xwe bigihînin armancên xwe yên qirêjî, serî li teknîka bi her awayî da lê têk çû û ji herêmê vekişiya. 20’ê Tîrmeha sala 2023’yan, dagirkeran cardin êrîşê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kir, hevrêyên şervan ên fedaî cardin derbeyên giran li dagirkeran xistin. Mîlîtanên me yên fedaî yên YJA Star’ê Robîn û Yildiz ku nehişt dagirker derbasê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û di encama êrîşên dagirkeran de şehîd bûn.

Hevrêyên bijartî yên xeta fedakarî û fedaîtiyê Robîn û Yildiz ku Bîrdoziya Azadiya Jinan a Rêber Apo bi pêş ve biriye, di jiyana xwe de bi ruh û can kiriye û li wê gorê jiyane, bûne mînakên şênber ên rastiya jinan ku di xeta PKK’ê û PAJK’ê de xwe ji nû ve afirandiye. Keda hevrêyên me di parastina Qada Berxwedanê Girê Cûdî de gelek, wan derbên ewil li dagirkeran xistine û nehiştiye bi pêş ve biçin. Bi berxwedana hevrêyên me Robîn û Yildiz ku bi sekin û ruhê fedaiyane çûne bi ser dagirkeran de, wê ber her ronî bibe. Di serî de malbatên hevrêyên me Robîn û Yildiz re ku mîlîtanên fedaî yên Apoyî ne, sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin, em cardin soz didin ku em ê mîrateya berxwedana dîrokî ya hevrêyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne, wiha ye:

Nasnav: Robîn Avent
Nav / Paşnav: Sîdar Erol
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dê – Bav: Kiymet – Reşît
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2023’yan / Zap

Rêya hûnandina jiyaneke azad û watedar, xwe bi dana armancê ya fedaiyane pêkan e. Li dijî êrîşên dijwar mirov encax bi berxwedaneke di lûtkeyê de bibe bersiv. Rêber Apo ku PKK afirandiye, gelê Kurd ê rû bi rûyê qirkirinê vejandiye û jê gelekê şervan û serhildêr çêkiriye. Gelê me, têkoşîna şehîdên me ku ji bo pêşerojeke azad û rûmetyar bi xwîna xwe destan nivîsiye, daye ber dilê xwe û PKK ku partiya şehîdan e, di heman demê de bûye pênaseya vîna azad a gelê me yê welatparêz.

Têkoşîna me ya dîrokî ku Rêber Apo wek ku bi derziyan bîrê bikole, hûnandiye, li Kurdistanê kevneşopiyeke berxwedanê ya nû afirandiye û zarokên egîd ên gelê me her dem berê xwe daye nav refên têkoşînê û nehiştiye navbir li vê kevneşopiyê bikeve. Hevrêya me ku li Wanê çêbûye, bi mîrateya berxwedanê ku PKK’ê ava kiriye, mezin bûye. Dewleta Tirk a mêtinger ku nekariye ber li Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bigire, wek her car serî li rê û rêbazên girêj daye da ku xeta berxwedanê ku li Kurdistanê bi pêş ve çûye bişikîne. Dewleta Tirk ku bi hezaran mirovên me yên welatparêz qetil kirine, bi deh hezaran gund şewitandine û talan kirine, xwestiye çekan bide gelê me ku bi me re şer bikin, ji ber ku gelê me qebûl nekiriye, gelek caran êrîş li gelê me kiriye. Malbata Robînê ku salên 90’î cerdevantî qebûl nekiriye, ji mejbûriyê ji Payîzavayê koçê nava Wanê kiriye. Hevrêya me ku ji eşîra berxwedêr Hacanan e, ji malbat û der û dora xwe PKK ji zû ve nas kiriye. Ji malbat û der û dora hevrêya me ku kes tev li nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûne û hin jê bûne şehîd, rastiya şehîdan têkoşîna efsaneyî ya PKK’ê ji nêz ve nas kirine. Hevrêya me Robînê, bi xeyalên xwe xayin negeriye û bi ciwanî sonda şervantiya heqîqetê xwariye û xwe daye ber hilanîna heyfa zarok û dayikên Kurd ku digirîn û dikin feryad û fîxan. Sala 2015’an bi her du dotmamên xwe re têv li têkoşîna azadiyê bûye.  Hevrêya me li qada Kelareşê gihîştiye gerîla, pratîka xwe ya gerîlatîyê ya ewil li Bakurê Kurdistanê pêk aniye û tecrbûyeke xurt pê re çêbûye.

