Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

KCK’ê li hemberî provokasyonên dewleta Tirk hişyarî da

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) piştî ku Huseyîn Turelî li Duhokê hate qetilkirin daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser ser di pêvajoya hilbijartinê de provokasyonên dibe ku dewleta Tirk bike.

Edîtor: Nucan Serdoz
20/04/2023 - 10:15
di nav Başûr, Daxuyanî, Giştî, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê 4’ê Nîsanê pîroz kir
ParvekeTweet

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser cînayetên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û ji bo provokasyonên rejîma AKP û MHP’ê jî hişyarî hate dayîn.

Di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de ev tiş hate gotin:

“Gelên Tirkiyeyê, ji bo pêşeroja xwe ketine merheleya dawîn a hilbijartineke ku ji bo wan gelek giring e. Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo pêşeroja welêt û herêmê gelek girîng in û zêde nemaye jê re. Banga me li raya Tirkiyeyê, herêmê û hêzên navneteweyî ew e ku li dijî provokasyonên dewleta Tirk a faşîst û hikûmeta mafya-terorê baldar bin.

Desthilatdariya mafya-teror a AKP-MHP’ê ku rû bi rûyê têkçûyînê ye, bi êrîşa terorî ya li ser balafirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê nîşanê her kesî da ku wê serî li her rê û rêbaza qirêjî bide. Ev êrîşa nemerdane û girtina ser sûcê terorê yê navneteweyî, hewl daye ku bi çalakiyên tevgera me yên li balafirgeha Silêmaniyê û li seranserê bajêr bi hincet bike. Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta mafya-terorê Mevlût Çavûşoglû, li ser ekranên televizyonê bêyî ku fedî bike, daxuyaniyên derew ên dûrê rastiyê dane. Tevgera me ya Azadiyê, diyar kir ku di rewşa kontrolkirina balafir û bajarê Silêmaniyê de ye. Em dixwazin bi eşkerehî ji gelê xwe yê hêja û raya cîhanê re bibêjin ku tiştên ku dewleta Tirk têkildarê balafirgeha Silêmaniyê û derdora wê diyar kirine, tev derew in. Mijara esas ew e ku dewleta Tirk aciziyê ji têkoşîna hevpar a YNK, QSD û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAÎŞ’ê, dike. Zemînê argûmanên feraseta faşîst a bi pêşengtiya klîka Erdogan-Bahçelî, PDK bi siyaset û rêveberiya xwe datîne.

Salên dawîn li Silêmaniyê û derdora wê gelek welatparêz û hevalên me bi êrîşên rêxistina terorê MÎT’ê şehîd bûne. Di van hemû êrîşan de hemû kujer ji Hewlêrê hatine û paşê çûne Hewlêrê. Di van hemû êrîşan de hevkariya MÎT-PARASTIN’ê bi belgeyan îspat bûye. Hewlêr û Dihok, bûne mîna biryargehên MÎT’ê ku rêxistineke terorî ye. Mînaka herî dawîn a vê hevkariya sûc, 17’ê Nîsanê li navenda Dihokê qetilkirina welatparêz Huseyîn Turelî yê ji Bakurê Kurdistanê ye. Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst xwestiye Huseyîn Turelî bigire, Huseyîn Turelî nêzîkê deh sal berê reviyaye Başûrê Kurdistanê û li wir bi cih bûye û esnafî kiriye. KDP ku tevgera me dike hinceta êrîşên Silêmaniyê, wê vê kuştinê bi çi îzah bike, bajarên lê desthilatdar e kirine wek sî û stara kujerên Kurdan. Gel meraqa bersiva wan dike. Hêj ku xwîna Huseyîn ziwa nebûye, çapemeniya PDK’ê ku di bin kontrola MÎT’ê de ye, ji bo me bike berpirsê vê êrîşê jî, gelek hewil dide. Em qetilkirina bi nemerdî ya Huseyîn Turelî ku mirovekê me yê welatparêz e, şermezar dikin, dibêjin bila serê malbatê û gelê me yê welatparêz sax be. Di şexsê heval şehîd Huseyîn Turelî de, em cardin dixwazin diyar bikin ku wê heyfa hemû şehîdên me bê hilanîn.

Bi boneya vê êrîşê, agahiyên ku me ji çavkaniyên girîng wergirtine jî didin ber çavan û dixwazin her kesî li dijî provokasyonên dewleta Tirk a faşîst û hikûmeta mafya-teror hişyar bikin. Dewleta faşîst a mêtinger, hikûmeta mafya-teror ku ji her aliyî ve ketiye tengasiyê, ji tirsa wê ji dest bide dilerize, ji bo aramiya herêmê xera bike, dînamîkên herêmê bîne hemberê hev, em dizanin ku dixwaze li Iraq, Sûriye, Rojava û Başûrê Kurdistanê teqîn, êrîş û sûîkastan bike û bixe stûyê tevgera me.

Di vê çarçoveyê de, bi taybetî divê rayedarên Iraq û Başûrê Kurdistan û gelê wê li dijî lîstikên hikûmeta teror-mafya ya dewleta Tirk hestyar û baldar bin.

Rêveberiya me bala xwe da agahiyên ku wê dewletaTirk a mêtinkar û neyarê Kurdan wê serî li dek û dolab û provokasyonan bide, biryara bêçalakîtiyê ku me ji ber erdhejê dabû, ragihand ku heta bi piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê dirêj kiriye.

Bi geşedanên dawîn û agahiyên ku me girtine, rastiya biryara me cardin derket holê.

Em bang li hikûmeta Iraqê, derdorên polîtîk rayedarên Başûr, hêzên din û hêzên navneteweyî dikin di vî warî de bi berpirsyarî rabibin û tevdîrên bergir bigirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rengîn Botan: Hevalê Fazil pêşengê pêvajoyên herî krîtîk bû

Nivîsa Pêş

ROJEVA 21’Ê NISANÊ 2023’YAN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 1’Ê NISANÊ 2023’YAN

ROJEVA 21’Ê NISANÊ 2023’YAN

PKK Hêza Vejîna Vîna Gele

Li ser gelê Dîlok, Mereş, Semsûr û Meletî yê welatparêz komkujî hat ferzkirin -II

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.