Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Şêniyên Qamişlo û Kobanê li ber tecrîdkirina Rêber APO rabûn

Edîtor: Nucan Serdoz
20/06/2023 - 14:32
di nav Çalakî, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO, Rojava
Reading Time: 4 mins read
A A
Şêniyên Qamişlo û Kobanê li ber tecrîdkirina Rêber APO rabûn
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Rêber APO li Qamişlo û Kobanê çalakî hat lidarxistin.

QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê GelanRêber APO û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de pêkhateyên Qamişlo, nûnerên TEV-DEM′ê, partiyên siyasî, Kongra Star, sazî, meclisên sivîl, olî û yên jinan beşdar bûn. Meş ji Çerxerêya Rojhilat a li rojhilatê Qamişloyê destpê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên meclis û yekitiyan hatin hildan.

Piştî meşê li Çerxerêya Sonî mîtîngek hat lidarxistin. Li wir endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîm Dada axivî, tecrîda li dijî Rêberê GelanRêber APO û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Rîm Dada soz da ku heta pêkanîna serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêberê GelanRêber APO ew ê têkoşînê bilind bikin û ev bang kir: “Bi projeya neteweya demokratîk ve girêdayî bin, li kêleka hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser bisekinin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.”

Li ser navê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mahsûm Hesen têkildarî bandorên komploya li dijî Rêberê GelanRêber APO axivî û wiha got: “Armanc ji komployê vîna gelê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî biçewisînin û fikra wî ya azad ji gelê azadîxwaz bi dûr bixin.”

Li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker Hesen wiha got: “Ew êrîş di çarçoveya pêkanîna komkujî, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û tecrubeya demokratîk de tên meşandin.”

Hesen wiha pêde çû: “Tiştê ji roja destpêka komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê GelanRêber APO ve hiştiye desthilata Tirkiyeyê û hêzên komploger were hejandin, girêdana gel di aliyên fikrî û fîzîkî bi Rêbertî re ye. Li kêleka wê jî êdî Îmralî bû cihê zindîkirina fikra azad û dibistana avakirina hebûnê.”

Hesen di dawiyê de bang kir ku bi rêya çalakiyan têkoşînê geş bikin û got: “Divê azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bê da ku em bi rûmet bijîn.”

KOBANÊ

Li Kobanê jî bi daxuyaniyekî tecrîda li ser Rêberê GelanRêber APO hat protestokirin. Daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê ji aliyê berdevka Tevgera Hîlala Zêrîn Necla Bozan ve hat xwendin û bi dehan jinên bajêr û endamên saziyan beşdar bûn. Di daxuyaniyê de komploya li dijî Rêbertî a di Sibata 1999’an de hat bibîrxistin û hat gotin: “Di 15’ê Sibata 1999’an de bi destê hêzên navneteweyî û hevkarên wan bi komployeke navneteweyî Rêber Apo dîl hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Armanca komployê, di kesayeta Rêber Apo de têkbirina nirxên têkoşîn û berxwedana sedsalê bû.”

Hat destnîşankirin ku hêzên komploger bi komployê xwest hêviya azadiyê ya ku Rêberê GelanRêber APO di nava jin, ciwan û gelan de daye avakirin, tune bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ev 25 sal e tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelan Rêber APO tê meşandin û ev tişt hate gotin: “Rêber Apo hewl da pirsgirêka Kurd bi diyalogê û siyaseteke demokratîk çareser bike, lê dewleta Tirk ev hewldan ji xwe re wekî tawîz dîtin. Niha jî tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike.”

Hat diyarkirin ku felsefeya Rêberê GelanRêber APO bi tu şêwazan nikare rê lê were girtin û êdî wek zanyar û fîlozofekî li tevahî cîhanê tê naskirin û di dawiyê de wiha hat gotin: “Rêber Apo di projeya civaka demokratîk de roleke sereke da jinan, em jî soz didin ku em ê belavkirina fikr û felsefeya wî bidomînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Tirbespiyê êrîşa balafirên bê mirov

Nivîsa Pêş

Rêveberiya Xweser têkildarî hedefgirtina dewleta Tirk ji otombîlekê daxuyanî da

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Rêveberiya Xweser têkildarî hedefgirtina dewleta Tirk ji otombîlekê daxuyanî da

Rêveberiya Xweser têkildarî hedefgirtina dewleta Tirk ji otombîlekê daxuyanî da

Jinên Ciwan li Hesekê ji bo Şerê Gelê Şoreşgerî re amade ne

Jinên Ciwan li Hesekê ji bo Şerê Gelê Şoreşgerî re amade ne

Manşet

  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.