Di şexsê şehîd Cîger, Şehîd Agir û Şehîd Pale de ku ew li vir nas kirine û têkildarê jiyan û awayê şer ê gerîlatiyê perwerde li ber destên wan dîtiye, armanca sereke ya hevrêya me Robînê ew bû ku bibe liyaqa ked û têkoşîna şehîdên me. Hevrêya me bi pişt re derbasê qada Xakurkê bûye û perwerdehiyên bingehîn bi serkeftin birine serî û li ser asasê girêdayîbûna bi şehîdan ve têkoşiyaye. Ji ber ku girêdayê welatê xwe bû, kîn û hêrsa wê li dijî dagirkeran roj bi roj zêde bûbû. Hevrêya me ku derbasê qada Zapê bû, di têkoşîna dîrokî ya li dijî artêşa Tirk de cihê xwe girt. Zû biz û hîn bûye, tiştên  hînî wan bûye, bi hevrêyên xwe re parve kiriye û bi pêk aniye. Wek mîlîtaneke pêşeng a YJA Starê hem di warê bîrdozî hem jî di yê leşkerî de ji xwe re kiriye asas ku bibe şareza û bi perwerdehiyên leşkerî ku dîtine, di taktîkên serdema nû de jî bûye pispor. Hûrbûna xwe ya li ser warê leşkerî neqlê jiyana xwe jî kiriye û bi pergal û dîsîplîna xwe ji hemû hevalên xwe re bûye mînak.

Timî ketiye wê hewilê ku hêj bêhtir tiştan bike, derbên giran li dijmin bixe û keta nava Hêzên Taybet. Bi dîtina perwerdehiyê û xebata di nava Hêzên Taybet de gelek hêz derxist holê. Bi dîtina perwerdehiya akademiyê lêhûrbûna xwe yekcar zêde kiriye û derbasê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bûye û di nava têkoşîna mezin a li dijî êrîşên dewleta Tirk de cihê xwe girtiye. Ji bo parastina hevalên xwe sîngê xwe daye ber êrîşên ku mêtingeran teknîka bi her awayî bêyî sînor bi kar aniye û yeke serkeftî di pêkanîna awayê tîmên bi tevger de. Hevrêya Robînê, tecrûbeya ku ji Siyanêyê girtiye li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî nîşan daye û di pêkhatina taktîkên cur bi cur ên gerîla de keda wê gelek e. Girtina cih di nava Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de ji bo xwe wek şansekê mezin dîtiye û tiştên ketine ser mil bi serkeftin bi cih anîne.

Xeyala wê ya herî xweş ku kiriye ewqas bi xurtî şer bike, ew e ku bi Rêber Apo re li Zagrosan bijî. Pêkanîna xeyalên şehîdan ji bo xwe kiriye erk û armanc. Ji bo gihîştina vê armancê, her gav ked daye. Bi vê gotina xwe bûye xwedana feraset û tevlêbûneke bi tevahî: “Tiştê em pê girêdayîbûna xwe bi Rêbertiyê û şehîdên xwe ve bînin ziman, pratîk û çalakiyên me ne.”

Hevrêya me Robînê, bi pratîka xwe ya di şer de, girêdayîbûna xwe îspat kiriye û xeyalên xwe ku wek erkekê li hemberê şehîdan dîtiye hinek din jî nêzê rastiye kiriye û emanetê me kiriye û bi awayekê fedaiyane berdêla azadiyê bi dana canê xwe bi hez kirin, daye. Erê, li ser vê axê “dara azadiyê bi xwînê tê avdan.” Lê ev xwîn, ne nîşaneya mirinê lê ya vejiyandin û afirandina jiyanê ye. Hevrêya me Robînê, xwe bi heqîqetê re kiriye yek. Yeke jêhatî, dînamîk, bi moral û fedakar bû, daxwaza xwe ya şer û hêrsa tim zindî dihişt, di her xebatê de serkeftin ji xwe re dikir armanc tu teredut û rawestin jê re nîn bû. Jiyan û şerkirina wê bi awayekê fedaiyane bû di xeta serkeftinê ya Zîlanan çargavî meşiya. Hevrêya me Robînê, wê bi mîrateya xwe ya têkoşîna ber me her ronî bike û wê mîrateya wê ya têkoşînê teqez bi serkeftinê bê tacîdarkirin.

Nasnav: Yildiz Şahîn Botan
Nav / Paşnav: Ronahî Qarih
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dê – Bav: Zerga – Bîlal
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2023’yan / Zap

Gelê me ku di bin êrîşên qirkirinê de ye, bi meşa azadiyê ku Rêber Apo daye destpêkirin, li dijî mêtingeran di xeta serkeftinê de kevneşopiyeke berxwedanê ava kiriye. Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê ku li her buhusta axa Kurdistanê belav bûye, ruhê hişmendî û yekitiya neteweyî cardin derxistiye holê.

