Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

Serhed: Îdeolojiya rizgariya jinê destwerdaneke şoreşgerî ye

Endama Meclîsa PAJK'ê Ronahî Serhed diyar kir ku çeka herî mezin a jinê Îdeolojiya Rizgariya Jinê ye û got, di vê serdemê de her kes pêşengiya jinê dibîne û qebûl dike.

Edîtor: Nucan Serdoz
28/04/2023 - 12:13
di nav Bakur, Giştî, Hevpeyvîn, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Serhed: Îdeolojiya rizgariya jinê destwerdaneke şoreşgerî ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Meclîsa PAJK’ê Ronahî Serhed tevlî bernameya ‘Xwebûn’ a Jin TV bû û bersiv da pirsên Arjîn Baysal.

Ronahî Serhed diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkan hemûyan pirsgirêka jinê ye û got, “Tunekirina jiyanê bi êrîşa li dijî jinê dibe. Îdeolojiyên ku jinê ji bo xwe nakin navend, bi ser nakevin. Her çend jinan ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewl dabin jî nekarîne çareseriyeke mayinde peyda bikin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan pêwîstî bi îdeolojiyeke xweser a jinê hebû. Lewma îdeolojiya jinê hate afirandin. Lê belê îdeolojiya rizgariya jinê ne tenê rizgariya zayendekê ye. Divê bi wî rengî neyê fêhmkirin.

‘BI ÎDEOLOJIYA RIZGARIYA JINÊ RE JIN BÛ XWEDÎ TÊGIHIŞTINA XWE YA ZAYENDÎ’

Îdeolojiya Rizgariya Jinê cara destpêkê di sala 1998’an de kete rojeva me. Di encama ked û hewldanên mezin ên Rêber Apo di 8’ê Adara 1998’an de hate ragihandin. Vê yekê guhertinên mezin bi xwe re anî. Jin ji ber ku di bin pirsgirêkên civakî de dieciqî û zayenda destpêkê ya bindest bû, pêwîstî bi îdeolojiyeke bi vî rengî hebû. Heta ku pirsgirêka jinê nehatibûya çareserkirin mirov nekarî qala civakeke azad û demokratîk bikira. Yan jî tenê wê di asta propagandayê de bima. Îdeolojiya Rizgariya Jinê rêya peydakirina çareseriya vê yekê destnîşan kir. Kîjan rêxistin an jî îdeolojî bi rastî jî qala maf û hiqûqê dike, beriya her tiştî divê ji pirsgirêka jinê re çareseriyeke rasteqîn peyda bike.”

Ronahî Serhed diyar kir ku bi Îdeolojiya Rizgariya Jinê re jin bû xwedî hişmendiya zayendî û anî ziman, jin bi rastiya xwe zane, bi dîroka xwe zane û li gorî vê yekê nêzîkatiyê nîşan dide.

‘ÎDEOLOJIYA RIZGARIYA JINÊ DESTWERDANEKE ŞOREŞGERÎ YE’

Ronahî Serhed diyar kir ku di dîroka mirovahiyê de gelek rewşên ne rewa weke rewa hatin dîtin û got, “Ev rewş pênc hezar sal in dewam dike. Destwerdan li jinê, jiyanê û rastiyê tê kirin. Îdeolojiya Rizgariya Jinê jî destwerdaneke şoreşgerî ya li vê destwerdanê ye. Destwerdana li bîrdozî û zimanê şaş e ku bi hezaran sal in ava bûne û hewldana sererastkirinê ye. Lewma ev pêngav beriya her tiştî destwerdana li sîstema bi serweriya mêr e, destwerdana li feraseta civaka zayendîperest e, li dijî feraseta modernîteya kapîtalîst pêngaveke nû ye. Bi kurtasî li dijî mejiyê mêr ê kapîtalîst, serwer, li dijî çand, polîtîka û ilmê mejiyê mêr ê serwer, pêngaveke.

Di vê serdemê de timî tê gotin; dema îdeolojiyan qediya ye. Halbûkî li vê cîhanê tiştekî bêyî îdeolojiyê nîne. Her sîstem li ser îdeolojiya xwe ava dibe, bi pêş dikeve. Ji dema hilweşîna reel sosyalîzmê û vir ve hewl tê dayin ku îdeolojî marjînal, neyînî û dijberê civakê bê nîşandan. Lê belê sîstema kapîtalîst dema ku vê dike, ew bi xwe jî bi rêk û pêk êrîşeke îdeolojîk dike.”

