Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

Cejna Newrozê li 7 bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê

Li 7 bajar û navçeyan li Bakurê Kurdistanê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî" û "Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” agirê Newrozê hate vêxistin.

Edîtor: Nucan Serdoz
20/03/2023 - 19:07
di nav Bakur, Ciwan, Giştî, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Cejna Newrozê li 7 bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê
Cejna Newrozê li 7 bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê
Cejna Newrozê li 7 bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê
Cejna Newrozê li 7 bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê
Cejna Newrozê li 7 bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê
Cejna Newrozê li 7 bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê
ParvekeTweet
NAVENDA NÛÇEYAN – Li 7 bajar û navçeyan li Bakurê Kurdistanê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” agirê Newrozê hate vêxistin. Newroza îsal bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin. Newroz, diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin. Îro jî li 7 bajar û navçeyan Newroz tê pîrozkirin. Îro dê agirê Newrozê bi daxwaza “Ji bo Ocalan azadî” li Colemêrg, Agirî, Qers, Erdexan, Dep, Milazgir û Qereyaziyê were vêxistin.
Ji bo vêxistina agirê Newrozê bi hezaran kes li Qereyaziyê li pêşiya avahiya rêxistina HDP’ê kom bun. Agirê Newrozê yê navçeya Qereyazi ya Erziromê dê li qada vala ya li pêşiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê hate vêxistin. Qada pîrozbahiyê bi alayên HDP û Partiya Çep a Kesk hatiye xemilandin. Tevî barîna berfê û hewayê sar jî bi sedan kes diherikin qada Newrozê. Li ketina qada Newrozê noqteyeke lêgerînê hatiye danîn û welatî bi flamayên kesk, sor û zer dikevin qadê. Eleqeyeke mezin a jin û ciwanan bo pîrozbahiyê heye.
Bernameya pîrozbahiyê dê bi axaftinên hevserokên rêxistinêna HDP’ê ya bajar û navçeyan dest pê kir. Piştre jî dê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan axifî. Hunermend Kadîr Çat û dengbêjên herêmê dê derketin. Tê payîn ku agirê Newrozê ji hêla bavê Hakan Arslan, Alî Riza Arslan vê bê vêxistin ku di salên 2015-2016’an de li Sûr a Amedê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî 7 sal piştre di tûrikekî de hatibû radestkirin.
Îro xelkê Qersê tevî hewayê sar jî ji bo hilkirina agirê Newrozê kom bûn. Newroza îsal bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk û bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin. Yek ji navendên Newrozê jî Qers e. Tevî hewayê sar jî bi sedan welatiyên bajar ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe dan Gara Qersê. Ji ber barîna berfa zêde, welatiyên li gundan bi zor û zehmet xwe gihandin navendê. Li qada Newrozê du noqteyên lêgerînê hatine danîn û welatî piştî lêgerînê derbasî qadê dibin. Li qada Newrozê dirûşma “Bijî Newroz” olan dide. Gelek xwendekarên zanîngehê jî tev li pîrozbahiyê bûne. Pîrozbahiya Newrozê piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Xelkê Milazgirê ji 7 salî heta 70’ê salî îro berê xwe da qada Newrozê. Girse bênavber ji bo girtiyên siyasî dirûşman berz kir û “Berxwedana zindanan” silav kir.  Welatiyên navçeya Milazgir a Mûşê ji bo pîrozbahiyê li qada Newrozê kom bûn. Qada Newrozê bi alayên HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk hatiye xemilandin û welatî ji noqteyekê ketin qadê. Ji 7 salî heta 70’ê saliyê her kesî li qada Newrozê cihê xwe girt. Girse bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Şehîd namirin” û “Bijî Newroz” berz kir. Bernameya pîrozbahiyê dê piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Her wiha parlamenterên HDP’ê Şevîn Coşkun û Îmam Taşçier dê di pîrozbahiyê de axifî.
Li Depê agirê Newrozê hat pêxistin. Di pîrozbahiya ku li Otogara Kevin hat lidarxistin de alên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk û ala Newrozê hatin vekirin. Di pîrozbahiyê de li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Dûzey Eşîyok, Hevserokên HDP’ê yên navçeya Elezîzê Alî Yildirim û Zehra Konar, hevserokên navçeya Karakoçan Îmran Kiliç û Sariye Bal her yekî axaftinên kurt kirin. Piştre Endama PM’ê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Asiye Koçak axivî û got, “Newroz ji bo me girîng e. Dep Newroz Newroza Bindestan e.”
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî li Agirî ku agirê Newrozê lê hat pêxistin, axivî û diyar kir ku çareseriya krîza li welat rêya 3’yemîn e û diyar kir ku muxatab û xwediyê çareseriyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya ku li Parka Newroz a Agiriyê bi şîara “Her der Newroz, her kêliyek azad” hat lidarxistin, bûn. Ji gelek gund û taxên bajêr welatiyên di saetên serê sibê de ketin qadê. Li qada Newrozê ku ji 7 heta 70 kesî tevlî bûn, girseya jin û ciwanan bal kişand. Gelê Agiriyê ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî Kiras-fîstan û şapik beşdarî Newrozê bû, gelek caran bê navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Be Serok Jiyan nabe” û “Newroz pîroz be” qîriyan.
Li Colemerg, li qada Otogara li quntara Çiyayê Sûmbûlê ku Newroz lê tê pîrozkirin, bi alên HDP û Partiya Çep a Kesk hat xemilandin. Di şahiya ku bi sedan kesên ji gund û navçeyan beşdar bûn de, cilên rengîn bal kişandin. Digel ku girseya ciwan û jinan li ber xwe da, hin esnafan ji bo pîrozbahiyê kefenên xwe venekirin. Li qadê stranên “Li Mêrdînê li Bagokê” û “Gever’e Gever” hatin gotin.

Gelê Erdexanê danê sibehê bi alên HDP û Partiya Çep a Kesk hatiye xemilandin ketin qadê. Welatiyên ku ji nuqteyeke kontrolê ketin qadê, bertekên xwe yên li hemberî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ji ber hilweşîna ku di 6’ê Sibatê de li navenda Mereşê pêk hat, anîn ziman. Bernameya Newrozê ji bo bîranîna kesên di 6’ê Sibatê de li Mereşê li 11 bajaran jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre agirê Newrozê bi tevlîbûna xurt a ciwanan hate pêxistin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mîlîsên HBDH Kemal Kurkut: Silav li Kawayên nûjen ên ku li dijî Dehaqên zalim derketin

Nivîsa Pêş

Şehîden Newroza 1992’yan li Nisêbîn hatin bibîranîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şehîden Newroza 1992’yan li Nisêbîn hatin bibîranîn

Şehîden Newroza 1992'yan li Nisêbîn hatin bibîranîn

Pîrozbahiyên li Qendîlê danê êvarê dest pê kir

Pîrozbahiyên li Qendîlê danê êvarê dest pê kir

Manşet

  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.