Kobanê ku navenda berxwedan û şoreşê ye, bi hatina Rêber Apo re partiya me PKK nas kiriye û bêyî navber xizmet ji têkoşîna azadiya gelê me re kiriye. Hevrêya me Yildiz ku ji malbat û eşîreke welatparêz e, Rêbertî û partiya me PKK ji nêz ve nas kirine û bi wan re bûye yek.

Hevrêya me ku di nava şoreşê de mezin bûye, zû hay jê çêbûye ku biserketina li dijî dagirkeran ku dixwazin şoreşa azadiyê têk bibin, divê mirov bêyî sekin li ber xwe bide. Li ser vî asasî tev li xebatên ciwanan bûye û bi gelek azwerî û ked tev li têkoşîna şoreşê bûye. Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên sala 2018’an ên li Efrînê û yên sala 2019’an ku li Serêkaniyê dan destpêkirin, rakir çekê û çû eniyên şer ên li herî pêş û ji bo parastina şoreşa azadiyê ya gelê me û nirxên şehîdên me bi xwîna xwe afirandine, bi awayekê fedaî şer kiriye.

Du birayên û ji malbatên wê ku gelek kes gihîştina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û bi çîrokên gerîlayan mezin bûye, meraqa wê zêde bûye. Hevrêya me Robînê, 15’ê Sibata sala 2019’an tev li nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûye û xwestiye ku li dijî êrîşên li dijî Şoreşa Azadiya Rojava û gelê me bibe bersiv.

Bi perwerdehiya şervanên nû ku dîtiye, tecrûbeya xwe ya şer bi felsefeya Rêbertiyê kûr kiriye û ji bo zanîna xwe ya şer û jiyanê bi hevrêyên xwe yên ciwan re parve bikin, tev li xebatên şervanên nû dibe. Bi wê ciwaniya xwe bi serweriya xwe ya îdeolojîk û leşkerî derketiye pêş û hemû hevrêyên wê hez jê kiriye û rêz girtiye jê re. Hevrêya me ku xwestiye lêhûrbûna bi pratîk bike, sala 2021’ê tev li nava Hêzên Taybet bûye û li çi cihî xebateke dijwar hebûye, xwe ji bo wê pêşniyaz kiriye. Hevrêya me xwe di Bîrdoziya Azadiya Jinan de kiriye şareza û zaniye ku wê pirsgirêkan çawa çareser bike.

Hevrêya me Yildiz ku şagirta fermandarên me yên pêşeng û fedaî Şehîd Dîdar Tolhildan û Şehîd Guven Dozayê ye, ji bo bibe liyaqê wan her hilm û gava jiyana xwe di ber têkoşînê de daye. Bi nefspiçûkî, kedkarî coşa xwe ya dînamîk a ciwantiyê di her warê jiyanê de nîşan daye, bi tevlêbûna xwe ya bêyî hesab, bûye mîlîtaneke mînak.

Hevrêya me Yildiz hevrêyek ji hevrêyên pêşîn e ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger bersiv daye. Bi awayekê çalak tev li Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş bûye. Awayê tîmên bi tevger bi awayekê serkeftî pêk aniye û di gelek çalakiyan de ku derbên giran li mêtingeran hatine xistin, cihê xwe li herî pêş girtiye. Bi hevalên xwe re rê nedaye dagirkeran û ew têk birine û bûye mîlîtana xeta Bêrîtanê û Zîlanê.

Hevrêya me Yildiz a fedaiya xeta PKK’ê û PAJK’ê, bi têkoşerî û pêşengtiya xwe bûye liyaqê têkoşîna şehîdên me, ruhê serkeftinê yê mîlitaniya YJA Starê di kesayeta xwe de şênber kiriye. Mîrateya têkoşînê ku hevrêya me Yildizê di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de li pey xwe hiştiye, wê em hevrêyên wê dewir bigirin û bi serkeftinê tacîdar bikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HRE: 1 leşker û 15 çete hatin kuştin, 12 jî birîndar bûn

Nivîsa Pêş

HPG’ê bîlançoya meha Tîrmehê eşkere kir: 72 dagirker hatin cezakirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG’ê bîlançoya meha Tîrmehê eşkere kir: 72 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê bîlançoya meha Tîrmehê eşkere kir: 72 dagirker hatin cezakirin

PKK’ê li dijî êrîşkariya faşîst a AKP û MHP’ê banga geşkirina berxwedanê kir

PKK’ê li dijî êrîşkariya faşîst a AKP û MHP’ê banga geşkirina berxwedanê kir

Manşet

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.