‘ÎDEOLOJIYA RIZGARIYA JINÊ HÊZA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN E’

Endama Meclîsa PAJK’ê Ronahî Serhed anî ziman ku ew vê îdeolojiyê weke Îdeolojiya Rizgariya Jinê pênase dikin jî di rastiyê de îdeolojiya rizgariya civakî ye û wiha dewam kir: “Ji ber ku jin tê wateya civakê. Ji xwe pirsgirêka destpêkê û ya bingehîn, şaşitî, hîle derewa destpêkê talankirin û bindestkirina jinê ye. Lewma azadî jî divê li vê qadê pêk were. Kûrbûna di pirsgirêka jinê de, kûrbûna di çareseriya pirsgirêkên civakî de ye. Lewma Îdeolojiya Rizgariya Jinê jî hêza çareseriya van pirsgirêkan e. Bi taybetî gelekî girîng e ku di sedsala 21’ê de ev yek bê meşandin. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd em ne tenê ji civaka Kurd, her wiha ji têkoşînên civakî hemûyan re pêşengiyê dikin. Pêşengiya me bi îdeolojiya me tê qebûlkirin. Îdeoojî û tevgera ku vê yekê nebîne nikare mayinde bibe. Em jî bi vê îdeolojiyê pirsgirêkên civakî bi nêrîna jinê dinirxînin û hewl didin civakeke demokratîk, exlaqî, ekolojîk û azadîparêziya jinê biafirînin.”

Ronahî Serhed qala pîvanên bingehîn ên Îdeolojiya Rizgariya Jinê kir: “Ev pîvan ji bo Îdeolojiya Rizgariya Jinê girîng in. Pîvana destpêkê jî welatparêzî ye. Li gel vê yekê pîvana fikrê azad, îradeya azad, pîvana rêxistinî û parvekirina jiyaneke xwe dispêre azadiyê, pîvana têkoşîna bi hev re ya rêxistinbûyî û pîvana têkiliya bi bedewî, estetîk a jiyanê, bi giştî pênc pîvanên me yên bingehîn hene.”

‘ARMANC EW E KU JINEKE BI TENÊ JÎ BÊRÊXISTIN NEMÎNE’

Ronahî Serhed destnîşan kir ku li cîhanê eger mirov rêxistinî nebe nikare pelekî jî bihejîne û got, “Bi taybetî ji bo jinan derbasdar e. Ji bo hemû hêzên li cîhanê derbasdar e. Hingî tu nikare xwe bike hêza rêxistinbûnê. Mêr xwe bi rengê dewletê, bi rengê artêşên leşkerî bi rêxistin kiriye. Bi vî rengî xwe ji aliyê madî û manewî ve bi rêxistin kiriye. Jin jî divê xwe li hemberî vê sazîbûnê birêxistin kirin ku karibin têkoşîna xwe bi ser bixînin. Rêxistiniya bê kirin jî divê li gorî vê rastiyê berfireh û cidî be. Çeka herî mezin a jinan a li hemberî sîstema serweriya mêr ew e ku xwedî Îdeolojiya Rizgariya Jinê ye. Armanca bingehîn a rêxistiniya jinê, bêrêxistinhiştina jinê ye. Jin her roj ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest didin. Rêxistinbûyîna jinê tê wateya rêxistiniya tevahiya civakê.”

Ronahî Serhed destnîşan kir ku PAJK bi kadro û milîtanên xwe di sedsala 21’ê de pêşengiyê ji avakirina jiyana azad re dike û got, “Gelê me ji zûdeyî ev qebûl kiriye. Kes vê nîqaş nake; gelo jin kare vê bike, nikare bike. Her kesî hêz û pêşengiya jinê dîtiye û qebûl kiriye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gelê Şengalê li dijî vê hewldana hêzên Iraqê xwepêşandanan dikin

Nivîsa Pêş

Karayilan: Em dixwazin Tirkiyeyê veguherînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Karayilan: Em dixwazin Tirkiyeyê veguherînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin

Karayilan: Em dixwazin Tirkiyeyê veguherînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin

HPG nasnameya hevalên jin eşkere kir û li ser êrîşên arteşa dagirker agahî da

HPG nasnameya hevalên jin eşkere kir û li ser êrîşên arteşa dagirker agahî da

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Melankolî, Mirin û Paradîgma Li Şengalê Dahurandinek Zanistî û Dîrokî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.